1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kalkan: Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye
Kalkan: Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye,kalkan,li,holê,komkujiyeke,akp,ê,ya,bi,maskeya,daiş,ê,heye

Kalkan: Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye

Kalkan ji bo komkujiya li Pirsûsê got, "Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye. Komkujiyeke TC a bi maskeya DAIŞ'ê heye. Tê xwestin ku DAIŞ'ê bikin navê nû yê kod ê komkujî, zext û terora AKP'ê, terora TC."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan ji bo komkujiya li Pirsûsê got, "Li holê komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê heye. Komkujiyeke TC a bi maskeya DAIŞ'ê heye. Tê xwestin ku DAIŞ'ê bikin navê nû yê kod ê komkujî, zext û terora AKP'ê, terora TC. Hikûmet û dewlet nikarin rûyê xwe yê rast veşêrin. Bi DAIŞ'ê re ti tişt nikare bê vegotin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku di êrîşa bombeyî ya 20'ê Tîrmehê de 31 ciwanên herî bedew ên gelên bindest, sosyalîst, demokrat û şoreşger hatine qetilkirin û got, "Di destpêkê de vê komkujiyê bi tundî şermezar dikim. Ji hemû malbatên şoreşgeran û gelên me re sersaxiyê dixwazim. Şehîdên xwe bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim û destnîşan dikim ku em ê bîranînên wan li Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk tacîdar bikin. Ji hemû şoreşgerên birîndar bûne re jî şîfa xêrê dixwazim."

Kalkan diyar kir ku ji ber konsepta şerê taybet ê topyekûn, di serî de gelê Kurd û Kurdistanê hemû hêzên şoreşger, demokratîk û civaka Tirkiyeyê bi êrîşê re rû bi rû ne û da zanîn ku komkujiya li Pirsûsê ne bûyereke yekane ye. Kalkan got, "Beriya wê komkujiya Kobanê hebû, beriya wê jî di 5'ê Hezîranê de li Amedê komkujiya li hemberî mîtînga HDP'ê hebû. Tê gotin ku yên ev komkujî kirine endamên DAIŞ'ê ne. Çi eleqeya DAIŞ'ê bi hilbijartinên li Amedê, bi mîtînga HDP'ê ya li Amedê re heye? Her kes dizane ku eleqeya kê bi wir re heye. Ji ber vê yekê bûyer gelekî zelal e û yên ev kirine, ti carî nikarin wê veşêrin."

'KOMKUJIYA AKP'Ê YA BI MASKEYA DAIŞ'Ê

Kalkan daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên beriya komkujiyê bibîr xist û got, "Bi taybetî daxuyaniyên Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç hene, ku gefê dixwe û yên tên wateya rûdana komkujiyê, hene. Ji ber vê yekê li holê komkujiyeke DAŞ'ê nîne, komkujiyeke AKP'ê ya bi maskeya DAIŞ'ê, komkujiyeke TC a bi maskeya DAIŞ'ê heye. Tê xwestin ku DAIŞ'ê bikin navê nû yê kod ê komkujî, zext û terora AKP'ê, terora TC. Hikûmet û dewlet nikarin rûyê xwe yê rast veşêrin. Bi DAIŞ'ê re ti tişt nikare bê vegotin.

Di vê komkujiyê de berpirsyariya Tayyîp Erdogan, Bulent Arinç û Hakan Fîdan heye û berpirsyariya wan ne cihê nîqaşê ye. Ya wê rastiyan bi awayekî vekirî ji civakê re vebêjin yan jî civaka Tirkiyeyê wê van hêzan ji komkujiyê berpirsyar bibîne û ji sedî sed hesabê komkujiyê bipirse.

Bi taybetî ev nuqte girîng e: Li hemberî mirovên ciwan ên ji çar aliyên Tirkiyeyê kom bûne, hatine Kurdistanê, piştevaniyê bi gelê Kurd re dikin, hewl didin tifaqê çêbikin, helwestek ji bo azadiya Kurdan nîşan didin, li ser vê bingehê wê biçûna Kobanê û tevlî xebatên ji nû ve avakirinê bibûna, komkujiyek bi taybetî hatiye plankirin. Ev rasthatinek nîne. Li cihekî gelekî kûr, bi hemû detayên xwe hatiye plankirin, êrîşeke gelekî rêxistinkirî û profesyonel e. Di vir de armanc astengkirina tifaqa Kurd-Tirkan e. Hatiye xwestin ku tifaq û yekîtiya demokratîk a hemû gelên li Tirkiyeyê ji holê were rakirin."

Kalkan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi komkujiya li Pirsûsê de hatiye xwestin ku tola encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê, serketina Çiyayê Kizwan û Girê Spî bê hilanîn û got "Piştî hilbijartinê me destê xwe yê demokratîk dirêj kir û hewl dan bi hev re Tirkiyeyê veguherînin welatekî em hemû lê bi awayekî wekhev û biratî bijîn. Lê bi komkujiya li Pirsûsê re bersiv ji me re hatiye dayîn."

'LI SER BINGEHA HESABPIRSÎNEKE QAT BI QAT, WÊ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN'

Kalkan anî ziman ku hatiye xwestin têkoşîneke demokratîk a şoreşger, tevgereke mezin a demokratîk ku wê pêşî li faşîzma AKP'ê bigire, were astengkirin û ev nirxandin kir: "Kujer çiqasî zalim bin jî, van êrîşan çiqasî bikin jî, wê hêzên demokratîk ên şoreşger, tevgera azadiyê ya Kurd, li ser bingeha hesabpirsîna qat bi qat, têkoşîan azadî û demokrasiyê xurttir bikin.

Li ser bingeha avakirina xweseriya demokratîk wê gelê Kurdistanê bersiva pêwîst bide vê komkujiyê û Kurdistanê parçe bi parçe azad bike. Tevahiya gelê Tirkiyeyê, di serî de jin û ciwan, wê li dijî komkujiyê, têkoşîna bi ser xistina şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê, veguherandina Tirkiyeyê weke welatekî demokratîk û azad, bi hemû hêza xwe dewam bikin û ji sedî sed bi ser bikevin.

Hemû hêzên şoreşger wê li dijî van komkujiyan yekîtiya xwe xurtir bikin, yekîtiya demokratîk a gelan mezintir bikin, têkoşîna demokratîk a şoreşger hem di dema herî kurt de hem jî li her cihî bilind bikin û bersivê bidin. Û ji sedî sed wê hesap ji kujeran bipirsin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan da zanîn ku li dijî komkujiyan divê gel xwe biparêze, ewlekariya xwe bike, li her cihî xwe birêxistin û perwerde bike, rêveberiya xwe ya demokratîk, parastina xwe li her gund, tax, bajarokê pêk bîne û ji bo van deveran veguherînin parçeyekî azad û demokratîk ê vî welatî, heta dawiyê bixebitin û têbikoş in.

Kalkan got, "Roj li ser vê bingehê roja têkoşîn, roja azadî, demokrasî, xwedîderketina li gel e. Ez bawerim ku gelên me wê li ser vê bingehê tevbigerin, şoreşa azad a pêvajoya em tê de ne gav bi gav pêk bînin, bi biryardarî têkoşîneke şoreşgerî ya azadkirina welêt bimeşîne. Li ser vê bingehê dibêjim, ku wê ji sedî sed hesap ji kujeran bê pirsîn. Ez şehîdên me yên Pirsûsê careke din bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim."