1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz kirin
Jinên Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz kirin,jinên,rojhilatê,kurdistanê,8,ê,adarê,pîroz,kirin

Jinên Rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz kirin

A+ A-

MİHEMED HESEN/QELADİZÊ - ROJNEWS Jinên penaber ên rojhilatê Kurdistanê 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê bi çalakiyekê pîroz kirin. Duh jinên penaber ên rojhilatê Kurdistanê yên li bajarokê Qeladizê yê girêdayî Silêmaniyê bi boneya 8’ê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê şahiyek lidarxistin. Şahî ji aliyê komîteya Şehîd Eserî ya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve hat organîzekirin. Jin bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Jinan ligel xwezaya Kurdistanê, govend girêdan û çalakiyên cûr be cûr encamdan. Di şahiyê de peyama KJAR’ê ji aliyê Mizgîn Rojhilat ve hat xwendin. Herwiha jinên Komîteya Şehîd Eser daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Penaberî û dûriya ji rojhilatê Kurdistanê me bê hêvî nake. Vir jî başûrê Kurdistanê ye û beşek ji Kurdistana rengîne. Em bi bawerin ku êdî Komara îslamî nikare zext û bûyerên dij mirovahî li ser jinan bimeşîne. Bi ti awayî ev siyaseta Îranê sernakeve.” Şahiya jinên rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî û Bijî Serok Apo’ dawî li çalakiya xwe anîn. (mo)