1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karasû: Gerîla cewhera berxwedêr a gelê Newrozê ye
Karasû: Gerîla cewhera berxwedêr a gelê Newrozê ye,karasû,gerîla,cewhera,berxwedêr,a,gelê,newrozê,ye

Karasû: Gerîla cewhera berxwedêr a gelê Newrozê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di civîna Newrozê de axivî û diyar kir ku ji Kobanê heta Rojhilatê Kurdistanê ew li qadeke ji hezar kîlometreyî, şer dikin

A+ A-

Behdînan - Anf Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di civîna Newrozê de axivî û diyar kir ku ji Kobanê heta Rojhilatê Kurdistanê ew li qadeke ji hezar kîlometreyî, şer dikin. Karasû got, "Li çiyê bi hezaran gerîlayên me hene. Gelê me timî li ser piyan e. Rastiyeke bi vî rengî ya gel hatiye afirandin."

Hefteya Lehengiyê (21-28'ê Adarê) li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyên gerîla dewam dike. Li qadên gerîla, tevî pîrozbahiyên Newrozê, bi wesîleya 28'ê Adarê roja ji destdayîna jiyanê ya fermandarê efsanewî yê PKK'ê Mahsûm Korkmaz, merasîm û civînên bîranînê tên lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî yek ji van civînan bû û ji gerîla re axivî.

Di çalakiya ku bi merasîma leşkerî destpê kir de Karasû, yek bi yek silav da gerîlayan. Dûre li quntara çiyayekî bi kulîlkên biharê xemilî, bi gerîlayên ciwan re civînek lidar xist. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Karasû da xuyakirin ku Newroz bi saya têkoşîna PKK'ê li cewhera xwe vegeriya ye û îro ji aliyê bi mîlyonan ve tê pîrozkirin. Karasû destnîşan kir ku ew rastiya bûyîna gelê Newrozê îro jî didin jiyîn. Karasû, gerîla weke 'Cewhera berxwedêr a gelê Newrozê pênase kir û diyar kir ku PKK'ê di şexsê Newrozê de gelek ji nû ve afirandiye.

Mûstafa Karasû da xuyakirin ku pîrozbahiyên îsal ên Newrozê ji her demê cudatir derbas bûne û got, "Cejna Newrozê îsal bi coşa mezin a gel hat pîrozkirin. Ev coş li her qadê, li her bajar û navçeyan mezin bû. Newroza îsal cuda bû. Berxwedana Şengal û Kobanê, bandora şoreşa Rojava, hevdîtinên li Îmraliyê û peyama Rêber Apo coşa gel derxist asta herî bilind. Bêguman hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê yên nêz bûne, bandor lê kir."

QURBANIYÊN KOMKUJIYÊN LI HESEKÊ BIBÎR ANÎ

Karasû welatiyên di êrîşên bombeyî yên li Hesekê de jiyana xwe jid est dan bibîr anî û got, "Li Hesekê di êrîşên bombeyî de 52 welatparêz şehîd ketin. Bêguman ev bûyer ji aliyê me ve rewşeke gelekî bi êş e. Em şehîdên Hesekê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Têkoşîna azadiyê ya Kurd bi hêsanî bi pêş nakeve. Têkoşîna me têkoşîneke zehmet e. Li cografya herî zehmet a cîhanê, li herêmeke ji kevneşopiya dewleta despotîk, em dijîn. Di bin serdestiya mêtîngeriya Ereb, Fars û Tirk de rastiyeke me ya gel a bi gefa qirkirina çandî re rû bi rû ye, heye. Li holê, şovenîzm û neteweperestiyek heye ku dixwaze Kurdan ji holê rake. Rastiya netewe dewlet heye. Rêxistinên mîna DAIŞ'ê yên xwe ji van xwedî dikin hene. Ev hêzên mijara gotinê, mîna li Hesekê, êrîşên çavsorane dibin ser gelê me."

LI QADEKE JI HEZAR KÎLOMETREYÎ ŞERÊ GERÎLA

Karasû got, "Kurd di tevahiya rêveçûna dîrokê de bi taybetî jî di sedsala dawî de her tim li êrîş û zilmê rast hat" û anî ziman ku PKK ji bo vê êrîş û zilmê ji holê rake derketiye holê û got, "Rastiya PKK'ê ev e."

Karasû bal kişand ser hebûna bi hezaran gerîla ya li çiyê û şerê li qadeke ji hezar kîlometreyî tê meşandin û got, "Bêguman gelê Kurd ne ew gelê berê ye, ne gelê beriya 40 salî ye. Bi pêşengiya Rêber Apo tevgera me ya azadiyê, rastiya gelekî berxwedêr afirandiye. Rastiya gelê Kurd êdî gelekî cuda ye. Li çiyê bi hezaran gerîla hene. Ji Kobanê heta sînorê Rojhilatê Kurdistanê hema bêjin li qadeke ji hezar kîlometreyî em şer dimeşînin. Gelê me her tim li ser piyan e. Rastiyeke bi vî rengî ya gel hatiye afirandin."

