1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. JİNÊN KURD XOFA Jİ DAIŞ’Ê ŞİKANDİN
JİNÊN KURD XOFA Jİ DAIŞ’Ê ŞİKANDİN,ji̇nên,kurd,xofa,ji̇,daiş,ê,şi̇kandi̇n

JİNÊN KURD XOFA Jİ DAIŞ’Ê ŞİKANDİN

Di kesayetiya jinên li Kobanê de peyamên girîng ji bo tavahiya jinên cîhanê hatin dayîn

A+ A-

Asya Abdullah

Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de ji destpêkê heta roja îro jin xwedî kedeke pir mezin in. Ji bo ku pergaleke demoktratîk ava bibe li Rojava û Sûriyeyê jinên kurd xwedî hêzeke pir mezin in û bi taybetî di warê rêxistin û îradebûyînê de xwe gihandin asteke bilind û her wiha di aliyê xizmet û çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê de jî mijara herî girîng ku jinên kurd dikaribû di qada parastinê de bi nasname û rêxistinbûnê, xwe bi cih bike û pêşengiyê bike û di tevahî eniyên pêş de cihê xwe bigire. Hêjayî gotinê ye ku dema jinên kurd li hemberî DAIŞ’ê şer kirin dîroka jinan ji nû ve nivîsandin, bi berxwedana xwe ya li rojava û bi taybetî jî ya Kobanê hemû zîhniyet û qanûnên li dijî jinan parçe kirin.

Di kesayetiya jinên li Kobanê de peyamên girîng ji bo tavahiya jinên cîhanê hatin dayîn. Nîşan dan ku ger jin bi rêxistin bin û bi awayeke zanistî tevbigerin xwedî îrade û hêzeke mezin in. Wekî ku hat dîtin piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Mûsilê tirsek mezin ket nava civakê. Bi taybetî jî dema navê DAIŞ’ê dihat gotin, tirsek mezin diket dilê jinan.

Ev tirs ne belasebeb bû. Sedema vê xofa mezin ew bû ku DAIŞ’ê bi sîstema xwe ya faşîst jinan tune dikir lewre ew rêxistin dijminê jinan ê herî mezin e. Tê zanîn ku bi taybetî bi qetlîama li Şengalê hat kirin ev psîkolojî hat afirandin. Ev tirs ket dilê hemû jinên cîhanê. Pêwîst e em vê mijarê di du aliyan de binirxînin. Li Rojava û Kobanê ji aliyekî ve jin asta tekoşînê bilind dikin, ji aliyê din ve jî jinan karî bersiva hemû êşên ku jinên Şengalê kişandine bidin. Her wiha niha bi têkoşîneke nedîtî hesab ji pergala ku DAIŞ’ê li ser neyartiya jinan li gelek herêmên Sûriyeyê ava kiriye tê pirsîn.

Berxwedana jinan li Kobanê bersiva wê ye û divê bibe malê hemû jinan û di serî de em wekî jinên kurd divê bibin dengê vê berxwedanê, Çawa ku jinên kurd di asta herî bilin de bersiv dan, divê jin bigihîjin wê asta baweriyê ku dikarin jiyana xwe û ya civakê ji êrîşa DAIŞ’ê biparêzin, rola şervanên YPJ’ê di pêşvebirina şer de gelek mezin e, çalakiya hevala ARÎN MÎRKAN ji bo tevahiya jinan peyameke girîng e. Ew çalakî banga felsefeya jiyana azad e û xwe bi her awayî di berxwedana jinên kurd a li Kobanê de daye der.