1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Serhedê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin
Jinên Serhedê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin,jinên,serhedê,ber,bi,enqereyê,ve,bi,rê,ketin

Jinên Serhedê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

A+ A-

Jinên ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Agirî û Mûşê li hev kom bûn bi karwanên mezin ji bo tev li 2'iemîn Kongreya Meclisa Jinê ya BDP'ê ku sibê bi şîara "Jina bi rêxistin, rizgariya demokratîk û jiyana azad" li Enqereyê pêk bê bibin ber bi enqereyê ve birê ketin.

Sibê jin bi şîara "Jina bi rêxistin, rizgariya demokratîk û jiyana azad" dê 2'emîn Kongreya Asayî pêk bînin. Jinên herêma Serhedê ku ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Agirî û Mûşê kom bûn ji bo tev li Kongreyê bibin, ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Jinên ku li Wanê kom bibin dê bi konvoyek mezin li Bedlise bi jinên Muş û Agirî li hev kom bibin û biçin Enqereyê. Jinên Qers û Îdirê jî dê li gel endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê li hev kom bibin û di ser Erziromê re bi rê bikevin. Jinên ku li bajar û navçeyên xwe bi konvoyên mezin bi rê ketin ji aliyê jinên din ve bi girseyî hatin oxirkirin.

(mae)