1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kampanya ziman li herêmê geş dibe
Kampanya ziman li herêmê geş dibe,kampanya,ziman,li,herêmê,geş,dibe

Kampanya ziman li herêmê geş dibe

A+ A-

Kampanya îmzeyan a duzimaniyê û perwerdehiya kurdî ku ji aliyê BDP'ê ve hatibû destpêkirin li herêmê her ku diçe geş dibe. Li Çewlîk, Êlih, Riha û Lîceyê daxuyanî hatin dayîn û belavok hatin belavkirin.

ÇEWLÎK

Şaredariya Kanîreşê jî di çarçoveya kampanya duzimaniyê de tabelayên xwe yên avahiya xizmetê li gel tirkî navên kurdî jî li tabelayan bi cih kir. Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk, anî ziman ku wan li Kanîreşê destpêka duzimaniyê kirin û dê xebatên xwe yên duzimaniyê bidomînin. Her wiha Rêxistina BDP'a Kanîreşê jî di heman çarçoveyê de li tapelaya partiyê li gel tirkî kurdî jî nivisandin.

ÊLIH

Rêxistina BDP'ê ya Qûbînê di çarçoveya biryarA BDP'ê ya li herêmê duzîmanî bikarbînin etîketên fêkiyan ên ku bi kurdî û tirkî hatine amadekirin, li esnafên sûkê û bazarê belav kirin. Beriya ku etîketan belav bikin, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qûbînê Îzzettîn Kaya, diyar kir ku wan li ser biryara navendê ya partiya xwe ji bo dûzimanî bikeve jiyanê, wan ev etîket amadekirin e. Kaya, da zanîn ku bila dewlet bi zanibe zimanê zikmakî bingeh û dîrok e.

Piştî axaftinê, rêvebir û endamên BDP'ê li esnafên sûkê û bazarê geriyan û etîketan belav kirin.

RIHA

Li Rihayê jî 13 saziyên sivîl û civakî û partiyên siyasî ku KURDÎ-DER, BDP, HAKPAR, KADEP, ÎHD û Egîtîm Sen jî di navde bûn, di heman çarçoveyê de kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî li avahiya BDP'a Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê saziyan nûnerê KURDÎ-DER'ê Osman Îzgor, daxuyanî xwend û anî ziman ku ji bo astengiyên li pêşiya ziman rabin dê têkoşîna xwe geş bikin.

Her wiha Rêxistina BDP'ê ya Rihayê telefona xwe ya sekreteriyê zîvirandin duzimanî. Bi vê yekê re kesê ku li BDP'ê bigerin bi bersîva "Hûn bi xêr hatin partîya Aşitî û Demokrasî yê Şaxa Riha" tên pêşwazîkirin.

LÎCE

Li Lîceyê jî di heman armacê esnafên navçeyê ji Şaredariya Lîcê Fîkriye Aytînê ferhengên kurdî xwestin. Şaredariya Lîcê di çarçoveya kampanyaya duzimanî de esnaf ziyaret kirin. Şaredara Lîcê Fikriye Aytîn, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Lîcê Sedat Şahînlî û endamên meclîsa şaredariyê li esnafan geriyan û etîketên bi kurdî li esnafan belavkirin. Şaredar Aytîn ji esnafan xwest ku êdî etîketên wan bi kurdî û tirkî bibin. Her wiha di çarçoveya kurdî bi rêk û pêk bikarbînin daxwaz ferhengên kurdî ji Şaredar Aytîn xwestin.

DÎHA (ft/mae)