1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jinên Amedî ji bo Evrîm Demîr mewlûd da
Jinên Amedî ji bo Evrîm Demîr mewlûd da,jinên,amedî,ji,bo,evrîm,demîr,mewlûd,da

Jinên Amedî ji bo Evrîm Demîr mewlûd da

A+ A-

Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên jin ji bo Evrîm Demîr a ku bi minasebeta salvegera 14'ê Tîrmehê bi boneya aştiyek mayinde û êrîşên li dijî gelê kurd şermezar bike çalakiya şewatê pêk anî û jiyana xwe ji dest da, mewlud da.

Endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî ên di navne nûnerên Ekîn Ceren, MEYADER, Parlementera BDP'ê Aysel Aydogan û Meclîsa Jinan a Bajar hebûn, ji bo Evrîm Demîr a di 14'ê Tîrmehê de bi boneya êrîşên li dijî gelê kurd şermezar bike û êdî bes ciwan bên kuştin çalakî pêk anî û bedena xwe da ber agir, mewlûd da. Nûnerên jin ên Amedî li Mala Gel ya Navçeya Peyasê ji bo Demîr mewlûd da. Di mewlûda ku wêneyên Evrîm Demîr hate vekirin de jinan di mewlûdê de îlahî xwendin û pişt re mewlûd dan. Beriya mewlûdê Parlementera BDP'ê ya Amedê Aysel Aydogan, sersaxî ji malbatê re xwest û anî ziman ew bejna xwe li ber kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane ditewîne. Aydogan, wiha got: "Ez bejna xwe li hemberi şehîdên azadiye û Kurdistanê ditewînim. Em dê her tim rêça wan bişopînin û ala wan bilind bikin." Pişti axaftina Aydogan mewlûd hate xwendin û dayîn. Jin piştî bernameya mewlûdê belav bûn. DÎHA (yo/mae)