1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Jiyana xwe û Azadiya Welat kiriye hevpar
Jiyana xwe û Azadiya Welat kiriye hevpar,jiyana,xwe,û,azadiya,welat,kiriye,hevpar

Jiyana xwe û Azadiya Welat kiriye hevpar

Jiyana xwe û Azadiya Welat kiriye hevparê hev!

A+ A-

Li Wanê mamosteyê bi navê Kasim Erguler (Mamoste Aram), ku mamostetiya Şaxa KURDÎ-DER’ê ye û di heman demê de memostê fermî ye, hemû betlana xwe bi xwendina Azadiya Welat, derbas dike.

Mamoste Kasim Erguler (Mamoste Aram) piştî erdhejê ji xwe re konteynirek veqetand û jiyana xwe di kontenirê de derbas dike. Mamoste Aram hem mamostê KURDÎ-DER’ê ye û hem jî mamosteyê fermî ye. Aram bi salan e aboneyê Azadiya Welat e û hemû rûpelên rojnamyê dixwîne. Mamoste Aram li şûna biçe betlanê dema xwe betlanê ji bo xwendina Azadiya Welat, pirtûk û nivîsandina helbest û çîrokan veqetandiye. Ew li gel xebatê xwedî derketina ziman carna ji xwe re li bilurê jî dide. Her roj yekemîn çalekiya wî ya jiyane rojane sitandina Azadiya Welat e. Bi xwendina Azadiya Welat ji roja xwe re dibêje Rojbaş û dest bi roja xwe dike. Ewî di jiyana xwe de zimanê kurdî û xwendina kurdî kiriye pîvanê jiyana xwe. Her roj dema wî herî zêde ji bo lêkolîna ziman û xwendinê parve kiriye. Tu rojê Azadiya Welat ji turikê xwe na qetîne û her tim bi xwe re di gerîne. Konteynira wî tije Azadiya Welat e li derdora wî hemû rojname ye.

'Bêyî Azadiya Welat jiyan kêm e'

Mamoste Aram, diyar kir ku dema ew serê sibê radibe beriya her tiştî rojnameya xwe distîne. Aram, anî ziman ji bo ew hîn bibe li heremê, Tirkiyê û cîhanê de çi geşedan hene û qewimîne. Aram, bi lêv kir ku şopandina Azadiya Welat ji bo wî pîroz e û wiha got: “Ez dixwazim hemû geşadanê li Kurdîstanê, Tirkiyê û welatên derdor di Azadiya Welat de hîn bibim. Ji bo min xwendina Azadiya Welat ji malper û TV’yan xweştir e. Ji bo agahdarkirina gerdûnê ne çarim Azadiya Welat bitsînim.” Aram, xwendina rojanemeyê pêşniyarê hemû kurdan kir û wiha domand: “A. Welat ji bo gelê me pîroz e. Ez pêşniyar dikim ku ji 7 saliya heta 70 saliya bi şopînin. Gelê me tenê rûpela pêşî jî bixwîne bes e. Ez tenê ne bi çavê nûçeyên polîtîkayê, lê na nêrim gelek rûpelê din ên balkêş hene. Li ser çandê, jin û zarokan hene gelek têr û tijeye.” Aram, da zanîn ku rojek ew rojnameyê ne sitîne di giyana xwe de guhetinek mezin dibîne û ew roj sebra wî bê Azadiya Welat nayê.

‘Ziman xeta jiyanê ye’

Aram, anî ziman ku di nav rojê de dema xwe ji bo serdana saziyan vediqetîne û saziyan ziyaret dike. Aram, bi bîr xist ku ew di betlanê de jî dersa kurdî dide û wiha axivî: “Ez ji bo pêşketina zimanê kurdî têkoşîn didim. Ji ber ku ziman ji me re girînge û xeta jiyana me ye. Ji bilî ders dayîna kurdî, êvarê dema têm malê dema xwe ji bo helbest û çîrokan vediqetînim. Armanca min ew e ku di pêşerojê d van helbest û çîrokan bikim pirtûk. Ez bêtir ji bo ciwana li ser vê xebatê radiwestim. Ji bo her kesekî dixwazim.” Aram, diyar kir ku jiyana di konteynirê de zehmet e û piştî germê destpêkiriye ew nava rojê nikare bimîne. Aram, destnîşan kir ku dema ew ji konteynirê dertê ji bo xwendina rojnameya xwe û nivîsandina helbest û çîroka diçe perava Gola Wanê.

(bg/mae)