1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Divê em êdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran
Karayilan: Divê em êdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran,karayilan,divê,em,êdî,bersiva,pêwîst,bidin,dagirkeran

Karayilan: Divê em êdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, PKK amade ye di vê pêvajoya dîrokî de bi erkên xwe rabe

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Karayilan di Bernameya Taybet a Stêrk TV de rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê nirxand.

Karayilan da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî HDP'ê, girtina parlamenter û hevşaredaran, girtina saziyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, operasyonên hewayî û bejahî, planên dagirkirina Cerablûs û Babê, hewldanên xwegihandina Reqayê û tevlîbûna li operasyona Mûsilê, daxwaza destwedana li Şengal, Başûrê Kurdistanê û Iraqê parçeyek ji konsepta li dijî destketiyên Kurdan e.

Karayilan da zanîn, ku hetan iha ji Rojavayê Kurdistanê fîşekeke bi tenê li dijî leşkerên Tirk nehatiye teqandin, ji Rojavayê Kurdistanê kesî li Tirkiyeyê çalakî nekiriye û got, "Ti hewldaneke wan a li dijî Tirkiyeyê nehatiye kirin. Ji xwe hejmara wan kêm e. Heta niha di bin zext û zordariya rejîma Sûriyeyê de hatine eciqandin. Niha rejîm ji hev ket; şert û mercên bûyîna xwedî statuyê derketin holê. Lê belê ev dibêjin, 'Çawa çêdibe ku PYD li wir bibe xwedî statu'. Çima? Ji ber ku PYD Kurd e. Ji xwe re hinceteke gelekî erzan peyda kirine. Dibêjin 'Ew PKK'yî ne'. Tiştekî balkêş e. Tu ji ku zane ew PKK'yî ne. PKK diyar e. Weke rêxistineke şoreşger li dijî mêtîngeriya Tirk şer dike, têdikoşe, li ber xwe dide. Lê ev weke rêxistinbûneke cuda derketine holê, hevserokên wan diyar in; li parçeyekî din e û li dijî dewleteke din têdikoşin. Çi eleqe heye? Hinceta wan derew e. Ji xwe re hincetê dafirîne. Yanî dijminatiyê li Kurdan dikin. Li dijî statuya Rojavayê KUrdistanê ye. Ji bo Rojavayê Kurdistanê nebe yek parçe, dixwazin bikevin navberê. Dixwazin li qada navneteweyî jî bixin lîsteyên terorê, ne rewa nîşan bidin û li ser vê bingehê Şoreşa Rojava bifetisînin."

'TIRKIYE DIXWAZE STATUYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ JI HOLÊ RAKE'

Karayilan anî ziman, ku dewleta Tİrk bi bicihbûna li Mûsil an jî Til Aferê, bi bicihbûna li Kerkûkê bi rêya hin alîgirên xwe re dixwazin statuya Başûrê Kurdistanê jî bixin rojeva xwe û wiha dewam kir: "Ew bi vî rengî difikirin; 'Heta ku Başûrê Kurdistanê statuyek hebe, wê Kurdên li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê daxwaza stauyê bikin'. Lewma dixwazin Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin. Ji bo vê armanca xwe jî dek û dolaban digerîne. Çawa? Mîsakî-Milî dixe rojevê. Dibêje, ew peymana Lozanê qebûl nakin. Yanî dibêje 'Musil û Kerkûk a wan e'. Bi vî regnî dixwaze statuya Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Armanca wan ev e. Dema em vê yekê bilêv dikin, mebesta me ne ew e ku bandorê li hin kesan bikin. Nexêr. Li siyaseta wan a hundirîn binêrin, li nîqaşên wan binêrin, li daxuyaniya Erdogan ku digot 'ya em ê biçûk bibin ya jî em ê mezin bibin' binêrin. Tu yê ber bi ku ve mezin bibe? Tu yê Maşê bi dest bixe? Na. Dibe ku çav berda be Helebê, lê ji aliyê esasî ve ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê her cihî dixwaze. Çavê vana sor bûye. Êrîşeke cidî heye. Divê kes xwe nexapîne. Lazim e her kes vê rastiyê bibîne."

'PÊWÎSTIYA KURDAN BI STRATEJIYEKE HEVPAR HEYE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ragihand, nuqteya herî girîng a ku divê siyaseta Kurd bibîne ew e; mêtîngeriya Tirk ji bo tinekirina tevahiya destketiyên Kurdan konsepteke nû afirandiye û ev tespît kir: "Eger siyaseta Kurd vê xeteriyê nebîne, dibe ku ji nişka ve hemû dewletê dagirker li ber Kurdan rabin. Eger sibe ev şer biqede, wê dewletên mezin, hêzên navneteweyî bixwazin herêmê di nava xwe de parve bikin. Yanî xeterî li ser destketiyên Kurdan hene. Di bûyera Cerablûsê de jî me dît, hêzên navneteweyî tevî ku nakokî di navbera wan de hene jî, li dijî Kurdan bûn yek. Lazim e siyaseta Kurd vê rastiyê bibîne û êdî ji bo neteweya xwe bixebite."

Karayilan işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir û got, "Di sala 2013'an de em hinekî nêzî yekîtiya neteweyî bûn. Lê nebû, negihîşt encamê. Pêkhatina yekîtiyeke berfireh a neteweyî dibe ku niha nepêkan be. Lê belê pêkane ku hemû rêxistinên Kurdan bi perspektîfeke neteweyî li bûyeran binêrin û li gorî vê tevbigerin. Pêwîstî bi stratejiyeke hevpar heye. Vekirî yan jî veşartî, divê stratejiyeke neteweyî ya Kurdan hebe. Ji bo serketina Kurdan û parastina destketiyan, ev yek şert e. Ji bo gelê Kurd karibe bi rengekî azad li ser vê xakê bijî, stratejiyeke hevpar a neteweyî şert e."

