1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karasû: Divê Amed a li dîroka xwe tê bike
Karasû: Divê Amed a li dîroka xwe tê bike,karasû,divê,amed,a,li,dîroka,xwe,tê,bike

Karasû: Divê Amed a li dîroka xwe tê bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku divê tevahiya gelê Amedê di van hilbijartinan de helwest û vîna xwe ya siyasî nîşan bide û ya li dîroka xwe de bike

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku divê tevahiya gelê Amedê di van hilbijartinan de helwest û vîna xwe ya siyasî nîşan bide û ya li dîroka xwe de bike.

Karasû ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê ev bang li gelê Amedê kir:

"Gelê Amedê yê hêja, bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Em dikevin pêvajoyeke girîng a hilbijartinê ku hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Tirkiyeyê dîrokî ye. Ev pêvajoya hilbijartinê û encamên wê, ji bo gelê Amedê jî gelekî girîng e. Ji ber ku helwesta gelê Amedê her tim bûye helwesta gelê Kurdistanê. Helwesta siyasî ya gelê Amedê bi bajarekî ve bisînor nîne. Helwesta gelê Amedê her tim bandor li rewşên siyasî yên li Kurdistanê kiriye. Ji xwe cîhan jî bi vî rengî lê dinêre. Cîhan, Amedê weke temsîlê Kurd û Kurdistanê dibîne. Amed weke navenda Kurdistanê tê zanîn. Cîhan jî, Tirkiye jî li Amedê dinêrin û bi vî rengî li ser Kurd û Kurdistanê nirxandinan dikin. Ji ber vê yekê helwesta Amedê wê rewşên siyasî derxîne holê. Gelê Amedê wê bi vê zanebûnê tevbigere.

AMED NAVENDA BERXWEDANÊ YA KURDAN E

Amed, helwest, temsîl û vîna siyasî ya gelê Kurdistanê daniye holê. Amed ne tenê vîna siyasî ya Kurdan e, di heman demê de navenda nêrîn, siyasî û berxwedanê ya Kurdan e. Ji Şêx Seîd û heta roja îro, helwesta Amedê ya li hemberî mêtîngerî û qirkirina çandî ya li ser Kurdistanê zelal e. Ji ber rola xwe ya siyasî ya di rêveçûna dîrokê de Amed bû yek ji kelehên berxwedanê yên Şêx Seîd. Kengî li Amedê pêşketine demokratîk rû da, Amed her tim bûye alîgirê vê pêşketina demokratîk. Ti carî li aliyê rejîma otorîter û zordar cih negirtiye.

WATEYA AMEDÊ MEZIN E

Amed di dîrok û berxwedana Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Bi taybetî, berxwedana zîndanê ya li dijî faşîzma 12'ê Îlonê li Amedê pêk hatiye. Berxwedana zîndanê ya li Amedê, bi hêza gel pêk hatiye. Hebûna li Amedê xwedî wateyeke mezin e. Hebûna li Amedê hesteke cuda dide mirovan, berpirsyariyê dide mirovan. Lewma divê gelê Amedê van rastiyan bibîne. Di şehadeta Vedat Aydin de rabû ser piyan, helwesta xwe nîşan da. Di sala 2006'an de dema 14 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin gelê Amedê helwesta xwe nîşan da, bêdeng nema.

SEKNA DEMOKRATÎK A AMEDÊ SEKNA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ YE

Gelê Amedê her tim helwestekê welê nîşan daye ku li ber çavan were girtin. Di vê hilbijartinê de jî wê heman helwestê nîşan bide. Helwest û nêzîkatiya Amedê tevahiya Kurdistanê eleqedar dike. Sekna demokratîk a Amedê, sekna demokratîk a Kurdistanê ye. Girîng e gelê Amedê haya xwe ji vê mîsyona dîrokî hebe. Nabe ku gelê Amedê xwe ji rêzê bibîne. Ji aliyê namzetên xwe ve jî rewş bi vî rengî ye. Nabe ku namzetên Amedê herêmî bin. Jİ ber vê yekê namzetên îro yên Amedê ji nasnameyên cuda ne.

BI BILINDBÛNA RÊJEYA DENGAN A AMEDÊ RE VÎNA SIYASÎ YA KURD JÎ BILIND DIBE

Amed paceya demokrasiyê ya Kurdistanê ye ku berê xwe li cîhan û Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Amed bi mîsyoneke bi vî rengî re di dîroka Kurdistanê de cih digire. Lewma divê Amed giraniya xwe bide vê hilbijartinê. Bi vê hilbijartinê re wê çarenûsa Tirkiyeyê, çarenûsa Kurdistanê biguhere. Divê vîna Kurd bi xurtî xwe li sindoqan nîşan bide. Ji ber ku bi bilindbûna rêjeya dengan a Amedê re vîna siyasî ya Kurd jî bilind dibe. Wê hîn bêhtir Kurd mûxeteb tên dîtin û pirsgirêka Kurd zûtir çareser bibe. Ji ber vê yekê bang li gelê Amedê dikim; divê vîn û helwesta xwe ya siyasî di vê hilbijartinê de nîşan bide. Bi rêbazeke li dîroka xwe tê, bi berxwedana Şêx Seîdan, berxwedana zîndana Amedê re, divê vîna xwe ya ku di sala 2006'an de li hemberî çekên kîmyewî nîşan da, careke din destnîşan bike."

MOTORA TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YA LI TIRKIYEYÊ AMED E

Pêwîste Amed di vê hilbijartinê de nîşan bide ku ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê jî motora têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Eger Amed vê yekê nîşan bide, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, ne tenê ji bo Tirkiyeyê wê ji bo Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Kerkûk û Şengalê bibe moraleke mezin. Girîng e Amed bi vê berpirsyariyê rabe. Divê gelê Amedê bi nêzîkatiyên teng, nerazîbûn û herêmî tevnegere. Ji ber ku barê li ser pişta gelê Amedê giran e û bala her kesî li ser e. Pêwîste vê rastiyê bizanibe û bi vî rengî biçe ser sindoqan.

DIVÊ BERSIVÊ BIDE AKP'Ê

Baweriya gelê Amedê ya li nirxên Îslamî xurt e. Divê bersivê bide hin derdorên van nirxên Îslamê bikar tînin. Divê bi vê zanebûnê biçe ser sindoqan û bersivê bide AKP'ê. Li ser vê bingehê careke din silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê welatparêz ê Amedê dikim, destê dayikên şehîdan maçî dikim."