1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên KJA'î: Ji bo azadiya xwe em li Amarayê bigihîjin hev
Jinên KJA'î: Ji bo azadiya xwe em li Amarayê bigihîjin hev,jinên,kja,î,ji,bo,azadiya,xwe,em,li,amarayê,bigihîjin,hev

Jinên KJA'î: Ji bo azadiya xwe em li Amarayê bigihîjin hev

A+ A-

AMED (DÎHA) - Jinên KJA'î bal kişandin ser tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku di şexsê Ocalan de li dijî vîna azadiyê ya jinên kurd tecrîd pêk tê. Jinan anîn ziman ku Ocalan vîna bi mîlyonan kesî ye û gotin, "Azadiya Ocalan azadiya me ye, ji bo azadiya xwe em li Amarayê bigihîjin hev."

Kongreya Jinên Azad (KJA) tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku nirxand di vê çarçoveyê de bang li her kesî kir ku di 4'iê Nîsanê de ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan banga tevlibûna meşa Amarayê kir. Endama Lijneya Rêveberiya KJA'yê Zeynep Altinkaya da zanîn ku jinên kurd berdewama kevneşopiya berxwedana bi hezar salan in û wih gotin: "Bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd jin xwe anîn asteke cudatir. Ocalan bi perspektîfa xwe tevgerên jinên cîhanê xist bin bandora xwe."

'Ocalan jinên kurd bi azadiyê re anî gel hev'

Altinkaya anî ziman ku paradîgmaya azadiyê ya ku Ocalan xêz kiriye, girîngiyek mezin dibîne û wiha dom kir: "Ocalan bi jinên kurd re azadî, hêz û vînê da avakirin. Wan bi cihanek wisa re anî gel hev. Kesekî wisa tecrîdkirin tê wateya veqetandina jinan a ji azadiyê.Ji bo jinan fêmkirin, hatina gel hev a bi Rêberê xwe re tê wateya bi kokên xwe yên dîrokî be bê gel hev. Bi mîlyonan jin Ocalan wekî temsîlkarê xwe dibînni. Di şexsê Ocalan de jin tên tecrîdkirin."

'Ji bo azadiyê biherikin Amarayê'

Altinkaya anî ziman ku ew 4'ê Nîsanê wekî rojbûna Ocalan nabînin, wekî rojbûna bi mîlyonan mirovî dibînin û wiha bi lêv kir: "Em ê wekî jin ji li her derê ku lê bin vegerînin Amarayê. Jinên kurd ji bo azadiya Rêberê xwe berxwedaneke bêhempa da meşandin. Wekî jin em ê wekî her sal îsal jî ji bo azadiya Rêberê xwe biçin Amarayê."

'Azadiya Ocalan azadiya me ye'

Endama KJA'yê Leyla Dag jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ji bo tecrîd bê rakirin divê berxwedan mezintir bibe. Ji bo şerê qirêj ya li ser bedena jinê bi dawî bibe divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Azadiya Ocalan azadiya jinên kurd e. Ji ber wê jî em ji bo azadiya xwe li Amarayê bigihîjin hev."

'Ji bo bi dawîkirina şer bimeşin Amarayê'

Endama KJA'yê Hasret Akay jî wiha got: "Ji bo şerê qirêj bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe. Ji bo wê jî çawa em her sal çûn Amarayê em ê îsal jî biçin Amarayê."

(go)