1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Divê Şengal xweser be!
Karayilan: Divê Şengal xweser be!,karayilan,divê,şengal,xweser,be

Karayilan: Divê Şengal xweser be!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "DAIŞ ji bo tevahî mirovahiyê xeteriyek e. Heta li Mûsilê desthilatdar be, wê gefê li Başûrê Kurdistanê bixwe. Lewma eger plana pêngaveke berfireh bê kirin, em amade ne cih bigirin."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Me hîna tola şehîdên fermanê ranekiriye. Hîn keç û jinên me li Mûsilê esîr in. Eger ku şert û merc guncav bin em dixwazin pêş de biçin û tola şehîdan rakin. DAIŞ ji bo tevahî mirovahiyê xeteriyek e. Ji bo gelê Kurd xeteriyek e. Hebûna wan li Mûsilê ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyek e. Heya ew li Mûsilê deshilatdar bin wê her tim tehdîtê wan li ser Başûrê Kurdistanê hebe. Ji bo wê eger ku pêngavekê berfireh bê amadekirin em jî amade ne beşdar bibin. "

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivî û pêngava ji bo rizgarkirina Şengalê, serketina hat bidestxistin, êrîşên li Parîs û Berûdê, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê nirxand.

Di 8’ê mijdarê de ji bo rizgarkirina Şengalê hêzên HPG-YBŞ ji bo rizgarkirina Geliyê Şîlo ketin tevgerê û herî dawiyê bi hêzên Kurdi re 13 mijdarê de Şengal rizgar bû. Ji bo Şengalê peyama we çi ye?

Destpêkê ez hemû kesî silav dikim. 18 mijdar roja şehadeta fermandar Reşît Serdar e. Rêheval Reşît di sala 2012’an de tevgera Şemzînan li herêma Zagrosê rêbazê ku pêş xist, rêbazê şerê gel ê şoreşgerî bû. Îro jî ew rêbaza ji bo ronahiyê çêdike û pêşeng e. Ez di sêyemîn salvegera şehadeta wî de di şexsê reheval şehîd Reşît Serdar de bi tevajî şehîdên şoreşa Kurdistan bi bîr tînim û sozê me dayî wan ez dubare dikim.

Niha di rizgarkirina Şengalê de jî şehadet çêbû. Gelek şehîd li Şengalê jiyan bû. Berê hemû tiştî fermana 73’an li gelê me yê Êzîdî hat, gelek însanên me hatin qetilkirinê, şehîd bûn. Cardin ji bo rizgarkirin û parastina Şengalê, Êzîdxanê berxwedan çêbû; di vê berxwedanê de jî gelek şervan û fermandar şehîd ketin. Ez tevajî şehîdên fermanê û yê berxwedanê bi bîr tînim û ger ku îro rizgarbûn û azadbûna Şengalê nîqaş dikin divê ku ruhê şehîdan jî bibe, divê tevahî Kurdistan û Şengal bi temamî azad bike û wisa ew şehîdên qehreman bike kesê nemir.

Rizgarkirina Şengalê bi taybet gelê me yê Êzidî û tevahiya gelê me yê Kurdistanê pîroz dikim. Hemû kesên di vê tevger û pêngavê rizgarkirinê de cih girtî, çi gerîla dibe çi jî pêşmerge ez hemûyan pîroz dikim û di xebata wan de ji bo wan serkeftinê dixwazim. Niha Şengal dibû ku hîn zûtir rizgar bibûna. Di qineatê me de ger ku siyaseta Kurd di wextê de bibûna yek piştî 3’ê tebaxê di hundirê hefteyekê de mirov dikaribû pêngava rizgarkirina Şengalê birêxistana. Ji bo wê gelek caran me bang kir û me hewldan pêşxist ku em fermandariyek hevbeş pêşbixin û ji bo rizgariya Şengalê planekê û îtîfaqekê pêş bixin. Ev yek mixabin pêk nehat.

Sedema wê çi bû?

Sedema xwe gelek in. Siyaseta Kurd di vê derheqê de diviyabû ku ew jî raber bikirana lê ev pêk nehat. Di pratîk di emel de gerîla û pêşmerge şervanan pêk anîn. Mesela li ruxmê ku planekê hevbeş tune bû jî her kes di aliyê xwe de beşdar bû. Lê cardin hinek cih li kêlekê hev bi hev re tevgerîn çêbû jixwe wisa rizgarbû. Pir zêde pirsgirêkekê mezin çênebû. Ger ku hinek pirsgirêk çêbûn ew jî bi nêzbûnên netewî hatin çareserkirin. Fermandarê gerîla, fermandarê pêşmerge bi hêstên netewî pirsgirêkên çêbûye çareserkirine ez wan jî bi taybet sipas dikim. Ew erka xwe pêk anîne. Lê pêwîstiyek heye, bi vê şêwazî esas hêzê şer, hêzê parastin peyamekê da siyaseta Kurd. Bi rastî jî peyamek e. Ango divê ku siyaseta Kurd li Kurdistanê ev pêyamê li Şengalê hatiye dayîn rast bigre dest. Ger ku mirov rast bigre dest mirov dikare bingehê netewî bike yekitiya netewî bike. Bingehê cardin zindî kirina siyaseta netewî bike. Şengal bi rastî jî cihekê taybet e. Cih û warê gelê Kurd ê herî kevin herî qedim, cih û warê Kurdîtî, Êzidîtî ye. Divê em Şengalê biparêzin. Divê ku siyaseta Kurd bi taybet nêzî Şengalê bibe. Ew rengekê Kurd û Kurdistanê ye. Divê ku bê parastin, azad bibe û bi şêwazekê serfirazî jiyana Êzidiyatî hebe. Di vê derheqê de siyasetek netewî pêwîst e. Divê nêzîkbûnek netewî hebe. Li vir nabe ku tenê li gorî çarçoveyên hizban nêz bibe. Bi rastî cihek taybet e, lê fermanek rabû ye, komkûjî çêbûye, divê em birînan derman bikin, êş bibihûrînin, tolê rabikin û ev erka hemû siyaseta Kurd e. Em yek alî berpirsyar nabînin. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne ji bo ku bi rastî ev birîn bên derman kirin, bawerî bê çêkirin. Bawerî encax bi siyaseta Kurd û netewî dikare pêk bê. Mirov dikare li ser vê esasî Kongreyê Netewî li dar bixe. Ez bi vê wesîleyê cardin dixwazim hêvî û bangê xwe bibêjim; ji bo ku di navbera siyaseta Kurd de yekîtiyek netewî pêş bikeve. Îro li Şengalê jî û li Tuz Xurmatû jî û li Rojava, Bakur û li hemû deverên ku Kurdistanê bûyerên ku diqewimin û cardin bûyerên ku li herêma Rojhilata Navîn pêk tên destnîşan dikin ku têkoşîna azadiya gelê Kurd doza gelê Kurd di herêma Rojhilata Navîn de di qonaxeke nû, girîng û stratejîk de ye. Ji bo ku ji nû ve dîzaynkirina herêma Rojhilata Navîn cihê gelê Kurd jî hebe, gelê Kurd jî bi dewlemendiya xwe, heqîqeta xwe cihê xwe yê heq kiriye bigre divê siyaseta Kurd û netewî divê hebe. Ger ku siyaseta Kurd a netewî hebe çi biryar hate girtin hemû hizip her kes divê ku li gorî wê tevbigere. Ango çi tiştek derveyê berjewendiyê netewî divê pêk neyê. Em li kêla vê bangê di heman demî de dibêjin li Şengalê jî divê em wisa nêz bibin. Ango li gorî berjewendiyên netewî em nêz bibin.

