1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên li hemberî komployê rawestiyan
Jinên li hemberî komployê rawestiyan,jinên,li,hemberî,komployê,rawestiyan

Jinên li hemberî komployê rawestiyan

A+ A-

WAN (DÎHA) - Jinên piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî hate girtin kincên reş li xwe kirin ligel bi ser komployê de 16 sal derbas bibin jî hêj weke roja ewil pêşwazî dikin. Jinên azadiya Ocalan dixwazin bi bawerin ku ev yek dê di demek nêz de pêk bê.

Li ser 15'ê Sibata 1999'an de roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kompoleyekî navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin 16 sal derbas bûn. Gelê kurd ji bo azadiya Ocalan bi çalakî û berxwedanan di dîrokê de cihê xwe digirin. Welatiyên li taxa Xaçortê yên her tim rastî şîdeta dewletê tên li dora Ocalan dibin xelek. Nişetecihên taxê diyar kirin ku roja Ocalan hate girtin cihan ji wan re reş bûye û bi taybet jinên taxê 15'ê sibatê bi kincên reş pêşwazî dikin. Jina bi navê Xanim Acar diyar kir ku roja Ocalan hate girtin şoq derbas kirin û wê rojê li taxê hemû kesî bi ruhê berxwedan rabû ser piyan. Acar anî ziman ku hemû jin û gelê Wanê ji bo Ocalan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin û ciwanan jî bedenên xwe şewitandin. Acar da zanîn ku ew bi xwe jî bi rojan di çalakiya greva birçîbûnê de ma.

'Me li hemberî mudaxeleya helîkopteran bi meran bersiv da'

Acar bilêv kir ku jiyana Ocalan jiyana gelê kurd e û di sala 1999'an de li taxa Xaçortê ji ber berxwedanê zextên polîsan gelek zêdebûn û wiha got: "Helîkopterên dewleta zalimkar gelek nizim difirin. Di mesafeya destê mirov digihê de diçin. Min jî bi merê lê da. Me bikujin û bavêjin zindanan Serokatî tenê nîn e. 40 milyon kurd li pey serokatiyê ye." Acar destnîşan kir ku êdî şert e Ocalan azad bibe û wiha axivî: "Heke li nava deryayekê serokê me digirin bila gelê kurd jî bigirin. Heke serokatî tunebe em çima dijîn."

Jina bi navê Muhteber Bor jî diyar kir ku piştî 15'ê Sibatê bi rojan di çalakiya greva birçîbûnê de ma û divê dîlgirtina 16 salan bi dawî bibe û wiha got: "Divê heya biharê Ocalan azad bibe. Êdî em dixwazin sibata reş li pey xwe bihêlin. Em ê deriyê girtîgehan vebikin. Êdî dê serokê me di nava gel de be."

Bor anî ziman ku berxwedana wan 16 sal in berdewam dike û ji bo Ocalan gelê kurd tu caran dest ji têkoşînê berneda.

(bd/wk)