1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jiyana li binê konan bi destê jinan tê honan
Jiyana li binê konan bi destê jinan tê honan,jiyana,li,binê,konan,bi,destê,jinan,tê,honan

Jiyana li binê konan bi destê jinan tê honan

A+ A-

RIHA - ANF Li wargehên ji konan ên li Pirsûsê, jin jiyanê jinûve ava dikin. Jinên dildar jî bi armanca piştevaniya Kobaniyan tên Pirsûsê.

Jinên ji Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin Pirsûsê, li wargehên ji konan jiyanê jinûve dihûnin. Li aliyekî jinên li nav refên YPJ'ê têdikoş in li tevahiya cîhanê deng vedidin, li aliyê din jî jinên nikarin şer bikin li wargehên ji konan ên li vî aliyê sînor jiyanê jinûve ava dikin. Bi meclîsên jinan ên ava kirine re, ji çareseriya pirsgirêkên jinên li wargehan re pêşengiyê dikin. Ne tenê jinê Kobaniyî, jinên dildar ên ji bajarên cuda hatine jî, destekê didin jinûve avakirina jiyanê. Meral Ozdemîr a ji Stenbolê ji bo destekkirina jinên Kobanê hat, ev 46 roj in li Pirsûsê ye. Ozdemîr a destpêkê li ser xeta sînor nobed digirt, niha bi awayekî dildar beşdarî xebatên li Wargeha ji Konan a Rojava dibe.

'BI KURDÎ BAŞ NIZANIBIM JÎ, EM GELEKÎ BAŞ JI HEV FÊM DIKIN'

Ozdemîr behsa xebatên xwe yên li wargeha ji konan kir û anî ziman ku ji belavkirina xurek û kincan heta perwerde û tenduristiyê jin di nava xebateke berfireh de ne. Ozdemîr ragihand ku ew destpêkê pêwîstî û pirsgirêkên jinan tespît dikin û dûre jê re çareseriyê peyda dikin. Ozdemîr diyar kir ku ew bi awayekî rojane bi pirsgirêkên perwerde û tenduristiyê re eleqedar dibin û got, "Bi qasî ku ji destê min tê hewl didim bikim. Bi taybetî bi jin û zarokan re diyalogê datînim. Her çend bi Kurdî baş nizanibim jî, ez û jin em gelekî baş ji hev fêm dikin."

'BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA JINÊ YE'

Ozdemîr da zanîn ku ew hewl didin jinan tevlî meclîsên li wargehên ji konan bikin û dixwazin beşdarî jiyana civakî bikin. Ozdemîr got, "Ji ber ku ji bo me berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedana jinê ye û bi pêşengiya jinê têkoşîna hebûna gelên Rojhilata Navîn e." Ozdemîr diyar kir ku ew parçeyek ji berxwedana Kobanê ne û bang li ciwanan kir, ku bê Pirsûsê, tevlî nobedên li depoyan û gundan bibin. Ozdemîr got, "Em li vir in û li benda her kesî ne. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Gelek tiştên ew bikin hene. Divê her kes bikeve binê vî barî û hilgire."