Mijar hate ser netewîtiyê. Dema operasyona rizgarkirina Şengalê dihat li darxistin hinek çapemenî û rêxistinên Kurdî wekî ku gerîla tunebin tevgeriyan. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Bêguman ew nêzbûnên di wê çarçovê de hatin kirin ne rast in. Niha di van rojên dawiyê de dewleta Tirk gotinekê pir dixe rojevê. Dibêje ku ‘şerê li dijî DAIŞê de PKK, YPG û hwd ango yên Kurd rewabûnek qezenc dikin. Divê ku mirov derbasî pêşiya wê bibe.’ Em hêvî dikin ku biraderên me yên Başûrên Kurdistanê li hemberî siyasetek wisa xwedan helwestbin. Ne ku bi şêwazekê weke siyasetê niha dişopînin, helwest pêşbixînin. Na, divê ku xwedan helwestbin. Îro di Rojhilata Navîn de cenawerek derketiye holê. Ev cenawar DAIŞ e û kî pêş xist jî tê zanebûn. Ev yekem gelê Kurd kiriye hedef. Li Rojava, Başûr û Şengalê eşkere bû. Îro şerê pêşmerge, YPG-YPJ û HPG heye. Dewleta AKP niha ji vê pir aciz e. Rast e, navê PKK dibêje. Dibêje ‘derketine pêş’ lê bi esasî ew di Rojhilata Navîn de di vê astê de derketina pêş a Kurd naxwaze qebûl bike. Ji ber ku eger di şerê li dijî DAIŞê de Kurd pêşengtî bikin wê çaxê di dîzayna nû de jî wê Kurd cihê xwe çêbikin. Yek jî ew û DAIŞ nêzî hev in û ji bo wê jî aciz e. Pir hesab û planê xwe li ser DAIŞê hebûn ew têk çûn û binkeftin. Ji bo wê jî aciz e. Divê em vê bibînin û em di vir de jî bi siyasetek netewîbin, cûdahî nebe, yek yekî înkar neke, heqîqetê mirov esas bigre û wê wisa mirov bikaribe hemû planên dijminan jî vala derxe. Niha di vê derheqê de fermandarê HPG ê li Şengalê heval Egît Civyan di bernameyekê de tiştek wisa got tiştê ku wî gotiye ez dubare dikim. Got‘ hêviya me Kek Mesut û serokê herêma Kurdistana Başûr hebû ku bangî me bike û destxweşiyê li me bike. Lê mixabin nebû.’ Ev gotinek rast e. Ev fermandarê ku wisa got, 15 meh in li wir şer dike.

Rojên zor û zehmet li wir jiyan kirin, 4 meh û nîv di bin dorpêçê de bûn, di hundirê dorpêçê de berxwedanekê pir girîng kirin û di vir de rola gerîla hebû. Rast e, li wir cemaatê Êzidî, refek pêşmerge hebû lê her kes dizane ku di wan şert û mercan de gerîla parast Şengalê û bingeh ava kir ku dûvre jî di 19’ê tîrmehê de hemleyê rizgarkirina Bakurê Şengalê çêbû. Ango ger ku gerîla nêçûna wir, wê bingehî ava nekirana, li ber xwe nedana ev çênedibû. Ev li berçav e. 170 şehîd hatiye dayîn. Fermandarê Şengalê rêheval şehîd Dilşêr, hevalên fedaî yên weke Armanc, hevalê weke Genco (kurekê ji Hewlêrê bû) li wir şehîd ketin. Ango 13’ê mijdarê wisa yek car de pêk nehatiye. Bingehek wê, paşeroj û dîrokek wê heye. Berxwedanek çêbû ye, wisa bingeh ava kirine heta bajar 2 taxê wê nîve nîv hatine girtin wisa bingehê ku mirov bikaribe di du rojan de navçeya Şengalê azad bike çêbû ye. Ango di vir de kedek heye. Di vir de berxwedanek heye. Ango hêviya me heye ku her kes ev heqîqet bibîne, wisa nêz bibe û wisa tevbigere û wisa siyasetê bimeşîne.

Wekî min got ger ku her kes ji keda her kesî re bi rêzî raber bike û perspektîfekê netewî be, çi meseleyê me yê ku em nikaribin çareser nekin nîne. Li wir wekî PKK armancekê me yê cûda nîne. Em çûyîna me yê tevahî herêmên Başûrê Kurdistan di şert û mercên zehmet de bû, hem çûyîna Şengal, hem ê Mexmûr, Kerkukê ji bo piştevaniyê bû. Em weke Kurd divê li hev xwedî derkevin. Ev bang bû û ev hînê jî wisa ye. Wekî din armancekê me yê cûda nîne. Ger ku di vê çarçoveyê de nêzbûn pêş bikeve em bawer dikin ku wê emê bikaribin meseleyan çareser bikin. Niha jî hêviyê me ev e; hêviyê me bi taybet ji rayedarên PDK ê tevahiya Başûrê Kurdistanê û di serî de birêz Serokê herêmê ewe ku meseleyê Şengalê weke meseleyekê netewî bigrin dest û her kesî hembez bikin, wisa siyasetek netewî pêş bixin. Ger ku wisa pêş bixin em hemû tiştî re amadene. Hemû mijarên heyî em bikaribin bi gûftûgo çareser bikin.

Êdî Şengal azad bû. Gelo hûnê polîtîkayek bi çi awayî li Şengalê bimeşînin?

