1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên li Daqoqê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin
Jinên li Daqoqê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin,jinên,li,daqoqê,8,ê,adarê,li,hemû,jinan,pîroz,kirin

Jinên li Daqoqê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin

A+ A-

ŞARISTAN NURHAK-DAQOQ - ROJNEWS Jinên li Daqoqê 8’ê Adarê li hemû jinên Şengal, Kobanê û jinên cîhanê pîroz kirin. Jinan diyarkirin ku divê êdî jin bigihin mafê xwe. Jinên li gundê Sînor û Mansur yê ser bi qezaya Daqoqê ji RojNews re axivîn. Jinan diyarkirin ku wana heya niha vê rojê pîroz nekirine, ew jî dixwazin weke her jinek vê rojê pîroz bikin û dengê xwe bigihînin hemû jinan. Jina binavê Ejîm Mihemed roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Ez vê rojê li hemû jinên Kurd, Şengal û Kobanê pîroz dikim. Pêwîste jin jî weke zilam çek rake û li hember dijmin şer bikin. Ez weke jinek ji Kerkuk hêvîdarim jina Kurd wê bigihe azadî serfiraziya xwe.” Jina ciwan a binavê Meryem Xalid jî wiha hestên xwe anî ziman: “Em ji bo êşên jinên Şengalê kêm bikin dengê xwe divê rojê de bigihînin wan. Pêwîste ev newekheviya dinavbera jin û zilam de bi dawî bibe. Pêwîste jin bi xwe kar û xebatên xwe rêve bibe û bikaribe biryarên xwe bidin. Ez dibêjim bila jin jî çek rake û bi xwe parastina xak û welatê xwe bike.” Dayîka binavê Leyla Îbrahîm a ji gundê Sînor jî axivî û got: “Em weke jinên li vir dixwazin weke zilam çek rakin û axa xwe bi parêzin. Bê ku ferqek hebe, pêwîste jin jî xwedî gotin û dîtin be. Dinava malê de ew jî weke zilam bikaribe dinava sengerên şer de cihê xwe bigre û hember çeteyên DAIŞ şer bikin. Di roja meya îro de mafê jinan zêde nîne, em jî dixwazin jin û zilam wek hevbin. Ez vê rojê li hemû jinan, bi taybet li jinên gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim.” Herdu xwişkên binavê Perjîn û Derîn yên gundê Mansur jî axivîn û gotin: “Em roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Kurd pîroz dikin. Hêviya me ewe her tim jin serkeftîbin, tekoşîna jina ya îro li her deverê tê meşandin, ji bo xwe gihandina serxwebunêye. Em hêvîdarin jinên Kurd di rojeke wiha de bigihin armanca xwe. Em berxwedana jinên li Kobanê berxwedidin silav dikin. Berxwedana ew dikin gelek bi wateye.”