1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Cizîrê
Jinên Cizîrê,jinên,cizîrê

Jinên Cizîrê

A+ A-

Li navçeya Cizîrê 10 jinên ku di beşa paqijiyê ya Şaredariya Cizîrê de dixebitin, bi kar û barê xwe yên paqijiya kolanan dixwazin hêz û vîna xwe aşkere bikin û feraseta zilam a li hemberî jinê bişkînin.

10 jinên di beşa karê paqijiyê yê Şaredariya Cizîrê de meheke karê paqijiyê dikin, bi xebat û karên xwe cudatiya xwe didin nîşan. 10 jinên ku li kolanan karê paqjiyê dikin bi pakbûna karê xwe û dîsîplîna xwe cudatiya xwe nîşanî welatiyên Cizîrê didin. 10 jin dibin 2 kom û ji serê sibehê heta êvarî karê pakijiya navçê dikin. Jinên ku bi kalîteya xabatên xwe, cudatiya xwe ya li hemberî zilaman didin nîşan, di karê xwe baweriyê jî didin. Xebatkara beşa paqijiyê Ayşe Goçmen (19), diyar kir ku wek jinekê li Cizîrê xebata pakijiyê dimeşîne û wiha got: "Min di serî de gelek zor û zahmetiyê kişand. Di serî de mirovan pir ecêb û sosret li me dinerî. Dema me dest pê vê xebatê kir û kolanan da pakijî dikir mirovên derdorê û bi teybetî zilaman di gotin 'Hûn jinin nikarin vî karî bikin'. Lê dîsa ji me dest ji vî karî berneda. Niha ji hemû kes ji me re di bejin 'Deste we saxbe. Hûn ji zilaman baştir dixebitin'. " Goçmen, anî ziman ku rewşa wan a aborî nebaş e û ew li malbata ji 13 kesan pêk te dinerê.

'Em dixwazin feraseta jin nikari bixebite bişkînin'

Goçmen, destnîşan kir ku li herêmê nerînên 'jin nikarê serkeftî be, jin nikarê bixebite' heye, lê ew e vê nerînan li beşa pakijiyê ya Şaredariya Cizîrê bi xebatên xwe bişkînin. Canan Golçe jî da zanîn ku di ale paqijiyê re jin ji zilaman baştirin û wiha axivî: "Zilam tenê çopa kolanan kom dikin. Lê em kolanan tevahî di malin û pakij dikin." Golçe, diyar kir ku ew her tim ji aliyê aboriyê de piştgiriyê dide malbata xwe û wiha domand: "Em malbatek girsêne. 3 xwişk û birayê min dixwînin. Tenê bavê min nikari aboriya me pêk bine. Ji ber vê jî ez dixebitim û ji ale aborî de alîkariyê didim malbata xwe ez pir serbilindim. Her tim cihe jinê li jiyana xabatê de tuneyê û di malan de te hepskirin. Em jî berî her tiştî mirov û jinin. Em naxwazin bêne hepskirin û em duxwazin hewcehiyên xwe yên aborî em peşwazî bike. Ji bo em di şaredariya de dixebitin pir keyfxweşim û ji bo wan spas dikim. " DÎHA (dt/mae)


Bêjeyên Miftehî