1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jiyan li gor derfetên şer û berxwedanê tê rêxistinkirin
Jiyan li gor derfetên şer û berxwedanê tê rêxistinkirin,jiyan,li,gor,derfetên,şer,û,berxwedanê,tê,rêxistinkirin

Jiyan li gor derfetên şer û berxwedanê tê rêxistinkirin

A+ A-

NEDÎM ORUÇ

ŞIRNEX (DÎHA) – Li Silopî gel li hember êrîşên dijwar ji aliyekî ve di nava berxwedanek dîrokî de ye ji aliyê din ve jî li gor derfetan jiyana xwe a rojane berdewam dike. Dema mirov li kolanên bajêr digere ji nobeta dayîkan bigirin heya çêkirina darbestan, ji xwedîkirina sewalan bigirin heya dengê stranên şoreşgerî û morala gel a berxwedanê tê dîtin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanê a 14’ê mehê hatî îlankirin êrîşên hêzên dewletê jî destpê kir. Bû 11 roj ku leşker û polîsên tirk bi tang, top û çekên giran êrîşî taxên parastina cewherî lê heye dike. Di van êrîşên dijwar de heya niha 12 welatiyan jiyana xwe ji dest da, bi dehan welatî birîndar bûn û bi dehan avahî şewitîn an jî di encama topbaranê de hişweşiyan. Ji roja qedexeyê destpê kirî heya niha gelê Silopî li gor parastina cewherî li ber xwe dide û destûrê nade ku hêzên dewletê têkevin nava kolanên wan.Li gel parastina li hember êrîşên leşker û polîsan gelê Silopî jiyana xwe ya rojane jî berdewam dike. Gelê Silopî bi şev û roj li nava tax û kolanên xwe ye û guh nade qedexeya ku ji aliyê Walîtiiya Şirnexê ve hatiye danîn.

Bi xwê bilbil xwedî dike

Dema ku mirov li kolanên navçeyê digere hemû jiyan li gor derfetên şer tê birêxistinkirin. Welatiyê bi navê Serhat Başaran ku xwediyê bilbilekî ji ber qedexeya 11 rojan êdî tiştek nemaye ku bide bilbila xwe. Başaran ji bo tiştek bi bilbila wî neyê tije poşetekê dendikên bi xwê dişuştin. Başaran bi vî awayî hewl dide ku bilbila xwe heya ku qedexe radibe têr bike û rê nede ku bilbila wî jiyana xwe ji dest bide.

Çêkirina darbestekî a ji bo birîndaran

Li kolanên bajêr welatiyekî jî ji bo welatiyên di encama êrîşan de birîndar dibin bi derfetên xwe darbest çêdike. Welatiyê ku nexwest em rûyê wî bikêşin parçeyek beteniyekê û du şitlên dar hewl dida ku darbestekê çêbike. Piştî ku me demeke dirêj li çêkirina darbestê temaşe kir, me xatir ji welatî xwest.

Dengê stranên şoreşgerî

Li kolaneke din a bajêr dema dengê stranên şoreşgerî hat me, em ber bi dengê stranê ve meşiyan û ketin hundirê malê de. Di hewşa mala ku dengê sîrûda YPG’ê jê bilind dibû çepik, tilîlî û dubarekirina stranê morala gel a li hember êrîşên dewleta tirk nîşanî me da. Li Kurdistanê êdî peyva zarokan a yekemîn bûye diruşma, ‘Bijî Serok Apo’ û şêniyên vê malê jî hewl didan ku zarokê wan ê bipûk vê diruşmê berz bike.

Welatî nikarin sewalên xwe li derve biçerînin

Kolanek jortir welatiyekî ji bo sewalên xwe ji nav baxçe giha kom dikir. Mala jortir jî kalekî 70 salî ji bo neviyên xwe findek dişkênandin û kakilên findekê didan neviyên xwe. Li taxa Karşiyaka ya navçeyê welatiyên ku xwedî sewal ev 11 roj e nikarin sewalên xwe li derve biçêrînin û ji bo ku sewalên wan hepkî hewayek baqij bistînin wan dertêxin kolanê.

‘Nûçe û geşedanan ji radyoyên kurdî dişopînin

Ji ber ku li navçeyê ev 10 roj e elektîrk tuneye welatî ji bo paqijiyê avê di hundirê zerikan de li ser tifik dikelînin û serê xwe her wiha cil û bergên xwe jî bi vê avê dişon. Welatiyên navçeyê ji bo ku agahiyê ji xizmên xwe bigirin telefonên xwe bi elektîrka ji jeneretoran bidest dixin şarj dikin. Her wiha ji bo şopandina buyerên li Kurdistan û cîhanê jî haydar bin dema nûçeyan nûçeyên radyoyên ku kurmancî weşanê dikin guhdar dikin.

Xwarina xwe li ser tifikên di hewşên malan de çêdikin

Li kolanên heman taxê yên navçeya dayîka bi navê Helîme Yaşar ku bi zarokên xwe re li ber tifikê rûniştibû amadekariyên şîva malê dikir. Dema ku me ji dayîka Yaşar pirsî ku şîv çi ye bersiva,

‘Ser û pê’ da. Li ser pirsa li hember van êrîşan hûn çi bikin. Dayîka Yaşar got ku ew tu dem taxên, kolanên xwe û malên xwe bernadin û bi derekî din ve naçin. Welatî bi şev û roj nobetê digirin û destûrê nadin hêzên dewletê bi pêş bikevin.

Li navçeyê li gel ciwanan, dayîk, kal û zarok jî li hember êrîşan kolanên xwe diparêzin û nobeta xwe digirin. Dema ku li kolanek navçeyê em rastî komek welatiyan hatin me pirsî ku ew li kolanê çi dikin. Ji komê dayîka Makbûle Yûce diyar kir ku ew ji bo parastina xwe nobetê digirin û dê bi nobeta xwe ya bi şev û roj destûrê nedin ku hêzên dewletê bikevin kolanên wan. Dayîka Yuce da zanîn ku ew ne ji Erdogan ne jî ji tang û topên wan natirsin û dê heya dilopek xwîna wan hebe li ber xwe bidin.

(kom/eb)