Niha Şengal bi temamî azad nebûye. Navçe û bajar azad bûye. Lê hîn jî hinek navçe û gundên Şengalê azad nebû ye. Yekem divê mirov Şengal bi temamî azad bike û xeteriyê ku çeteyê DAIŞ cardin destdirêjiyê li ser Şengalê bikin rakin. Ji bo wê heya ku çûyîn pêwîst bike divê mirov werga biçe wan ji wir dûr bixe. Di vê derheqê de ji aliyê Sûrî, Rojava de rizgarkirina Holê derfetek mezin ava kir. Bi esasî jixwe rizgarkirina Holê pêngava Holê 15 rojan ajot, derbeyên cidî DAIŞ li wir xwar. Lewma zemînê rizgarkirina Şengalê jî ava bû. Ji ber ku di pergala DAIŞê de Şengal û Hol yek herêm bû. Ango fermandariya xwe yek e, sîstemê xwe wisa ye. Ji bo wê jî YPG û QSD hemleyê ku(Qewetê Sûrî ya Demokratî) da destpê kirin 15 rojan ajot û DAIŞ li wir derbe xwar û Şengal jî hîn bi hêsanî hat rizgarkirinê.

Niha hewcehî heye ku yekem, hemû bê rizgarkirinê. Yê duyem, divê ku bê ava kirinê. Şengal weke Kobanî lê hatiye. Nîvê bêtir xirabe bûye. Niha jî tiştên têde ji xwe re dibin. Em vê yekê şaş dibînin. Her kes dibe, na, pêwîste her kes bizîvire Şengalê. Ango ji bo Şengalê ji nû ve ava kirin pêwîste. Hemû aliyên berpirsyar çi yê Iraqa Navendî dibe, çi yê hikumeta herêma Federal a Kurdistanê dibe çi em tevahî siyaseta Kurd dibin divê her kes xwe ji bo ji nû ve avakirina Şengalê berpirsyar bibîne. Yê sêyem û girîng, Şengal êdî weke berê divê mirov negre dest. Berê hemû tiştî hîn di navber herêma Kurdistan û Iraqê de mijara nîqaşê heye. Weke Kerkuk hîn di nîqaşê de ye. Bêguman perçeyekê Kurdistanê ye. Lê taybetmendiyê xwe ew e ku li vê derê xelqê xwe piranî Êzidîne. Rast e, Kurdên musilman jî hene lê piraniya xwe Êzidî ne û ji bo Êzidiyan pir cihekê dîrokî ye. Ne tenê ji bo Êzidiyên Başûrê Kurdistan ji bo yê li Bakur, Rojava û yê li hemû deverê, derveyê welat navendek e û rolekê wisa dilîze. Rast e, Laleş şêxan e lê bi giştî Laleş jî pê ve girêdayî wisa mîsyonekê xwe yê manevî heye ji bo ola Êzîdiyatiyê. Niha ji bo wê yekê ji bo gelê Êzidî bawerî pê re çêbibe, ji bo ku bi rastî wir geş bibe û gelê Êzidî vegere divê ku sîstemê wir bi taybet be. Em bi xwe wisa dibînin. Divê ku Şengal xweser be. Weke niha PDK pêşniyar kiriye ku bibe muhafaza û li gorî wê sîstem li wir bê damezrandin ew rast e û em jî tevlî dibin. Lê divê mirov weke muhafazayek xweser bigre dest, Êzidiyên li wê derê divê bi xwe xwe biparêzin, bi xwe meclîsên xwe hebin, bi xwe rêveberiyê xwe bibijêrin û wisa bikaribin Êzidî bawerî qezenc bikin. Ango divê mirov gelê Êzidî îradeya wan nas bike. Ev pêwîstiyek e. Bila pêşmerge jî ji bo parastinê hebe. Bila nûnerên hukimetên federasyon jî hebe. Beşekê Başûrê Kurdistanê ye helbet di bin siwana federal a Kurdistan de divê ku Şengal cihê xwe bigre. Lê wisa xweseriyek xwe hebe. Êzidî ji xwe bawer bikin, ji bo ku birînên wan telafî bibe, derman bibe, qineet û bawerî çêbibe, bila hêzên xwe bi xwe jî hebin û ev weke beşek Kurdistana federal de girêdayî ye. Wisa ewek netewî û federal hebe. Hem netewbûn lê hebe siyaseta wê lê hebe, hem jî herêmî weke gelê Êzidî divê xwe bi xwe rêvebibe. Ez dibêjim ev gelê me yê Êzidî heq kiriye. Divê ku siyaseta Başûrê Kurdistan ev heqîqetên nû bigre berçav. Ev ne weke daxwaziyek PKK taybet e, dixwaze ji Başûr qut bike. Na, em dibêjin ji bo ku bi rastî Şengal ji nû ve ava bibe, sîstemekê azad demokratîk û îrade pêwîste. Em civakê Êzidî hîn baştir nas dikin. Pir hevalên me û şehîdên me hene. Bi xwe sîstemê xwe ava neke zû bi zû baweriya xwe çênabe. Ji bona wê pêwîste siyaseta Başûr hemû vê mijarê guftûgo bike, nîqaş bike. Û em nabêjin emê vana bi zorê bikin. Em wisa nabêjin. Em dibêjin ev tiştekê rewa ye, pêwîste em siyasetek netewî li vir ava bikin, em weke siyaseta Kurd em nêzbûnek li ser Şengalê pêş bixin nîqaş bikin. Rêbazên demokratîk hene, nîqaş heye, îradebûna gelên Êzidî Kurdên Êzidî li Şengalê divê mirov esas bigre, divê mirov bigre berçav. Ji bo pêşeroj tiştên ku mirov bike mirov dikare wisa bigre dest.

We behsa xeteriyên li ser Şengalê kir û we pêngava Holê jî li ser vê çarçoveyê anî ziman. Lê belê ger ku ev operasyon bidome û berê xwe bide Til Efer û Musil gelo tiştek wisa bibe hûn dikarin tevlî operasyonê bibin?

Me hîna tola şehîdên fermanê ranekiriye. Hîn keç û jinên me li Musilê esîr in. Ger ku şert û merc guncav bin em dixwazin pêş de biçin û tola şehîdan rakin. Ya din jî DAIŞ ji bo tevahî mirovatiyê xeteriyek e. Ji bo gelê Kurd xeteriyek e. Hebûna wan li Musilê ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyek e. Heya ew li Musilê deshilatdar bin wê her tim tehdîtê wan li ser Başûrê Kurdistanê hebe. Ji bo wê ger ku pêngavekê berfireh bê amadekirin em jî amade ne beşdar bibin. Helbet divê şertên guncav hebin û hêzên me jî ger ku li dijî DAIŞ beşdarê tevgerên wisa bibe hêzê me tê zanebûn ango rola xwe dikare bilîze. Ji ber ku ew hinek rêbaz bi kar tînin, em rêbazên wan baş dizanin em dikarin ji wan re bibin bersiv. Ev me di pratîkê heya niha de raber kiriye. Ji bona wê jî hem ji bo saxlemiya Şengalê, hem ji bo saxlemiya ewlekariya tevahiya Başûrê Kurdistanê pêngavekê li ser Til Efer û Musilê her çiqas pirsgirêkek navnetewî ye divê ku hevpeymaniyê navnetewî û hikumeta Iraqê hemû jî beşdar bibin ew erkekê wan e e jî, lê em weke erkekê Kurdan û erkek netewî jî dibînin.

