1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Gêmanê dixwazin xwe bi rê ve bibin
Jinên Gêmanê dixwazin xwe bi rê ve bibin,jinên,gêmanê,dixwazin,xwe,bi,rê,ve,bibin

Jinên Gêmanê dixwazin xwe bi rê ve bibin

A+ A-

Li Gundê Gêmanê yê girêdayî Çelê jina bi navê Zeynep Taş, ji bo ku rê li pêşiya jinan veke û jin karibin xwe bi rêve bibin, bi derfetên xwe kursên "Rêveberiya buroyê û sekreterî" dide jinan. Taş, da zanîn ku ji bo ku hişmendiya jinan pêş bikeve û li ser piyan bisekinin ew bawer dike hin tişt bên kirin û wiha axivî: "Êdî dewr guheriye. Em jin dikarin bi derfetên xwe li ser piyan bisekinin” Taş, perwerdehiyê dide 14 xwendekaran.

Odeya malê ji bo perwerdehiya jinan vala kir

Taş, da zanîn ku wê bi Miduriyeta Navendî ya Perwerdehiya Gel re hevdîtin pêk aniye û heger ku 12 xwedekaran bibine dê ji wê re bibin alîkar. Taş, diyar kir ku piştre wê ji rayedaran re gotiye 4 jê zilam 10 jin dê dest bi qursê bikin. Taş, da zanîn ku ji ber wê tu cihên din nedîtin odeyeke mala xwe vala kiriye û perwerdehiyê dide. Taş, bi bîrxist ku jin ne wekî berê ne dikarin bi vê projeyê li ser piyên xwe bisekinin. Taş, daxuyand ku ew ji Lîseya Pîşeyî ya Aboriyê mezun bûye beşa Rêveberiye buroyê û sekreterî xwendiye, dixwaze di vî warî de hînî jinan jî bike.

'Êdî dixwazim li ser piyên xwe bisekinim'

Taş, bilêv kir ku jin êdî dizanin ku gelek mafê wan heye û êdî bikevin nava kar û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ku em azadiya xwe bidesbixin gavan diavêjin. Ev pêşketineke baş e. Îro em li vir vê yekê dikin. Ez dixwazim êdî li ser piyê xwe bisekinim û vê hişmendiyê nîşanî jinan jî didim. Niha 14 xwendekarên min heye. Xwendekarên min bi biryar in û hewil didin ku hîn bibin. Niha 4 jî xwendekarên min ên zilam jî hene. Em bawer dikin jin û mêr wekhevîn in. Berê ji tirsa bav û bira me nedikarî dengê xwe derbêxin. Lê ez bawer dikim êdî zexta zilam û axatiyê xilas bûye.”

'Dixwazim êdî hewceyî tu kesê nebim '

Kursiyer Camîa Ozer jî da zanîn ku ew li gund dijîn û di mala wê de tu kes nîn e bixebite û wiha domand, "Ez naxwazim hewceyî dayik, bav û birayên xwe bim. Ev kurs ji bo min girîng e. Heger ku xwedê nesîp bike ez dê bibim xwedî belge, bikevim karekê û debara xwe bikim”. Kursiyerê zilam Turgut Taş jî diyar ku ew li gund mezin bûye û ji ber vê yekê tu derfetên wî tune bune û wiha: "Vekirina qursê ji bo wî gelek watedar e.

Qursa ku li gund vebûyî di nava hefteyê de 5 rojan û di navbera seatên 08.00 û 17.00'an de tê kirin. Kursiyêrên ku kurs qedandî dê sertîfîka bê dayîn.

DÎHA (ay/mae)