Jinên Nisêbînî: Me tasek av û nanê xwe li hev par kir
MÊRDÎN (DÎHA) – Di berxwedana 14 rojan a Nisêbînê de jinên Nisêbînî li dijî êrîşên dewletê serê xwe ne tewandin û pêşengî kirin. Jinên Nisêbînê 14 rojan bê navber bi çalakiya lêdana teneke, dirûşme û tîlîliyan moral dan çalakgeran. Jinan destnîşan kir ku wan tasek av û nanekî li hev par kirine û wiha li ber xwe dane.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dewletê 14 rojan kolan li welatiyan qedexe kir û êrîşên giran pêk anî. Li diji van êrîşan gelê Nisêbînê di ber xwe da. Di berxwedanê de herî zêde jin derketin pêş. Jinên Nisêbînê berxwedana xwe ya 14 rojan li hember êrîşên tîmên taybet bi lêdana teneke, quşxane, sînî, berzkirina dîruşmeyan û qîrkirina tîlîliyan mezin kir. Jinan behsa berxwedana xwe ya 14 rojan çi li malê û li kûçeyan pêk anîne kirin û anîn ziman ku ew bi berxwedana xwe biserketin e.
‘Em dev ji Kurdistana xwe bernadin’
Jina bi navê Cemîle Erten diyar kir ku li hember êrîşên dijwar ên 14 rojan qet bê acizî li ber xwe dan û ligel derfetên kêm jî li zarokên xwe nêrî. Erten destnîşan kir ku wan nobeta mal û taxên xwe dikir û wiha got: “Armanca dewletê ew bû ku me ji vir derbixe. Lê bila baş bizanin em dev ji Kurdîstana xwe bernadin. Me tu carî li hember êrîşên Erdogan serî netewand û em natewînin jî. Ji ber êrîşên dewletê sewalên me du rojan bê êm û av man. Polîsan ji bo derûniya me xera bibe du rojan wesayitên xwe yên zirxî ji ber derê me hilnedan. Roja ewil de, me zarokên xwe ji bo parastinê şand deverek din. Lê ji bo parastina mala xwe ez li malê mam. Polîsan êrîşî ser mala me kirin û hemû odeyên me lêgerîn pêk anîn. Hemû dîwarên me xera kirin. Piştî ku tiştek nedîtin, paşve zivirîn. Gelek ziyana me çêbû. Lê bila baş bizanibin em ê ligel hemû êrîşên wan jî serî netewînin.”
‘Me tasek av û pariyek nan li hev par dikir'
Dayika bi navê Şukriye Aslan jî anî ziman ku ew bi rojan bê av û ceryan mane û got ku heta ew yek kesek jî bimînin dê berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin. Aslan da zanîn ku ew ji aliyekî ve di bin êrîşên dijwar de li berxwe didan û ji aliyekî ve jî ew cîranên xwe di nav jiyanek hevpar de pêdiviyên xwe rojane pêk dianîn û wiha axivî: “Me bi hev re xwarin û nanê xwe çêdikir. Me qedexek av û nanekî xwe jî li hev par dikir. Herî zêde zarokên me tirsiyan. Qetliyam û zilmek wiha li tu devera cîhanê tune. Bila ev êrîş bi dawî bibin.”
'Negirîn em li Kurdistanê dijîn'
Dayika bi navê Zeynep Ozhan jî bilêv kir ku 14 rojan di bin şert û mercên zehmet de pêdiviyên xwe yên rojane pêkanîn. Her roj li hember êrîşan berxwedana xwe mezintir dikirin û wiha got: “Me 14 rojan bênavber di ber xwe da. Hewl dan ku em mal û taxên xwe biterkînin. Lê me malên xwe neterikand. Ligel hemû êrîşên wan ên dijwar, me li taxan di berxwe da. Wan bi tank û topan êrîşî me dikir, me jî bi teneke û berxwedana xwe bersiv dida. Ji çar hawîrdor me hildabûn dorpêçê û êrîşî me dikirin. Dema zarokên me digiriyan me digot ‘negirîn em li Kurdîstanê dijîn.’ Me cîranan hemû pêdiviyên xwe bi hev re pêk dianî. Her kêlî berxwedana me mezin dibe û em ji êrîşên dewleta tirk natirsin.”
‘3 malbat 14 rojan bi hev re jiyan'
Dayika bi navê Nezete Îlerî jî destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewletê ew 3 malbat bi hev re 14 rojan di heman malê de jiyîn û got ku li hember êrîşan li berxwe dan û xwe ji êrîşan diparastin. Îlerî anî ziman ku bi çalakiyên derxistinê û tîlîliyan berxwedana xwe mezin dikirin û wiha got: “Bi çekên giran êrîşî mal û kûçeyên me dikirin. Di ser serê me de gule difiriyan. Me li hember van êrîşan li berxwe da û ew têk çûn.”
‘Dengê tank û topan dersa zarokên me bû’
Jina bi navê Salîha Oguz jî diyar kir ku zarokên wan ji ber dengê tank û topên dewletê nikaribûn rakevin û got ku ji bo zarokên wan dengê çekan û topan nebihîzin bi destê xwe guhên wan digirtin. Oguz destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewletê derûniya zarokên wan xera bûye û wiha got: “Zarokên me nikaribûn biçin dibistanê. Dersên zarokên me tenê dengê tank û topên wan bû. Dengê tank û topan di hişê zarokên me de maye.”
(mo-bg/mae)
