1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Karayilan: Helwesta Nêçîrvan Barzanî Erênî Bû
Karayilan: Helwesta Nêçîrvan Barzanî Erênî Bû,karayilan,helwesta,nêçîrvan,barzanî,erênî,bû

Karayilan: Helwesta Nêçîrvan Barzanî Erênî Bû

A+ A-

HEWLÊR - Der barê daxwiyaniya Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî de Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, got: ‘’Helwêsta herî dawî ya kek Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna ligel Milliyetê de helwêsteke pir erênî dibînim. Em helwêsteke wiha di wextekî wiha girîng de ji hemû hêzên Kurdî hêvî dikin.’’

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, destpêka vê mehê li quntara Çiyayê Qendîl ligel jimareyek rojnamevanên Başûrê Kurdistanê hevdîtinek pêk anî. Karayilan di dema hevdîtinê de bersiv da pirstên rojnameya Rûdawê axaftinên Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî yên di rojnameya Milliyetê de hat weşandin nirxand.

Murat Karayilan derbarê daxuyaniyên Barzanî de wiha axivî; “Em helwêstekî wiha di demeke wiha girîng de ji hemû hêzên Kurdî hêvî dikin, ji ber em baş dizanin ger dewleta Tirkiyeyê ji Kurdan bi xwe bê hêvî bibe, neçar dibe were ser xeta çareseriyê, loma divê hêzên Kurdî yên hemû beşên Kurdistanê xwedî helwêstekî bi wî rengî bin, yekdestiyê nîşan bidin û ji bo çareseriyê rastiyê bibêjin, di vê çarçoveyê de ez helwêsta herî dawî ya kek Nêçîrvan di hevpeyvîna ligel rojnamevan Hasan Cemal de ku rojnameya Milliyet belav kir, helwêsteke pir erênî dibînim.”

Karayilan got; “Wan helwêstên wek ya kek Nêçîrvan di vê demê de hem pêwist dibînim û hem jî di cihê xwe de dibînim” û da zanîn ku dema heta 15’ê Tîrmehê ji bo wan û Tirkiyê demeke ‘’dîrokî û yekalîker’’ e, ku niha Ocalan li benda bersiva şanda dewleta Tirkiyeyê ye ji bo rûniştina rasterast ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan. Karayilan herwiha diyar kir ku biryar e roja 14’ê vê mehê şanda dewletê here Îmralî û ligel Ocalan rûne.

Nêçîvan Barzanî di hevpeyvîna bi rojnamevan Hasan Cemal re pêk anî û di rojnameya Milliyetê hatibû weşandin de diyar kiribû ku divê Enqere rastiya PKK’êbibîne, bipejirîne û dest bi plana aşitiyê bike. Herwiha hem ji bo başkirina rewşê û hem jî bo gotûbêjên derbarê çareserkirina pirsa Kurd de hebûna Serokê PKKê li Îmralî liber çav bigre. Nêçîrvan Barzanî wiha wiha gotibû: ‘’Niha gok li aliyê Enqerê ye, ji bo aştiyê derfeteke zêrîn heye û divê pêngava yekem ji aliyê Enqerê ve dest pê bike.”



ANF NEWS AGENCY