Karayilan da xuyakirin, ku li her çar aliyên Kurdistanê divê wke gelê Kurd êdî ji bo xwe bixebitin û kes guh nede hêzên derve.

'DIVÊ EM ÊDÎ BERSIVA PÊWÎST BIDIN DAGIRKERAN'

Mûrat Karayilan destnîşan kir, ji bo parastina destketiyên gelê Kurd ên li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê weke PKK ew amade ne di vê pêvajoya dîrokî de bi her awayî bi erka xwe rabin û got, "Di vî warî de nêzîkatiyeke me ya teng û bi nerazîbûn nîne. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke kûr û pêşdîtî heye. Em dibînin ku niha di nava siyaseta Kurd de ev nîqaş hene. Lewma em dixwazin bêjin, ku bi hêvî ne di vî warî de pêşketinek çêbibe. Divê em êdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran. Em leşkerê wan nînin û em ê xizmetê ji wan re nekin. Pêwîste em vê bersivê bidin her kesî. Lazim e her kes zanibe, Kurd wê êdî yê xwe be. Wê ji bo xwe bixebite. Stratejiya xwe heye. Ev der welatek e, ev der Kurdistan e. Divê her kes bi rêzdarî nêzî vê bibe. Bi siyaseteke yekalî, bi zorê nikarin bi ser bikevin. Girîng e em li her qadê bersiva vê bidin. Pêwîste em li qada şer, li qada siyasî û dîplomasiyê bersivê bidin, ku bi rastî jî bibin yên xwe. Ku li welatê xwe, sîstema xwe bi rengekî azadî û wekhev ava bikin. Di vê kêliya dîrokê de helwesteke bi vî rengî nebe, nabe."

'TIRKIYE DIXWAZE SÛDÊ JI VALAHIYÊ WERBIGIRE'

Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk dixwaze çeteyên xwe li Babê bi cih bike û bi vî rengî pêşî li yekbûna Rojavayê Kurdistanê bigire û got, "Dixwaze pêşî li demokratîkbûna Sûriyeyê bigire û li pêşiya bidestxistina mafên gelên Kurd, Asûrî, Suryanî, Ermenî û Ereb bibe asteng. Êrîşa li dijî Babê, ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, dijberiya xwe ya li Sûriyeya Demokratîk tên kirin. Gelê Sûriyeyê îro li wir li ber xwe dide."

Karayilan hilbijartinên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bibîr xist û got, "Serokê berê nikare biryarên nû bigire. Serokê nû jî wê di 20'ê Çileyê de dest bi erka xwe bike. Tirkiye dixwaze ji vê yekê sûdê werbigire. Ji bo Rûsyayê jî hin tawîzan dide. Bi vî awayî dixwaze li wir bi cih bibe û ji valahiyan sûdê bigire."

'KES WÊ SERÎ LI BER NEVIYÊN OSMANÎ NETEWÎNE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman, eger ev dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyeyê bidome wê gelê Ereb jî têkoşîna xwe ya li dijî Tirkiyeyê bilind bike.

Karayilan bibîr xist, ku niha êrîş li dijî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê kirin û wiha dewam kir: "Ereban dikuje, welatiyên Sûriyeyê dikuje. Li wê derê, li dijî wan şer dike. Kurd, Suryanî, Ermenî, Asûrî, Erebê Sûrî, Erebê Elewî; bi dîtina min wê tevahiya gelê li wir, li dijî vê derkeve. Li wê derê wê kesek serê xwe li ber neviyên Osmanî netewîne. Eger Tirkiye di vê de israr bike, ez texmîn dikim ku li herêma Şehbayê û li dora Babê wê şerekî dijwar biqewime. Ev şer wê ji aliyê gelê Ereb ve li dijî Tirkan bê meşandin. Bi rêya çend çeteyan divê ti kes li ser navê gelê Sûriyeyê naxive. Ji xwe eger şeref û rûmet bi wan kesên bi wan re tevdigerin hebûya, wê nebûna maşik ji dewleta Tirk re. Artêşa Tirk bi awayekî fermî dest li axa Sûriyeyê werda ye, bi qasî 40-50 kîlometreyan daye nav. Dixwaze bajarekî Sûriyeyê bi dest bixe. Ev yek li dijî tevahiya Sûriyeyê ye. Gelê Sûriyeyê wê li dijî vê li ber xwe bide. Kurd wê li ber xwe bidin. Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê jî da xuyakirin, ku wê heta dawiyê destekê bide berxwedana bi pêşengiya Ceyş El Siwar. Da xuyakirin ku ew heta dawiyê destekê dide berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Ev tiştekî meşrû ye. Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bûye. Lewma wê destekê bide berxwedêran. Yanî dest li vîna gelên Sûriyeyê, gelê Kurd, gelê Ereb hatiye werdan. Ev yek dagirkerî ye. Bêguman wê nikaribin bi ser bikevin."

Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze biçe Minbic û Reqayê û got, "Xeyalên bi vî rengî jî dibînin. Ev yek ewçend hêsan nîne. Yanî jê heye ku bi balafiran, leşkeran û tankan dikare her titşî bike. Halbûkî ne bi vî rengî ye. Ez di wê baweriyê de me ku wê li wê derê bersiva pêwîst ji wan re bê dayîn û derbeke cidî bixwin. Dibe ku Reqayê, Babê bigirin. Ev pêkan e. Ew ne pirsgirêk e. Pirsgirêk ew e ku gelê Ereb, artêşa Tirk hezm nake. Dagirkeriya Tirk hezm nake. Ji ber vê yekê ev hewldanên wan ên dagirkeriyê wê bibin bela li serê wan."