1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jinên kurd hînî tirkî dikin
Jinên kurd hînî tirkî dikin,jinên,kurd,hînî,tirkî,dikin

Jinên kurd hînî tirkî dikin

A+ A-

09:41 04.03.2012 1 / 2FERHAT ARSLAN

MÊRSÎN (DÎHA) - Piştî erdhejên Wanê 25 hezar mexdurên erdhejê koçberî Mêrsînê bûn û li navçeya Erdemliyê hatin bicîhkirin. Piştî welatiyên mexdur li tesîsan hatin bicihkirin dewletê dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê kir û ji jinên mexdurên erdhejê re dersên tirkî yên xwendin û nivîsandinê tên dayîn. Qeymeqamê Erdemliyê Îbrahîn Ozefe, diyar kir ku heta niha xwendin û nivîsandin nîşanî jinan nedan wekî "kêmasî" nirxand û anî ziman ku wan ev kêmasî ji holê rakirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Musa Kulu jî diyar kir ku ev polîtîkayên asîmîlasyonê ne.

Piştî erdhejên Wanê gelek welatî ji ber ku cihê lêbîmînin tunebû li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin belavkirin. Welatiyên li bajarên cuda hatin bicîhkirin rastî gelek pirsgirêkan hatin. Ji welatiyên li tesîsên Topraksu ya Îstasyona Lêkolîna Çandan a Atala Baxçe ya Erdemliyê û Tesîsên Banqeya Îllerê ya navçeya Erdemliyê ya Mêrsîn hatin bicihkirin re ji jinan re qursên xwendin û nivîsandinê û tirkî tê hînkirin. Qeymeqamê Erdemliyê Îbrahîm Ozefe, mekanên ji jinên mexdurên erdhejê re xwendin û nivîsandin lê tê dayîn ziyaret kirin. Ozefe di merasîma sertîfîkayan de axivî û ji ber ku heta niha dersên xwendin û nivîsandinê neda jinan "rexnedayîna xwe" da. Ozefe, polîtîkayên 80'an ên asîmîlasyonê parast û wiha got: "Mixabin birayên me yên xwendin û nivîsandinê nizanin hene. Ji xwe ev yekê kêmasiya wan nîn e kêmasiya me ye. Me li vir bi vê xebatê kêmasiya xwe ji holê rakir." Merasîm û axaftina Qeymeqam Ozefe di sîteya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya navçeya Erdemliyê de bi nûçeya "Tirkî nedizanîn, niha dixwînin û di nivîsin" hate weşandin.

'Mexdurên erdhejê li hemberî êrîşên nijadî ne'

Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Musa Kulu, diyar kir ku ji 25 hezar mexdurên erdhejê yên hatin Mêrsînê jê 14 hezar bi derfetên xwe wan li taxên piranî kurd lê dijîn bi cih kirin. Kulu, anî ziman ku mexdurên erdhejê yên dewletê li tesîsan bi cih kirin her tim li hemberî êrîşên nîjadperest in û cihên lê diminin weke qampên komkirinê ne û wiha got: "Piştî erdhejê nêzî 25 hezar welatî hatin Mêrsînê. Ji wan 14 hezar ji aliyê Şaredariya Akdenîzê û partiya me ve hatin bicihkirin. Li aliyê din kesên bi derfetên xwe hatin hene. Hinek jî ji aliyê dewletê ve li tesîsên civakî hatine bicihkirin. Ji wan hinek li Erdemliyê û hinek jî li Sîlîfkeyê hatin bicihkirin. Li Sîlîfkeyê hezar û 200 kes dimînin. Me bi ÎHD'ê û Parlementerê me Ertugrul Kurkçu re ziyaret kirin. Dîmenên li wir tên jiyîn weke qampa komkirinê ne. Dema hun ji qampê derdikevin îmza didin û dema ku hun dikevin qampê jî hun îmza didin. Pirsa dê ku ve biçi dikin. Ji ber vê yekê xwendekar rastî êrîşên nîjadperest hatibûn."

'Di bin esaretê de asîmîle kirin exlaqî nîn e'

Kulu, da zanîn ku gelê herêmê bi gotinên "Em kurdan li vir naxwazin. Em wan nadin xwendin" êrîş li mexdurên erdhejê dikin. Kulu, bilêv kir ku li aliyê din bi gotinên "Xwendin û nivîsandina wan tuneye, tirkî nizanin" jinên kurd asîmîle dikin û wiha axivî: "Kesên wisa j ber tirsê jî li wan qampan bin dê tevlî qursan bibin. Em dê ji we re xwendin û nivîsandinê bidin hînkirin û tirkî hîn we bikin. Nêzîkahiya wisa însanî nîn e. Ev yek polîtîkayên asîmîlasyonê ne." Kulu, destnîşan kir ku mexdurên erdhejê li vir bêxwedî û bêkes nîn in û wiha pê de çû: "Bi biharê dîsa dê gelek ji wan vegerin li ser axa xwe. Dê vegerin bajarê Wanê çareke din. Divê hemû kes vê yekê bizane. Em dê bi pirsgirêkên wan re dîsa eleqeder bibin. Em dê xwedî li wan derkevin ev yekê peywira me ye. Piştî em bi ser pirsgirêkên welatiyên li wan qampan dijîn de çûn pirsgirêkên wan kêm bûn."

(bd)


Bêjeyên Miftehî