Weke pêşketinek li Rojavayê Kurdistanê hêzên Sûrî ya Demokratîk ava bû. Pêngava xwe yê yekemîn serkeftina Holê bû. Li Rojavayê Kurdistan li hemberî DAIŞê serkeftin bi dest dikeve, şerê DAIŞê jî berfirehtir dibe û berê xwe dide Ewrûpayê. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Niha berê her tiştî rast e, şerê DAIŞ niha berfireh dibe. Li gorî em dişopînin DAIŞ niha di nav xwe de nîqaş dike. Ew niha pê hesiyane ku êrîşek li ser wan heye. Dibêjin ku ‘em xwe li cîhanê hemû belav bikin, wisa şer fireh bikin. Lê na, em Musil û Reqqayê biparêzin’ di nav wan de niha guftûgoyên wisa heye. Wisa dixûyê ku du beş çêbûne. Hinek dibêjin em xwe belav bikin li cîhanê û wisa şer bikin hinek jî dibêjin em van mewziyê xwe biparêzin. Me dewlet ava kiriye, em dewletê biparêzin. Ew jî di hewldanek wisa de ne. Cardin li komkûjiya destpêk li Beyrût û dûvre jî li Parîsê eşkere bû ku bi rastî xeterin ev çeteyên hov. Însanên hayîm tayîm ku hayê wan ji tiştekê nîne, çi eleqeyên xwe bi şer û terefan re nîne diçin xwe diteqînin an jî dikûjin. Bi rastî jî hovîtiyek serdemê ye. Li hemberî vê hovîtiyê rawestandin jî erkekê mirovatiyê ye. Ez hem kesên Beyrûtê hem jî yê Parîsê jiyana xwe ji dest dayî, ji bo wan jî ji bo gelê Lubnan û gelê Fransa sersaxiyê dixwazim. Lê ev komkûjî li ser me weke mirov erk raber dikin. Divê ku em rê nedin di sedsala 21 emîn de komkûjiyên wisa hov cardin dubare bibin. Ji bo vê wê her kes hewl bide.

Niha di vê derheqê de hevpeymaniya navnetewî çêbû ye. Şêst û çend dewlet hatine gel hev herî dawî li Antalyayê 20 G ew jî hatibûn gel hev bi hev re nîqaş kiribûn. Ez xwe wisa dibînim; samimiyet zêde nîne. Ewên ku dibêjin ‘em li dijî DAIŞ in’ pirek bi esasî ne li dijî DAIŞ in. Di aliyek de hevpeymana li dijî DAIŞ de cih girtine aliyên din jî alikariya DAIŞ dikin. Kes nikare bibêje DAIŞ ji dewletên herêmê û yên hinek navnetewî piştevanî negirtiye û wisa carek de mezin bûye. Çawa mezin bû? Ji ku hatin? Ên ku piştevaniyê dikin hene. Ev Serokê federasyonê Rûsya birêz Pûtîn jî anî ziman. Wisa ye berê hemû tiştî nêzbûnên AKP û dewleta Tirkiyê pêwîste sererast bibe. Niha AKP hîn jî di Antalyayê de di civîna navnetewî de û roja îro jî hewldanê xwe çi ye? Hewldanê xwe ne ku li dijî DAIŞ wisa şerekê dijwar bibe, yên li dijî DAIŞ şer dikin li hemberî wan şer dike. Niha AKP bi du şêwazan tevdigere. Dixwaze cîhanê jî xelqan jî bixapîne. Yek, îro Kurd li dijî DAIŞ di herêmê de li ser erdê di rêzên pêş de şer dikin, dixwaze li dijî Kurd helwest bigre, navberê Kurdan xirab bike, Kurdan ber hev bide. Êrîşên eşkere li dijî şoreşa Rojava dike li dijî me dike. Yek bi vê şêwazî dike. Ya duyemîn jî, dibe ku hinek endamên DAIŞê hatine Tirkiyê diçe ser digre, lê bi esasî bi rêya El Nusra û Ehrar el Şam alîkariya DAIŞê dike. DAIŞ û Cebhet el Nûsra birayên hev in, wekhev in. Jixwe li Sûrî bi hev re niha îtîfaq jî çêkirine. Hêlekê xwedî dikin aliyê din jî dibêjin ‘em li dijî ne’. Di vê derheqê de di raya min de siyaseta Obama ya Amerîka bîzat têde sistî heye. Ew her tim hêvî dikin ku wê bi piştevaniya Erdogan û Tirkiyê bikaribin hudût ji DAIŞ re daynin. Ez vê bibêjim, ger ku li Girê Sipî nehatana girtin pêşiyê DAIŞ wisa nehatana girtin niha DAIŞ zeîf nedibû. Ger ku mirov niha Cerablus heyanî Ezaz negre, rê qut neke DAIŞ zeîf nabe. Ji ber ku boriyê ku xwe jê xwedî dike heye. Bazirganî dike, pere tîne, kadro tîne her tişt tîne, niha jî tîne. Di vê xisûsê de ger ku bi rastî ev dewletana cidîne, pêwîste rast e rast bernameyên xwe daynin, cidî şer bikin. Cidî şer nîne. Pir zêde zimanê polîtîk tên bi kar anîn. Eşkere bi hev re helwest danaynin. Wisa nabe.

Niha ev hemleyê Hol HSD kiriye. Di pêşengtiya wan de pêş ket. Bêguman YPG-YPJ têde ya herî xurt in. Lê ji bo Sûrî ya Demokratîk hêzek hatiye ava kirin, 13 rêxistin têde cih digrin ev tiştekî pir girîng e. Ji bo ku perspektîfa Sûrî ya Demokratîk pişt rast bibe, zelalî têkeve, ev tiştekê pir cidî ye. Ji ber ku yên din heya niha negotine emê Sûriyeyek demokratîk ava bikin’. Tenê gotine ‘emê deshilata Baasê bişkînin’. Pekî dûv wê re tu yê çi çêbikî? Ji bo demokrasî û ji bo azadiya gelan, ji bo Sûriyeyek nû yê demokratîk ava bibe kesî bernameyek wisa pêş nexistiye. Niha di şexsê vê yekitiyê tiştek wisa heye û ji bo wê ew gavek hêja ye. Hemleyê destpêkê Hol şerek sîng e sîng kirin. 15 rojan zêdetir ajot Hol û li derdorê 190 gundên derdorê wê rizgar kirin û niha jî ber bi Şedadê ve berdewam dikin. Dixûyê ku wê heya Şedadê pêş ve biçe. Ji ber ku jê wêde Şedad jî heye û tevgera xwe niha berdewam dikin. Li vir heqîqetek din heye; mesela hêzên QSD ew rêxistinên din xelqên me yên Ereb tam rewşa wan ez nizanim. Lê ez dizanim ku YPG heya niha alîkarî ji derve zêde negirtiye. Mesela çek negirtiye. Berê carê Amerîka li Kobanî ji hewayê bera da. Hemû cebilxanebûn û dorê 200 qilêş têde hebûn. Û yê ku niha li Hesekê jî berdaye hemû cebilxane ye. Ango mermiyên qilêş, biksî û yê hawanane. Çek bi xwe nînin. Vaye bila Ewrûpa hemû bizanibe. Yê niha herî zêde li dijî DAIŞê şer dike YPG ye. YPG çekê xwe ji piyasaya Iraqê kirîne û wisa li dijî DAIŞê şer dikin. Tê gotin 50 ton cebilxane li Hesekê danîne.

