1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên kurd mekanîzmayên rêxistinên nû nîqaş dikin
Jinên kurd mekanîzmayên rêxistinên nû nîqaş dikin,jinên,kurd,mekanîzmayên,rêxistinên,nû,nîqaş,dikin

Jinên kurd mekanîzmayên rêxistinên nû nîqaş dikin

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - DOKH bi nîqaşên di 8'emîn Konferansa Asayî de dê ji nû ve xwe rêxistin bike. DOKH a ku ji roja hat damezirandin heta îro wekî tevger xwe bi rêxistin kir û li hemû qadan rêxistinbûna jinan esas girt, êdî tê gotin ku di asta ku rêxistibûna jinê gihîştiye rêxistibûna weke tevger têrê nake û nîqaşên weke di bin banê kongreyê de xwe rêxistin bikin, dikin.

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) li Amedê bi 8'emîn Konferansa Asayî li dar dixe ve nîqaşên rêxistinbûneke nû dike. DOKH a ku li hemû qadan rêxistinbûna jinan esas digire niha jî hedef dike ku vê rêxistinbûna xwe mezin bike û li Tirkiye û Kurdistanê mîsyona xwe ya pêşengiyê mezin bike. Aktîvîsta DOKH'ê Yuksel Baran a ku konferans nirxand diyar kir ku ji bo ku konferans ji nû ve rêxistinbûna jinan esas digire û bal kişand li ser jinên ku pêşengiya civakbûnê kirine.

'Rêxistinbûnên herêmî û sazîbûnan dê li ber çavan bên derbaskirin'

Baran got ku li ser vê esasê di konferansê de hem rêxistinbûna xwe hem jî rêxistinbûnên aborî, herêmî û sazîbûnan li ber çavan bên derbaskirin.

Baran anî ziman ku di nîqaşên wan ên beriya konferansê dane meşandin di fikra weke rêxistinbûna kongre derketiye pêş û îro ev ê bi berfirehî bên nîqaşkirin. Baran ev tişt anî ziman: "Li ser vê esasê di çarçoveya biryarên konferansa me ya derxe de em ê berê xwe bidin pêvajoya nû. Em vê pêvajoyê di asta ku rêxistinbûna jinan gihiştiye de dinirxînin. Jinan têkoşîneke girîng dan. Sazîbûnên xwe ava kirin lê em hêj di destpêkê de ne. Gelek karên me hene. Ji bo guhertina civakê divê em têkoşînê xurtir bikin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi sazîbûnên nû hene. Ev ê di konferansê de bên nîqaşkirin. Li ser biryarên bên girtin em ê bikevin pratîkê."

Baran da zanîn ku ew heta niha weke DOKH ji bo jinan bûne rêxistineke sîwan ji ber vê yekê navê xwe biguherînin jî ew ê weke rêxistina sîwan têkoşîna xwe bidomînin, tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên kurdistanî xwe rêxistin bikin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin.

Baran destnîşan kir ku weke DOKH'ê li gelek qadan temsîliyeta wan heye, li qada siyasî, rêveberiyên herêmî û sazîbûna jinan a xweser de temsîliyeta xwe xurtir bikin û dê di bin banê kongreyê de xwe rêxistin bikin.

Baran got ku sedema nîqaşkirina ve yekê ew e ku rêxistinbûna weke tevgerê êdî ji bo asta ku rêxistinbûna jinên kurd gihîştiye bersivê nade ji ber vê yekê jî pêwîstî bi biryarbûneke berfireh heye.

'Konferans dê ji bo jinên herêmê bibe çirûsk'

Aktîvîsta DOKH'ê û xebatkara Akademiya Jinê Zuhre Taş jî anî ziman ku konferan dê rêxistinbûna jinan bigihîne asteke jor û jinên kurd hem ji bo jinên herêmê hem jî jinên cihanê çirûskek e û ew ê bi vê konferansê vê çirûskê mezintir bikin.

Taş got ku nîqaşên li ser kongrebûnê girîng in û bi biryarên dê bên girtin ve bibe konferanseke ji bo jinên herêmê pêşerojê wead bike.

Taş diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan rêxistinbûna jinan girîng e û bang li jinên cihanê kir. Taş got ku heke ew hêza xwe bikin yek dikarin li dijî hovîtî û mijokdariyê bibin hêz.

(sa/wk)