DI ŞEXSÊ NEWROZÊ DE ME GELEK JI NÛ VE AFIRAND

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû da xuyakirin ku di salên 1970'yî de, di demeke ku Kurd li ber mirinê bû û Newroz hatibû ji bîr kirin de weke tevger ew derketin holê û diyar kir ku di sala 1977'an de Apoyî li her cihê lê bûn Newroz pîroz kirin.

Karasû got, "Kevneşopiya pêxistina agirê Newrozê bi lastîkan, me da destpêkirin" û destnîşan kir ku wan ne tenê Newroz, di heman demê de gelekî li ber mirinê bû ji nû ve zindî kirine.

Karasû da zanîn ku PKK'ê tedawiya şoqê li Kurdan kir û ragihand ku di wê demê de hêza Kurdan a têkoşînê nemabû, sîstem qebûl kiribû û got, "Ji ber ku di nava sîstema mêtînger a modernîteya kapîtalîst de ji xwe re li cihekî digeriya. Tevgera me ji vî Kurdî re got noker-xulam. Tevgera me bi vê zelaliyê derket holê. Kurd û tevgerên bi vî karekterî bi tundî rexne kir. Me Kurd bi vî rengî hejand, bi gotineke din tedawiya şoqê li Kurdan kir. Ji nû ve rakirina ser piyan a rastiya Newrozê jî parçeyek ji vê tedawiyê bû. Ev di cih de û girîng bû. Xwedîderketina li rastiay Newrozê, zindîkirina Newrozê, karê ku Apoyî û PKK'ê diviyabû bikira bû."

NASNAMEYA BERXWEDANA LI DIJÎ ZALIM

Karasû da xuyakirin ku Newroza ji aliyê PKK'ê ve hat zindî kirin di kesayetiya Kawayê hesinkar de veguherî roja berxwedana mazlûman a li dijî zalimên weke Dehaqan û got, "Nirxê herî mezin ê Kurdan berxwedana li dijî zaliman e. Nasnameya Kurdan a bingehîn jî nasnameya berxwedana li dijî zaliman e. Rêber Apo, Apoyiyan û PKK'ê ev bi ser xistin."

KURDÊ XWEDÎ LI KEVNEŞOPIYA NEWROZÊ DERKEVE, JÊ RE KURD NAYÊ GOTIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewlet ji vê rastiya Newrozê û guherîn-veguherîna gel aciz bûye û sedam vê hêrsê jî wiha vegot: "Ji ber ku PKK'ê wateyeke cuda da Newrozê. Dibêjin 'Newroz vejîna biharê ye'. Ji nirxê ku PKK û gelê Kurd li Newrozê dikin, aciz in. Di serî de mêtînger, emperyalîst û Kurdên neteweperest ên noker, ji vê aciz in. Aciz dibin ku em raperîn, berxwedan û azadiyê weke karekterê bingehîn ê Newrozê pênase dikin û vê yekê dikin çanda Kurdan. Ji ber ku kesek nikare gelekî xwedî cejn, nirx û çandeke bi vî rengî bike kole. Nasnameya vî gelî ev e. Kurdê xwedî li vê nasnameyê dernekeve êdî weke Kurd nayê hesibandin. Kurdê li çanda berxwedanê ya ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan xwedî dernekeve, weke Kurd nayê dîtin."

BÛYÎNA GELÊ NEWROZÊ

Karasû da zanîn ku Newrozê rastiya gelê berxwedêr nîşan daye û got, "Rastiya gelê berxwedê ku Rêbertiya me tîne ser ziman, bûyîna 'gelê Newrozê' ye. Di salên 90'î de di serhildanên Newrozê de bi sedan şehîdên me çêbûn. Li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Bazîd, Dîgor, Amed, Êlihê me şehîd dan. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji Kurdan re got 'Gelê Newrozê'. Niha em rastiya gelê Newrozê didin jiyîn. Em her tim xwedî li vê derkevin. Li ku derê dibin bila bibin em bi xurtî tevlî Newrozê bibin."

GERÎLA CEWHERA GELÊ NEWROZÊ YE

Karasû destnîşan kir ku gelekî girîng e Newrozê veguherînin nirxê herî bingehîn û got, "Kirina rojeke xurt a Newrozê, xebateke mezin a îdeolojîk, çandî û nasnameyî ye. Fêmkirina Newrozê ya ji Mazlûman, Rahşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan û hemû şehîdên me di Newrozê de dane, jiyandina wan têkoşîneke mezin a îdeolojîk e. Têkoşîna herî mezin a çandî ye. Sekna herî xurt a a polîtîk e."

Karasû da zanîn ku PKK girîngiyeke mezin dide Newrozê û got, "Em weke PKK, weke gerîla cewhera bexwedêr a gelê Newrozê ne. Sembola vî gelî gerîla û PKK ye. Lewma bersiva ji pirsa 'Em kî ne', 'Em gelê newrozê, gerîlayên gelê Newrozê temsîl dikin' e." Karasû destnîşan kir ku pêşengên azadî û demokrasiya cîhanê îro ji aliyê Kurdan ve tê kirin.