Cebilxane ye, ne çek in. Çekên modern ên bi bandor nînin. Çend tiştên ku li wir hene Hemir wan an kirine yan jî ji destê DAIŞê girtine. Yên ku li dijî DAIŞê şer dikin kes alîkariya wan nake. Yan alîkariyê nakin dema jî alîkarî dikin şaş dişênin nakeve destê wan. Mesela em weke PKK jî li dijî DAIŞê şer dikin. Me heta niha kîloyek cebilxane jî ji kesek negirtiye. Ango tiştên sembolîk biraderekê dabe fermandarek e ew e, derveyê wê tiştek nîne. Me mermî û çekên xwe ji bazarên Iraqê bi pereyên xwe kirîne û em wisa li dijî DAIŞê şer dikin. Şerê li dijî DAIŞ jê re piştevaniyek xurt nîne. Li gorî ku ez dizanim piştevaniyek ji bo Kurd bi giştî nîne. Ji bona wê yekê divê ku ev hêzên ku bi van mijaran re eleqeder hinek din cidî nêz bibin. Ger ku dixwazin bi rastî pişt li DAIŞ bê şikenandin bila alîkarî bikin di hundirê 6 mehan de wê pişta DAIŞê bişkê. Dikare Musil jî Reqqayê jî bigre, mecalê vê heye. Lê ji bo vê berî hemû pêwîste cidî bin cidî. Cidî piştgirî bidin. Mesela Tirkiye tiştna dibêje hema xwe didin paş. Ên din tiştek dibêjin dîsa xwe didin paş. Ango bi vî awayî nabe. Ger ku biryarbûnek hebe û li dijî DAIŞê helwestekê cidî hebe. DAIŞ ne ewqasa hêzek mezin e, mirov dikare derbeyên cidî lê bixe, ez di wê baweriyê de me.

Di vir de meseleya herî zêde ji gelê Kurd hatiye asta xeteriyê êrîşên çeteyên AKP û polîsên wê ne. Bi taybet li ser herêmên xweseriya demokratîk niha êrîşên pir dijwar têne meşandin. Wekî ku êdî bûyerên berê xwe dide qirkirinan pêk tê û heta hatiye wê astê ku êdî çeteyên AKP bi dirûşmeyên tekbîr tînin, li ser diwaran nivîsandinên nijadperestiyê dinivîsînin. Li hemberî wan êrîşanan divê li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd bikeve pozîsyonên bi çi rengî? Her wiha niha gelek rêxistinên cûda yan jî bizavên cûda li Kurdistanê nêzbûnên wan li hemberî xweseriya demokratîk çi ye? Wekî mînak nêzbûna Hizbûllah li hemberî xweseriya demokratîk çi ye?

Niha berî her tiştî divê mirov vê bibêje ku îro li Bakurê Kurdistanê zilm û wehşeta dagirkeriya Tirkiyê, faşîzma AKP heye. Şert û mercên awarte li Kurdistanê heye. Her roj însanên me yê sivîl, jin, zilam ên bi her emrî dibin qurbanê guleyên çeteyên AKP şehîd dikevin. Ango zilmak li Kurdistanê heye. Weke komkûjiyê berê li Geliyê Zîlan, Dêrsimê çêbûyî niha jî li bajarên Kurdistanê bi şêwazekê wisa pêş dixin. Mesela do li Nisêbînê vaye 7 roj in şer heye. Berî wê li Farqînê 13 roj û berî wê li Cizîr, Gever, Sîlopî, Şirnex, Hezex li her derekê êrîş heye. Ev wehşetek e. Hemû tiştên Kurd dikin hedef. Rûmeta Kurd dikin hedef. Mesela do jinek Kurd birîndar dibe yek diçe ser ji bo alîkarî bike bi navê Hasan Dag şehîd ket, li wî jî dan. Jinek Kurd navê xwe Selamet Yeşîlmen bû bi aliyê sekvanan ve hatiye şehîd xistin. Hem jî bi guleyek taybet. Ev saziyên sivîl bi belgeyên ku saziyên tenduristiyê ev îspat kirin. Jinek e, diya 5 zarokan e, ehlê wir e, sûîqast dikin dikûjin.

Ango hedefê dibînin ku dizanin kî dikûjin?

Rast e, sûîqast hedefê dizane nîşan digre û diavêje. Ma ne berê li Cizîrê jî wisa bû. Însanek 77 salî bi sûîqastê şehîd xistin. Ev tiştekê li dijî Kurd e. Li wir gerîla nîne, li wir ciwanên Kurd hene, însanên welatparêz hene însanên ku dixwazin xwe biparêzin, rûmet, şerefa xwe biparêzin hene vana dixin hedef. Ev pêwîste hemû saziyên Kurd, hemû partî, hemû saziyên civaka sivîl li gorî wê ew jî xwe bi helwestekê netewî gîhinin. Netewbûn pêwîste. Ev li dijî Kurd qirkirinek nû ye. Bajar bi bajar dixwaze teslîm bigre. Niha wisa lê hat ku êdî gav paş de biavêjin wê AKP zafer îlan bike. Vaye do pêr li Hezexê ketine taxekê berê guleyê xwe didin hewa, mermî diavêjin û tekbîr dikşînin. Li hemberî kî şer dikî tu, tekbîr dikşînî? Tu kî ye? Niha hinek dibêjin ‘bila wiha bibe’ yan jî carna bangî me jî dikin.

Weke bangî Mazlûm-Der bangawaziyek ji bo tevgera we bang kiribû!

