1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên Şengalê perwerda bikaranîna çekê ditin
Jinên Şengalê perwerda bikaranîna çekê ditin,jinên,şengalê,perwerda,bikaranîna,çekê,ditin

Jinên Şengalê perwerda bikaranîna çekê ditin

A+ A-

 

 

HEWLÊR ŞAHÎN/ ŞENGAL


Her roja derbas dibe jinên li çiyayê Şengalê dijîn, xwe di hemû aliyan de perwerde dikin. Jinên li gundê Borîk yê Şengalê perwerdeya çekê dîtin. Jinên ciwan ên perwerdeya çekê dîtin, bang li hemû jinên Êzidî kirin ku dijî planên qirêj ên li ser civaka Êzidî xwe di hemû aliyan de rêxistin bikin.

 

Keça ciwan a bi navê Emel Xidir ya ji gundê Borik wiha got: “Ez di serî de dixwazim wiha bêjim, bi rastî ez pir kêyfxweşim ku em perwerda çekê dibînin. Ji  ber me wek civaka Êzidî ji destê deshiladara gelek êş û azar ditine, herdem em di fermanan re derbas bûne. Hemû hêzên xêr nexwaz  li ser civaka me ya Êzidiyan bazar dikin. Yên  herî zêde dibin qurbana van bazaran jin û zarokin.  ji bo em dawî li van planên qirêj bînin, pêwîste em xwe di hemû aliyan de bi rêxistin bikin.”

 

Emel Xidir wiha domand: “Ji xwe gundê me mezine, di dema fermanê de vale bibû,  niha dem derbas dibe  nû vedigerin li ser gundê xwe. Me ji wek keçên ciwan û dayikan pêşniyar kir ku em xwe fêrî bi karanina çekê bikin. Ev pêşniyara me hate pejirandin, ev 5 roje me perwerda naskirin û bikaranîna çekê dibînin. Em îro jî hatin gule berdanê. Ez destpêkê  çekan di tirsiyam. Ji ber naskirina min tinebu min ti cari ne girtibû dest xwe. Lê piştî ku min perwerda wê dit, min gule  avêt, ew tirs li ser min nema.”

  

Her wiha Emel Xidir got: “Dema fermanê de me keç û jin bi karanina çek bi zaniba,  dibe ku ewqas jin zarok ne dihatin kuştin û revandin. Em hemû keç û jin xwe fêrî bi karanina çekê dikin,  tola wan jin û keçên di destê DAIŞ’ê de rakin.”

 

 

Emel Xidir wiha dawî li gotinên xwe anin. "Ez bang li hemû  jin û keçên me yên Êzidî dikim ku werin xwe fêrî bi karanina çekan bikin. Ev fêrbûn ji bo paristina xaka me ye û em di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin.”

 

Jina ciwan a bi navê Nazime Feysel ji der barê perwerdê de wiha axivî: “Ez pir kêfxweşim ku em wek keçên Êzidî îro xwe perwerde dikin û  li hemberî êrîşan xwe bi hêz dikin. Ji ber em wek keçên Êzidî rastî gelek êrişên hovane hatine û îro ji gelek jin û keçên me li bazaran tên firotin. Ji bo em tola wan rakin pêwiste em xwe di hemû aliyan de perwerde bikin. Ji ber ku eger civakek zanebûn û hêza wê ya paristinê nebe, herdem rastî êrişan tê. Ji ber ku em bê rêxistin bûn,  her kesê  li ser me bazar dikirin.  Qaşo hêzên di gotin em paristina we dikin."

 

Nazime Faysel balkişand ser dema fermanê û wiha got: “Dema ku ferman çêbu wan li pişt xwe meyzenekirin,  ev gel wiha hiştin û reviyan.  Êdî pêwistiya me bi wan nîne.  Em di wê zanebûnê dene kî dostê me ye kî dijminê meye. Yên ji bo paristina xaka Êzidxanê  hatin,  em sipasiya wan dikin.  Em gelek tişt ji wan fêrbûn ku em çawa xwe pêşxin û xwe bi parêzin.”

 

 

Nazime Faysel wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez bang li hemû gelê me dikim ku vegerin li ser xaka xwe bijîn.  Ji bo em dawî li van êrişên havane yên li ser gelê me û xaka me binin, Em bi hevre yekitiya xwe xurt bikin.  Em ji hemû kesên ku ji bo rûmeta xwe tekoşîn dikin,  serkeftin dixwazin."

 

 

 

 

(rn)