1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Li Qendîlê şerê eniyê heye
Karayilan: Li Qendîlê şerê eniyê heye,karayilan,li,qendîlê,şerê,eniyê,heye

Karayilan: Li Qendîlê şerê eniyê heye

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bang li hemû Kurdan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayên PJAK’ê

A+ A-

ANF11:07 / 23 Tîrmeh 2011 BEHDÎNAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bang li hemû Kurdan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayên PJAK’ê ya li hemberî artêşa Îranê û got ku armanca artêşa Îranê bidestxistina Qendîlê ye. Karayilan got; “Eniyek şer a ku di nava qadeke 10-15 kîlometreyî de tê meşandin heye. Artêşa Îranê dixwaze li ser vê xetê ber bi pêş ve werin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişên artêşa Îranê yên ku ji 16’ê Tîrmehê ve li ser Qendîlê didome de daxuyanî da ANF’ê. Karayilan diyar kir ku ew berxwedana PJAK’ê mafdar dibînin û piştgiriyê didin vê berxwedanê.

ÎRAN BI VÊ SIYASETA XWE HEMÛ KURDAN TÎNE HEMBERÊ XWE

Karayılan diyar kir ku tu kesek nikare Kurdan ji vê xakê derbixe û wiha axivî:

Di van rojên dawiyê de yek ji girîngtirîn mijaran helwesta dewleta Îranê ya ku di kesayeta PJAK’ê de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan û hemû siyasiyên Kurdistanê pêş xistî û êrişên li ser Qendîlê ne. Ev êriş ne tenê êrişek ji rêzê ye û li hemberî girek ji rêzê pêk hatiye. Her çendî ku Îran bi xwe di nava tengasiyan de ye, her ku diçe ji aliyê DYA û hêzên navneteweyî ve tê dorpêçkirin, wê jî berê xwe daye çewisandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û hewl dide ku hemû hewldanên Kurdan ên li parçeyên Kurdistanê di bin zextan de bihêle.

ARMANCA ÊRIŞAN NE TENÊ PJAK, DAGIRKIRINA QENDÎLÊ YE

Êrişa ku artêşa Îranê pêk anî, ne tenê li dijî PJAK’ê ye. Di rastiyê de dixwaze di kesayeta PJAK’ê de Qendîlê dagir bike. Dixwaze bi dagirkirina Qendîlê derbe li tevgera me bixe û hem jî hikûmeta Herêma Kurdistana Federal bixe di bin zextan de, li aliyê din jî dixwaze hêza nîşanî hêzên navnetewî bike. Ne tenê tank û topên xwe, fuzeyên ku bikaribe bi wana li Qendîl û Hewlêrê heta li ji wê wêdetir bixe, roketavêjên xwe û 30 hezar leşkerên xwe li ber deriyê Qendlîê bi cî kiriye.

GELO ÇI BÛ DI CAREKÊ DE ÎRANÊ ÊRIŞ KIR?

Di vê dem ê de ne tenê hedefek a wê heye, hedefeke berfireh a wê heye. Belê, dibe PJAK hedefa Îranê be, lê bi awayeke zelal dixuyê ku hedefek berfireh a wê heye. Îranê beriya niha jî gelek caran çalakiyên PJAK’ê dikir hincet. Em ji bo vê yekê ketin navberê. Piştî hewldanên me PJAK’ê di vê sala dawiyê de tenê yek çalakiyek aftîf di Îranê de pêk neanî. Ji ber wê jî di navbera Îran û PJAK’ê de rewşdek a agirbestê hebû. Gelo çi bû ku di carekê de Îranê ji Tehran û gelek cihên din ên cûda jimareke zêde ya leşkeran anî û li ser sînorê Qendîlê bi cî kir. Beriya vê jî gundên Başûrê Kurdistanê da ber topan. Herî zêde herêma Hacî Umran kir hedef. Ango ne herêmên di bin kontrola me de yên di bin kontrola Hikûmeta Herêmê de kir hedef. Aşkere ye ku hedefa wê ne tenê PJAK û tevgera me ye. Hedefa wê hemû siyasiyên Kurd e. Ji ber wê jî bi hêzeke mezin hatiye ser sînor û dixwaze herkesê bitirsîne.

DI QADEK 15 KÎLOMETREYÎ DE ŞEREK Ê ENIYAN HEYE

Niha jî ji herêma Xirpanê ya Dola Kokê heta Zelê, di qadake 10-15 km fireh de şerê eniyê dimeşîne. Hêzên Îranê dixwazin ber bi pêş ve werin. Çapemeniyê vê rewşê bi awayeke berfireh ranexistiye li ber çavan. Weke ku tenê li girekî şerek heye, wisan nîşan didin. Lê di rastiyê de niha şereke berfireh ê eniyê li herêmê heye. Her roj bi hezaran top diavêjin.