Niha ezê bersiv bidim wê jî. Lê divê her kes bizanibe ev berxwedanên niha li gelek bajarên Kurdistanê dimeşe ji encamê têkoşîna azadiya Kurdistan bi salan xebat meşandiye îro astek çêbûye, dagirkeriya Tirkiye AKP dixwaze vê astê bide erdê, tasfiye bike, duz bike, qirkirin bimeşîne, li hemberî vê bertek tê raber kirin. Berxwedan heye. Ji bona wê mecbûr maye xwesertî îlan kiriye. Xweserî îlan kirin weke rêbaza çareseriyê xistiye rojevê. Kesekê kêyfî wisa nekiriye. Êrîş heye, li hemberî wê êrîşê xwe diparêz e. Dibêje ‘na, ileh emê teslîm bigrin, şeref û rûmetê erdê bidin, wan ciwanên Kurd giyan qetil bikin, an jî hemû bigrin bi cezayên giran tewanbar bikin. ’ ev nayê qebûl kirin. Heqîqetek Tirkiye û Kurdistan heye. Heqîqet çi ye? Heqîqet ev e; 32 salin gerîla li ser çiyayê Kurdistanê ye. Ev dewlet nikaribû gerîla ji wir derxe. Herî dawî çû Çarçela, dikaribû derxistana? Ev heqîqetek e, yek. Yê duyem, heqîqetek din derket, êdî civaka Kurd jî li îradeya xwe xwedî derdikeve. Ciwanên Kurd êdî naxwazin xwe teslîmî polîsan bikin li ber xwe didin. Ev jî heqîqetek e. Ne ku Tirkiye netewek demokratîk, huquqî, her kes sîstemê qebûl dike, ev kî ne çima serî rakirine! Na, ev bajaran hemû ji sedî 90-93 ji sedî 87 wisa raya xwe dane gotine ‘em vê rejîmê qebûl nakin.’ Xweseriyê dixwazin. Ew jî diçin ser dixwazin bê îrade bikin û bipelixînin. Ji bo wê ev berxwedan, berxwedanek rûmet, şeref, namûs û berxwedanek netewî ye. Her kesekê Kurd û Kurdistanî ne Kurd be jî ji Kurdistanê be û her kesekê ji Tirkiyê ku demokrat be, çep, sosyalîst û aştîxwaz be divê piştgirî bide vê berxwedanê. Ji ber ku AKP dixwaze rûmeta mirov li wir bin pê bike, li erdê bide, wisa faşîzma xwe li wir hakîm bike. Li wir berxwedanê şeref û rûmet heye. Em bi xwe dibêjin, em piştgirî didin û tevahî Kurd welatparêz li pişta vê berxwedanê bisekinin. Ger ku îro nesekinin piştre 10 salên din bibêjin ‘weleh di dîrokê de Nisêbin, Farqîn wisa li ber xwe da’ werga gotin nabe. Ev bi şêwazekê nû helwesta Kurdê azad e. Dagirkerî tê ser di sedsala 21emîn de dixwaze wan bi darê zorê bi kûştin, tanq û top teslîm bigre û tasfiye bike. Ev divê gelê me qebûl neke. Hemû însanên mirovhez, demokratîk û aştîxwaz divê qebûl nekin.

Niha îro ger ku Nisêbîn bikeve wê sibe were Hezexê, Hezex bixîne wê were Cizîrê û wir jî bixîne wê were Silopî, Gever, Farqîn, Bismil, Amed, Sûr û wê her derekê bixîne. Ango ev şerekê li dijî Kurd e. Hemû Kurd pêwîste li dijî derkevin. Hinek çeteyên AKP hene. Ew çetene û xayîn in. Ên ku niha li gel AKP cih digrin xayîn in. Xwîna Kurd tê rijandin, xwîna jinên Kurd tên rijandin, xwînên însanên Kurd sivîl tên rijandin ew jî piştgirî didin. Ew xayîn in, çeteyên siyasîne. Şer şerekê wisa ye. Şereke netewî, demokratbûn, îradebûnê ye. Çareserî ev e. Niha helwestên kesên alîgirê hizbullah di propagandayê xwe de pir dij diaxivin. Li gorî me ew jî pêwîste nêrînên xwe ji ber çav re derbas bikin. Ne wisa ye. Ev ne karê zarokan e. Ev karekê cidî ye. Wekî topa berfê hilor bû, hilor bû hat niha gîhaşt astekê. Bi ciwanên Kurd destpê kir ev rêbazê bajaran. Lê niha îro gîhaştiye cihekê ger ku tu paş de vegerî tuyê bikevî. Wê zilûm, qetlîam çêbibe, ji bo wê pêwîste astê ku niha gîhaştiye her kes bibîne. Niha di hilbijartinê de jixwe dan AKP. Nexwe AKP partiyekê dagirkeriyê ye, li Kurdistanê zilmê dike. Lê raya xwe dan AKP. Ji bo wê AKP li hinek bajaran parlemenê xwe yek bûn kirin didu. Wan, Saadet da wisa bû. Lê di pratîkê de helwestê xwe bêteref in. Ev jî tiştek baş e. Li gorî me ger ku alîgirên hizbûllah, Huda-Par helwestên xwe wisa bi biryar dom bike ev bi gumane ku ji bo pêşerojê bingeh be ku mirov bikaribe guftûgo bike, zemînê ji bo pêşerojê bikeve têkiliyê jî. Ev cardin bê teref sekinandin jî wateyekê xwe heye û divê mirov wisa nêz bibe. Yên ku li ber xwe didin jî wisa nêz bibin. Niha bi giştî hemû layên Kurd û Kurdistanî divê vê berxwedanê bibînin, berxwedan bi ciwanên Kurd dest pê kir, îro gelê Kurd bi formula xweseriya demokratîk ev kir bernameyek siyasî, çareseriyê û siyaseta Kurd vaye saziyê Kurd weke DTK û yên din biryaran digrin. Ev tiştek baş e, êdî kes xwe vir de wir de nede alî bi taybet jî yên ku bi siyaseta welatparêz xwe dihesibîne hemû bi sazî û civakên sivîl re divê ku li derdorên ew helwestên pîroz berxwedanî bibin yek û wisa tevgera demokrasiya Tirkiyê re jî bi hevbeşî li hember zilma AKP li hemberî faşîzma dagirkeriyê li ber xwe bidin. Wekî din rê nîne. Ger tu berxwe nedî tuyê bikevî, tune bibî êdî nikarî îradebûnê qezenc bikî. Ger ku tu li berxwe bidî tuyê serbikevî. “Berxwedan jiyan e” gotina hevalê Mazlûm wisa ye, di cih de ye. Roja îro “berxwedan jiyan e” divê ku her kes li ber xwe bide û dora berxwedanê bibe yek. Yekîtiyek netewî pêwîste. Ger ku di vê derheqê de em dereng bimînin sibê wê wext biçe. Ji bo wê niha berxwedanê li Nisêbînê niha zindî dibe, bi rastî dîrokî ye û pîroz e. Em hemû berxwedanvanan silav dikin û şehîdên di van berxwedanan de ji Gever heta Cizîrê û heya Farqîn û Nisêbînê şehîd ketine em cardin wan bi bîr tînin ew di rêya pîroz de şehîd ketine. Di rêya hebûna îradebûna gelê Kurd de şehîd ketine, wê her tim bibin ronahiya berxwedana mezin. Di vê xisûsê de divê ku mirov bibîne dem êdî demekê wisa yekitiya netewî dixwaze, berxwedana netewî dixwaze. Dem ew dem e. Emê bi yekitiya netewî bi berxwedana netewî serkevin. Wekî din rê nîne. Divê ku her kesek vê bizanibe û li gorî wê helwestê xwe pêş bixe û beşdar bibe.

