1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. JINHA bû yek salî
JINHA bû yek salî,jinha,bû,yek,salî

JINHA bû yek salî

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) têkoşîna nûçegihaniya jinê dide

A+ A-

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) bi slogana "Em dinivîsîn bêyî ramana zilam dê çi bêjin em divinîsin" ji aliyê 10 rojnamegerên jin ve hate avakirin di nava salekê de 10 rojnamegerên din ên jin perewrdehî kirin û di nava medaya erîl de têkoşîna nûçegihaniya jinê didin. Rojnameger Gulşen Koçuk, têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Di 8'ê Adarê de yekemîn salvegera ajansa me ye. Bi nûçeyên em çêdikin bi zimanê zayendî yê di çapemeniyê de em têkoşînê dikin. Niha em ji sedî 70 nûçeyên hedef dikin çêdikin. Armanca me ew e ku di nava salekê nû de rûpelekî nû vebikin e."

Yekemîn ajansa jinan a Cîhanê JINHA DI 8'ê Adarê de salekê temem dike. JINHA di nûçegihaniya jinê de ajansekî girîng û resene û bi slogana "Em dinivîsîn bêyî ramana zilam dê çi bêjin em divinîsin" di 8'ê Adara 2012'an de dest bi weşanê kir. JINHA dixwaze zimanê erîl ê di çapemeniyê de biguherîne. Navenda JINHA'yê li Amedê ye û di nav salekê de li Enqere, Edene, Agirî, Îzmîr û Stenbolê nûçegihan bi cih kirin. Li navenda nûçeyan a ajansê bi midûrên kurdî û tirkî re 10 rojnamegerên jin dixebitin û li bajarên cuda jî 10 nûçegihan hene. Midûra Nûçeyên Tirkî Gulşen Koçuk, diyar kirk u wan par di 8'ê Adarê de ajans vekirin. Koçuk, anî ziman ku di nava salekê de ji bo JINHA bigihije hedefên xwe hinek kêmasî çêbûn û wiha got: "Ji ber ku di 8'ê Adarê de salvegera ajansa me ye weke JINHA ji bo sala pêşiya me em dê rûpelekî nû vebikin. Di nava 2 mehên dawî de me qada nûçeyên xwe hinek berfireh kir û bi lez kirin. Em niha nûçeyên me ji xwe re hedef girtin ji sedî 70 em çêdikin. Berê 2 nûçeyên taybet dihatin çêkirin lê niha li gel wan nûçeyên rutîn jî tên çêkirin û hejmar jî zêde bûn." Koçuk, anî ziman ku ji bo ji tevgerên jinan re bibin referans gavên rast diavêjin û tevgerên jinan ên li herêmê û Tirkiyeyê wan dişopînin. Koçuk, da zanîn ku par bi 10 rojnamegerên jin re ajans avakirin û 10 rojnamegerên din jî perwerde kirin.

'Ji bo zimanê erîl ê di çapemeniyê de biguherîn em nûçeyên girîng çêkirin'

Koçuk, bilêv kir ku li Enqere, Edene, Agirî, Îzmîr û Stenbolê nûnerên wan hene û wiha axivî: "Li Amedê hejmara me 10 kesin bi giştî jî em 20 kes in. Zimanê erîl ê çapemeniyê bandorê li civakê dike. Zimanê erîl ê çapemeniyê hem ji bo jinan û hem jî ji bo civakê taluke ye. Ji bo ev ziman bê guherîn me nûçeyên gelek girîng çêkirin. Xebatên me bi vê yekê jî sînor namînin. Em dê hêj xebatên xwe bilind bikin." Koçuk, da zanîn ku dema wan ajans vekir rastî gotinên "Çima jin hewcehiyê bi ajansekî wisa dibînin. Em ajansa zilaman venakin hûn çima ajansa jinan vedikin. Di medyaya alternatîf de ji ramanên wisa hebûn. Gelo jin dê ser bikevin?" hatin. Koçuk, anî ziman ku di nûçeyên xwe de paşnavên kesan ji ber çanda baviksalarî ye wan bikaneyna û wiha pê de çû: "Em di nûçeyên xwe de tenê nav bikartînin. Lê aboneyên me li me digerin paşva jî bikartînin. Yanî em di medayayê de bi zimanê zayendî re têkoşîn dikin."

'Têkiliyên me li gorî dostaniya jinê ne'

Nûçegihana JINHA'yê ya Amedê Kubra Bakici jî diyar kir ku di çapemeniyê de jin weke amûrekî zayendî tên dîtin û wiha got: "Ya di JINHA'yê de herî zêde bandor li ser min kir hemû xebatkar jin in û li hemberî ramana erîl in. Li vir têkiliyên patron tunene. Yanî têkiliyên me li ser dostaniya jinê ne. Jin bi vîna xwe tu tiştî nakin. Em jî weke ajansekî jinan dibêjin. Em bi vîna xwe di çapemeniyê de hene."

(bd/mae)

07.03.2013 - 07:32:10


Bêjeyên Miftehî