1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Kobaniyî: Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe
Jinên Kobaniyî: Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe,jinên,kobaniyî,ocalan,azad,nebe,gelê,kurd,azad,nabe

Jinên Kobaniyî: Ocalan azad nebe gelê Kurd azad nabe

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Jinên Kobanêyî Komploya Navnateweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin. Jinan diyar kir ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe gelê kurd jî azad nabe û gotin "Heta azadiya serokatiya me dê têkoşîna me bidome."

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku bi serkêşiya DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê li hemberî Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan pêk hat, 17 sal li pey xwe hişt. Li Kantona Kobanê jî bi pêşengiya Yekitiya Star amadekariyên şermezar kirina komployê tên kirin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya jinan û Yekitiya Ciwanên Rojava ya Kobanê (YCR) bi armanca şermezar kirina komployê û êrîşên li ser bakurê Kurdistanê amadekariyên meşekî dirêj tên kirin. Her wiha jin û ciwanên Kobanêyî ev hefteyeke bi gelên Kobanê re civînan lidardixin û çalakiyên cur bi cur ve komployê û komkujiyên li ser gelê kurd şermezar dikin. Çalakvanan diyar kirin ku dê di 14'ê sibatê de li Qada Azadiyê meşeke dirêj lidarbixin. Çalakvanan dan zanîn ku dê di 15'ê Sibatê de hemû derabe bên girtin, paçên reş bi avahiyan ve bên daliqandin û li tevahiya Kobanê rojî bê girtin.

'Heta azadiya serokatiya me dê têkoşîna me bidome'

Têkildarî mijarê de Endama Yekitiya Star a Kobanê Xelîme Mihemed axivî û Komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. Mihemed da zanîn ku Ocalan bi fikir û felsefeya xwe komploya navneteweyî vala derxistiye û wiha dom kir: "Em wek jinên kurd ji wan komplogeran re vê tiştî dibêjin; kes nikare fikir û felsefeya serokatiyê daye me bişikîne û têk bibe. Heta azadiya serokatiya me dê têkoşîna me bidome. Çima hemû saziyên di cihanê yên xwe wek e parastina mafê mirovan û demokrat dihesibînin, li hemberî komkujiyên ji hêla AKP û Erdogan ve li ser gelê me yê bakur pêk tîne bêdeng in? Madem dibêjin em li hemberê DAIŞ'ê ne, waye AKP û Erdogan bixwe DAIŞ'in. Di demên berê de jî Erdogan û AKP'ê di bin rûpoşa DAIŞ'ê li Kobanê komkujî pêk anî. Bila vê rastiya Erdogan û AKP'ê baş bibînin û çavên xwe negirin. Lê bila her kes baş bizanibe ku AKP û Erdogan çiqas êrîş dike bila bike, dê nikaribe gelê ku bi felsefeya Rêber Apo dijî têk bibe."

'Serkeftin dê ya gelê berxwedêr be'

Di heman mijarê de Endama Yekitiya Star Semîre Ehmed jî komplo lanet kir û destnîşan kir ku dewleta tirk û hêzên komploger çi bikin bila bikin dê nikaribin vîna gel bişikînin. Ehmed da zanîn ku gelê kurd xwe bi felsefe û ramanê Ocalan têr û tije kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev gelê zanyar êdî çi dibe bila bibe li hemberî komplogerên navneteweyî serî daneyine. Her wiha ez komkujiyên li ser gelê Bakur jî bi tundî şermezar dikim. Em heta dawiyê bi gelê xwe yê berxwedêr re ne. Ez bang li hemû jin û gelê Rojava dikim ku çawa ku di dema hewldana dagirkirina Rojava de gelê Bakur ji bo Rojava seferberî îlan kir, divê gelê Rojava jî ji bo wan seferber bibin. Serkeftin dê ya gelê berxwedêr ê Bakur be."

'Ji bo azadiya Serok Apo çi pêwîst be em dê bikin'

Der barê mijarê de Endama Yekitiya Star Leyla Elî jî destnîşan kir ku ew weke jinên Kobanêyî her tim li cem Serokatiya xwe ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo azadiya Serok Apo çi pêwist be em dê bikin. Heta Serok azad nebe gelê kurd jî bi tevahî azad nabe. Di vê çerçoveyê de jî divê em layiqî bîranîn û armancên şehîdan tevbigerin. Bi vê wesîleyê ez komkujiya li ser Bakur jî şermezar dikim. Dema ku em koçberî Bakur bûn, gelê me yê Bakur em tenê nehiştin, hembêza xwe li me vekirin û pariyê nanê xwe bi me re parve kirin. Em vê tu caran ji bîr nakin û heta dawiyê em li pişt wanin. Em ji bo her tiştî amade ne û em bi dil û can bi wan re ne."

(ea/bd/sy)