Niha Mazlûm-Der di Tirkiyê û Kurdistanê de saziyekê mafê mirovatiyê û heta niha karekê xwe yê rêzdar heye. Em ji bo wan tiştek nabêjin. Xebatê xwe hene heta em ji saziyên wisa re hurmet raber dikin û girîngî didin. Lê heyetekê wan çûne Farqînê û li vegerê daxûyanî dan. Ji bo me bang kirine. Em vê bangê wan şaş dibînin. Ne rast e. Berî hemû bangî PKK dike dibêje ‘ şer derxin derveyê civak lê heye’ ev şera PKK biryar nedaye. Bi zanebûn an jî bê zanebûn hedef tê raber kirin. Îdiaya dewleta Tirkiyê wisa ye PKK raber dike. Me biryarê vê neda ye. Gelê me, ciwanên Kurd li ber xwe didin, berxwedanek heye em mecbûrin piştgirî bidin û em didin. Divê mirov rast pênase bike. Em nikarin biryar derxin bibêjin ‘ey gelê Farqînê teslîm bibin’ tiştekê wisa kes nikare ji me bixwaze. ‘ey gelê Nisêbin teslîm bibin’ weke saziyekê mafê mirovan divê vê heqîqeta hinek din hûr û kûr lê binêre û bibîne. Ger ku wisa nebe weke zimanê aliyek tê bi kar anîn. Divê bê terefbin. Gotinên ku dewlet dike divê pêwîste mirov pê îtîbar neke. Li heqîqetê binêre. Ez bawer dikim ev tiştekê munferît be. Bi hestan wisa gîhaştibin. Lê esas heqîqet ne wisa ye. Heta ev ziman hedef raber dike. Ne ku me biryar girtiye em şer daxin nav kolanan. Bi xwezayî ev şoreş gîhaşt ev qonaxê êdî ciwan xwe diparêzin, xwe bi çek dikin, kal û pîr beşdar dibin. Pêwîste ev bibînin. Û li hemberî vê jî hovîtiya dijmin heye. Di wê daxûyaniyê de hovîtiya dijmin jî gotine. Gotine ‘sivîlan dikin hedef’ ev rast e, divê vê heqîqetê mirov bide pêş ku ji bo ev êrîşkerî bisekine. Çare çi ye? Çare ev e; gelê Kurd teslîm nabe. Di van berxwedana hemûyan de raber bû teslîmbûn jixwe mirin e. Tenê çare ev e ku dewleta Tirk heqîqetê qebûl bike, tecrîtê li ser Serok Apo rake. Ev saziyên civaka sivîl ên aştîxwaz, ger ku dixwazin li çareyê bigerin, çareyê rast destnîşan bikin, çare Serok Apo ye.

Divê ku tecrîtê li dijî Serok Apo li dij derkevin. Ango tecrîtê niha li hemberî Serok Apo tê meşandin di qanûnê Tirkiyê de heye? Tiştekê wisa tune ye. Di qanûnê gerdûnî yê navnetewî de heye? Nîne. Qanûnê şer dimeşîne. Şer e, şer li Îmraliyê tê meşandin. Qanûna şer li Îmraliyê dimeşe. Serokatî weke esîr hatiye girtin û bi tevahiya qanûnên xwe yê ku di destûra Tirkiyê de heye, wan dane aliyek tecrîtê li ser dimeşînin. Divê sazî berê li hemberî vê bisekinin. Heya şerê li Îmraliyê(tecrît şer e) nesekine tu werî ji gel û PKK re bibêjî ‘bisekine’ çawa wê bisekine! Yek jî ev heye, hikumeta AKP ser û binê gotinê xwe Davutoglu û Erdogan jî her dibêjin ‘wê ev şer berdewam bibe’ çima vê nabînin ev saziyana? Ez cardin bang dikim ev saziyana, civaka sivîl, saziyên demokratîkxwaz, ên navnetewî, mesela saziyên navnetewî bangî me kirin gotin ‘agirbest bikin’. Me agirbest îlan kir. Me bêçalakîtî di 10’ê cotmehê de îlan kir. dewleta Tirkiyê vê qebûl nekir êrîşên xwe dewam kir, kesî dengê xwe dernexist. Niha jî hemû kesên ku dixwazin ev şer raweste ne ku bibêjin ‘bila berxwedana Kurd bisekine û teslîm bibe.’ Pêwîste ev ji me neyê xwestin, ev bêrûmetî ye. çareyên xwe yên wekî din hene. Berî hemû mesela ev bêhiqûdiyê li Îmraliyê pêk tê li ber çav e. Ev zilmek e li gelê Kurd. Zilm li Îmraliyê dibe, Farqîn, Nisêbin û li her derê îro li hemberî me zilm heye. Dixwazin me bieçiqînin, sindirme bikin û teslîm bigrin. Em teslîm nabin, heya dawî emê li ber xwe bidin, bingehê me heye û emê bi serkevin. Pêwîste vê yekê her kes bizanibe. Ger em tiştekê nerm bibêjin ciwanên nû li kolanan gîhaştine qebûl nakin. Ev heqîqetek e. Ji bona wê jî hemû saziyên bê teref divê ku çare di wê de bibînin û li gorî wê nêz bibin. Wekî din ji aliyekê re hûn xwe paş de bidin û teslîm bibin; dewlet her roj şer geş dike. Vaye niha dixwazin ji bona komkûjiya Parîsê bi rêzî bisekinin di sporê de ew jî fîtikan lê didin û bêhurmetî raber dikin. Civakek hatiye çêkirinê ku bi kûştinên însanên sivîl kêfxweş dibin. Pêwîste ev heqîqetê bibînin. Li hemberî vê emê li ber xwe bidin.

