1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Kaniya Şorbeyê hate vekirin
Kaniya Şorbeyê hate vekirin,kaniya,şorbeyê,hate,vekirin

Kaniya Şorbeyê hate vekirin

A+ A-

Midûrtiya Şaxa Alîkarî û Karên Civakî ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li qada kampûsa Zanîngeha Dîcleyê Kaniya Şorbeyê danî. Hevşaredar Gultan Kişanak beşdarî vekirina vê kaniyê bû.... Midûrtiya Şaxa Alîkarî û Karên Civakî ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî li Qada Kampûsa Zanîngeha Dîcleyê Kaniya Şorbeyê danî ku rojane 170 lître şorbe jê tê û hezar kes dikarin pê têr bibin. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û kesên ku tên cem nexweşên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jê sûdê werdigirin.

Kaniya Şorbeyê ku berî 0 rojan dest bi kar kir ji aliyê Hevşaredar Gultan Kişanak ve vekirina wê hate kirin. Ligel Kişanak, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Fethî Suvarî, Alîkara Sekreter Rojda Balkaş, Serokê Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli û gelek welatî beşdarî vekirina wê bûn. Şorbeya ku danê sibê zû li aşxaneya Navenda Pîşedarkirinê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî tê pahtin digıhêzine Kaniya Şorbeyê û ji wir tê belavkirin.

Vê gavê li Kaniya Şorbeyê tenê şorbeya nîskê tê belavkirin. Tê payîn ku demên pêş, şorbeya ezo gelîn, dewîn û şorbeya bacanan jî ji vê kaniyê bêne belavkiirn û li deverên cuda cuda yên bajêr Kaniyên Şorbeyê bêne danîn.

Welatî ji vê xizmetê kêfxweş in

Welatî ji vê xebata Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gelekî kêfxweş in. Welatiyên ku ji vê pêhanînê xweşhal in, bo vekirina Kaniya Şorbeyê spasiya Hevşaradar Gultan Kişanak kirin.

Hevşaredar Gultan Kişanak piştî ku vekirina Kaniya Şorbeyê pêk anî demekê bi welatiyan re sohbet kir û der barê wê de ji xebatkarên bi ser Serokatiya Daîreya Karênn Civakî agahî wergirtin.


Bêjeyên Miftehî