1. Hemû Nûçe

  2. Helbest

  3. Jİ BEGHYANÎ SHADÎ SHARÎN RA
Jİ BEGHYANÎ SHADÎ SHARÎN RA,ji̇,beghyanî,shadî,sharîn,ra

Jİ BEGHYANÎ SHADÎ SHARÎN RA

A+ A-

Dengbêj Şivanin, li ber Wêje yê 

Tev canfîdanin, ji bo Bêje yê 

Şaîr biparêz: Zimanê Kurdî 

Bibe parêzvan di vê rêze yê


Ez birîndarê Çanda cedew im 

Evîndarê kubara bedew im 

Şaîr-Dengbêj im, bilbilê war im 

Ji kerbê Welêt serî wek dew im


Bi çavên hêstir, dilê birîndar 

Hêstira avêt ta guliyên dar 

Herikî lehî bû wekî bendav 

Li ber hişîn bûn çîçekên bihar


Xwîna me bûye wekî deryayê 

Wê kedxwar bimrin di vê zeryayê 

Zilma zalima zeft kirî cîhan 

Vî derdê giran, min kirî ta yê


Êdî bes e: Sîtema kedxwara 

Zalima bî hişt, gelek kubara 

Zarok sêwî man li ber dîwara 

Divê rizgarkin ji destê hara


Çanda me maye di bin zilmê da 

Pozê me hûr bûn di bin kulmê da 

Divê xîretkin ji bo azadî!!! 

Bi hevra bimeş: Em divê rê da!


Birîna me kûr e gelekî xedar 

 Em her dinalin ji zilma zordar 

Zimanê Dayîkê kilît lêxistin: 

Kengê li Welêt wê bibe bihar?


Welêt bindest e: Gel jî stûxwar 

Ji zilm û zorê, fîxan û hewar 

Hewarê bidin Şahê Şahmerdan 

Li dara gerdûn nemînin bêwar!


Ji çavên Mûşî hêstir dirije 

Dil bûye kebab, kezeb dipije 

Ger xwe bigînim wê çerxa felek 

Ez jêra bêjim xwînam nerije


Tuj xelkêr yar e: Ji me ra neyar! 

Te çima çilmisand? Kulîlka Adar 

Ji ser me rake vê zivistanê! 

Ji me ra binê tu êdî bihar!


Te da 'alemê jiyanek bi war 

Hemû bi şans in, dijîn bextiyar 

Lê da me kurda zîndanek dijwar 

Li gerdûn me hişt bêcih û bêwar


Ebdurehîmê Mûşî Almanya, 22.07.2011

[email protected]