AKP ya ku qaşo bi navê oldariyê tevdigere, niha dema ji herêmên xweseriya demokratîk dîmenên wekî Kobanî derdikevin holê. Bi taybet di demên dawiyê de êrîşê li ser şehîtgeh hildiweşînin, mala cem xirab dikin, bi vê jî namînin niha ji bo zext li ser gelê Kurd bikin îşkence li ser cenazeyan dikin, dîmenên wê ji aliyên Tîmên taybet ên AKP ve tê kişandin û weşandin. Ev hovîtiya ku hatiye vê astê û Jîtema 92’an derbas dike hûn çawa dinirxînin?

92 pir derbas dike. Ev siyasetekê nû ye, qirkirin û biryarek nû ye. Ev konsept piştî 7’ê hezîran hate amadekirin di aliyê dewleta baskekê dewleta kûr a AKP de û wisa AKP kirin deshilat û siyaseta qirkirinê dimeşînin. Ev tiştê we got ji bo çi ye? Ji bo rûmetên Kurd bin pê bikin. Ger tu bixwazibî însanekê kole bikî divê rûmetê wê nemîne. Ger tu bi rûmetê wî binpê nekî bê bandor nekî ewê li ber xwe bide. Yek kes be jî wê bi dil û mêjiyê xwe li ber xwe bide. Ji bo wê bêrûmet û bê hafiza bikin, bitirsînin, nirxên wê yê pîroz hemû derçav bikin divê ku tu herî ser nirxên wê. Niha dewleta Tirkiyê vê dike. Wekî din ji miriyan çi dixwazin? Însanek mirî be jî heqê xwe heye. Ji mezelên me çi dixwazin? Dîmenên nû derketin li şehîdên me îşkence dikin. Ji xwe li wan binêrin yaw îşkence li şehîdan dikin. Ev ne wehşete çi ye? Hemû kesên ku ji xwe dibêjin mirov divê bizanibin. Vana rêbazên DAIŞêne. DAIŞ diçe ku derê hemû tirb, mezel û tiştên pîroz ên wê hemû binpê dike, diteqîne û duz dike. Niha DAIŞ hatiye kîjan bajarî li wir Tirk tunene, mezel û ziyaret tunene. DAIŞ jî Erdogan bi xwe got wê bi erdê re bibe yek (yerle yeksen edilecek) biryar da, artêşa Tirkiyê li çiyê, li deverên dûr qet kes lê tune ye, ku derê mezelên şehîdan heye berê bi teyareyan dûvre jî bi erdê çûne kevirên mezelan hemû duz kirine. Li şehîdên me zilmê dikin, îşkence dikin.

Mesela li Farqînê tiştên ku li diwaran hatine nivîsandin ew heqîqeta wan e. Ji bo ser bigrin dibêjin me li ser lêpirsîn kiriye kî kiriye, derewe. Berê hemû tiştî ev polîsên tevgerên taybet ku dibêjin ew jîtemên kevin in. Ewên hemû bi rih, di hundirê wan de endamê DAIŞ û El Nûsra heye (bi erebî diaxivin hene me tespît kiriye) di nav tîmên taybet de yên ku Erebî diaxivin û El Nûsra jî DAIŞ jî hene. Lewma tekbîr tînin û tên. Rêbaz eynî ye. DAIŞ li hemberî kê hemle dike berê tekbîr tîne. Li hemberî Kurd vê dikin, hele ji xwe lê binêrin. Ev tiştên li diwaran hatiye nivîsandin çi ne? (türksen övün, değilsen itiat et) em vê hişmendiyê baş nas dikin. Ev hişmendiyê komkûjiya geliya Zîlan çêkir û komkûjiya Dêrsimê çêkir. Esat Mahmût Bozkurt çi got? Got ‘li vê welatî efendî Tirk in, ên ne Tirk jî mecbûr in îtîat bikin û kolebin.’ Heman hişmendî niha jî li diwaran tên nivîsandin. Piştî 70 sal şûn ve. Ev hişmendî ne hişmendiyek destpêka komara Tirkiyê 1925 şûnve meşandiye hişmendiya qirkirinê 1925 heya 40’î ye. Niha dixwazin cardin li Kurdistanê qirkirinê pêş bixin. Lewma rûmetên civaka Kurd mesela cenazeyên hevalên keç werga lê heqaret dikin, pê li serî dikin wêne dikşînin. Ji bo ku em namûsa we, em rûmet û şerefên we hemû tiştên we erdê bidin, tenê tiştek heye îtîat bikin. Ev tê xwestin. Mesele ev e ku her kesekê bi şeref, haysiyet û xwedan rûmet li hemberî vê hişmendiyê bisekine. Em îtîat nakin. Emê li berxwe bidin û emê bi berxwedana xwe bi ser kevin. Esas tiştê bi me dikeve ev e. Wekî din pêkhatiya wan berçav e.

Banga we ji bo bi giştî gelê Kurd çi ye?

Me banga xwe di hundirê axivandinê de anî ziman. Herêma herêma Rojhilata Navîn îro ji demeke girîng derbas dibe û dixuye wê ev şer dirêj biajo û zû naqede. Li Bakur, Başûr (şengal) û Rojavayê Kurdistan ji qonaxeke girîng derbas dibe. Ev zivistan wê ji bo me zivistaneke girîng be. Wisa dixuye. Ji ber ku dijminê me AKP ji şert û mercê zivistanê û ji derfetên heyî sûd werbigre û êrîş dike. Elbet emê li beramberî vê pêngava şoreşê pêşbixîne. Lê divê her kes zizanibe qarûwarê dijmin ji lewaziya wan e. Em xurt bûne em serdikevin. Lewra ew wisa harbûne. Harbûna wan hovitiya wan ji lewaziya wan e. ji ber ku em niha xurt bûne gelê Kurd di herêmê de xurt bûye. PKK di sala 37’emîn di ji her demê bêhtir xurt e û êdî dema şoreşê hatiye dem dema şoreş û serkeftinê ye. Dijmin vêya dibîne bi vê hêrsê êrîş dike. êrîşî her kesî dikev. Divê em vêya bizanibe û li gorî vê tevbigere û bixwe bawer bike. Tevgera me hêj grûbeke biçûk bû ji xwe bawer kir Serokatî wisa kom çêkir. Û em îro hatin vê qonaxê. Ev qonax êrî qonaxa serkeftina mezin e. her mijara dîrokî de qonaxa dawî xedar û zehmet e. di me de jî wisa jiyan dibe. Divê her kes destê xwe têxe bin ber. Her kes barê ser dikeve rabike û divê li aştîxwazî û demokratîkxwaziyê xwedî derbikeve. Divê ciwan û jinên Kurd vê rolê bileyzin. Rola pêşengtî bilezin dewra xwe rabikin. Gelê Kurd bi giştî divê bizanibin ev dem dema azadiya Rêberî ye, Dema azadiya Kurdistan e divê vêya bibînin û beşdarbibin banga me ev e û hêviya me heye ev qonax ji bo gelê me bibe qonaxa serkeftina mezin.