1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kampanyayê Eleqeyek Mezin Dît
Kampanyayê Eleqeyek Mezin Dît,kampanyayê,eleqeyek,mezin,dît

Kampanyayê Eleqeyek Mezin Dît

A+ A-

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Rezan a Amedê di çarçveya kampanya 'Jiyana duzimanî' û perwerdehiya kurdî de kampanya îmzeyan da destpêkirin. Kampanya îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat.

Kampanya ya KCD'ê ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û her wiha 'Jiyana duzimanî" her ku diçe belav dibe. Rêxistina BDP'êya navçeya Rezan, bi boneya piştgiriyê bide xebatên KCD'ê yên ji bo dawî li zext û zordariyên li ser kurdî bên, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Rêxistina BDP'ê ya Rezan jî bi boneya piştgire bide kampanyayê stanta îmzeyan vekir. BDP'a Rezan, li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Rezan standa îmzeyan vekir. Piştî duh stant hate vekirin nêzî 3 hezar îmze hatin komkirin. Di serî de jinan gelek kesan piştgirî da kampanyayê. Rêveberên BDP'ê ji bo kampanya ku 7 rojan li taxên cuda bidome banga piştgirî û hestiyariyê kir.

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî