1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Reqqayê: Em ê bi rengê xwe yê rast bijîn
Jinên Reqqayê: Em ê bi rengê xwe yê rast bijîn,jinên,reqqayê,em,ê,bi,rengê,xwe,yê,rast,bijîn

Jinên Reqqayê: Em ê bi rengê xwe yê rast bijîn

A+ A-


NORHAN EBDÎ

REQQA – Jinên gundê Xinêz ê Reqqayê ji ber rizgarkirina gundê wan, kêfxweşiya xwe anîn ziman û weke “Vegera li çanda jin” binav kirin.

Piştî ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Xinêz ê ku 28 Km dikeve rojavayê gundê Qenterî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, şêniyên herêmê vegeriyan gundê xwe. Lê bi vê vegerê re, tişta herî balkêş ewe ku rengê jin, cil û bergên folklorî yên jin û bişirîn li jinên vî gundî vegeriyan. Ango azadî li rû û sîmayên wan der daye.

Jinên ku berê xwe dan kamereya ajansa me û êşa berê ya çeteyên DAIŞ’ê li ser wan ferz kiribûn, vegotin.

emuna-hesen

Jina bi navê Emûna Hisên diyar kir ku çeteyan hiştin ku jinên vê herêmê ji her tevgerînek xwe bi guman û tirs bin. Emûnayê got: “Em êdî dixwazin bi xwebûyînê jiyan bikin. Em ê rengê xwe yê rast vegerînin. Em hêvîdar in ku ewlehiya vê herêmê bi tevahî vegere û em jî mîna Minbicê karibin azad bijîn”.

wedha-xelef

Wedhe Xelef jî ji aliyê xwe ve da zanîn ku dema çeteyan ew bi cil û bergên derveyî persektîfên wan didîtin, yekser hevserên wan digirtin û ceza dikirin. Wedheyê got ku ji ber vê yekê wan nediwêribû ji malên xwe derkevin. Di vê oxirê de Wedhe Xelef pirsa “Ma jiyana jina gundî wiha bû?” kir û bibîr xist ku wan ji zaroktiya xwe ve di nav erdên xwe de çandinî û sewalvanî dikirin.

aisa-xelef

Ji aliyê xwe ve Eyşe Xelef gelek mînakên çetetiya DAIŞ’ê vegotin û got: “Ew ji îslamê dûr in. dema ku dixwestin bêyî destûra me diketin malên me û bi kirêtiya xwe vedireşiyan. Şukir ji xwedê re em ji wan rizgar bûn. Êdî venagerin jiyana me”.

(ne)

ANHA