ARMANC BIDESTXISTINA QENDÎLÊ YE LÊ…

Îran dixwaze ber bi pêş ve were, dixwaze eniya pêş ya Qendîlê bi dest bixe û bi vî awayî dixwaze bi eniyên din jî Qendîlê bixe di destên xwe de. Ger bi ser bikeve, plana wê ev ee. Niha wê bi ser bikeve û bi ser nekeve, ev mijareke cûda ye.

ME LI DIJÎ ÎRANÊ TU BIRYAREK A ŞER NEDAYE

Bi rastî, me weke Tevger li hemberî Îranê tu biryareke ya şer nedaye. Ji ber ku Îran bi zextên navnetewî re rû bi rû ye, her ku diçe tê dorpêçkirin, ger em biryareke wiha bidin, wê bê wê wateyê ku Kurd alî digirin û wê xizmeta hinek aliyên din bike. Heta ji bo PJAK tenê xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bimeşînen me gelek hewl dan. Di encama van hewldanan de nêzî saleke di navbera PJAK û Îranê de tu şerên mezin neqewimîne. Li beramberê vana hemûyan polîtîkaya Îranê ya dijminahiya Kurdan li hemberî Kurdan bi bandor bûye. Îran xwe li hebûna Kurdan ranagire, wan tune dihesibîne, li hemberî wana xwedî nêzîkatiyeke şoven e.

EM PIŞTGIRÎ DIDIN BERXWEDANA PJAK’Ê

Niha dixwazin pêşî vê yekê bibêjin; Di vê rewşê de hêzên PJAK’ê mafdar in ku xwe li hemberî êrişa artêşa Îranê li ber xwe bidin û xwe biparêzin. Em ji niha û pêve jî bi tu awayî xwe têkelê peywendiyên di navbera Îran û PJAK’ê de nakin. Êdî şer dikin, aşitî dikin, em xwe têkel nakin, lê em baş dizanin ku PJAK li hemberî êrişên Îranê xwedî hêz û vîna xweparastin û berxwedanê ye. Her wiha di rewşeke wiha de, êrişa Îranê ya li ser Qendîlê me jî dike hedef. Ji ber wê jî em heta dawiyê piştgirî didin berxwedana mafdar a PJAK’ê.

HÊZÊN TAYBET ÊN TIRK JÎ DI NAVA BASKÊN VAN ÊRIŞAN DE NE

Bi taybet em wisa dihizirin ku divê hemû Kurdistanî, Rojhilatî, Bakûrî, Başûrî, Rojavayî, li hemberî vê êrişa ku Qendîl û hemû Başûrê Kurdistanê dike hedef bibin xwedî helwest. Ji ber ku ev yek li hemberî vîna neteweyekê tê kirin. Wek min got, Îran PJAK’ê dike hincet, lê ev mudaxele li hemberî hemû siyaseta Kurdan e. Em baş dizanin ku ev yek bi dewleta Tirk re hatiye plankirin. Her wiha em dizanin ku hêzên taybet ên artêşa Tirk jî di nava baskên êrişê de ne. Dibe artêşa Tirk jî beşdarî operasyonê bibe an jî beşdariya xwe bi bandortir bike.

ÎRAN Û HIKÛMETA AKP’Ê LI HEMBERÎ KURDAN DI NAVA HEVKARIYEKE KÛR DE NE

Her çendî hevkariya dewleta Tirk û Emerîka ji bo pêşketinên li herêmê pêş ketibin jî, her çendî dewleta Tirk niha li dijî Sûriye û Lîbyayê tevbigere, her wiha yekgirtina Tirkiye-Îran-Sûriye hatine derbaskirin jî, hikûmeta AKP’ê û dewleta Îranê li hemberî Kurdan din ava hevkariyeke kûr de ne. Her çendî li gelemperiya herêmê nakokî hebin jî, dîsa li her Kurdan her tim lihevkirin hene. Bi vî awayî piştî di 14’ê Tîrmehê de Xweseriya Demokratîk hat îlankirin û bûyera li Farqînê qewimî, weke ku şerek nû dest pê kiribe, dîmeneke wisa nîşan dan, Îranê di 16’ê Tîrmehê de dest bi êrişê kir.

ÎRAN DIXWAZE NAKOKÎ TÊXE NAVBERA PKK-PDK-YNK’Ê

Dîsa jî belgeyên hinek peymanên beriya niha di navbera Îran û hêzên Başûrê Kurdistanê de hatibûn morkirin, di malperên înternetê de hatin weşandin. Wisa dixuyê ku hinek siyasetmedarên Kurd, ketine nava hinek nêzîkatiyên ku ne bes in. Ango dema Îranê got ‘Emê werin û Qendîlê dagir bikin’divê li hemberî vê yekê rabibûna. Divê bi gotibana em tevil nabin, hûnê çima bikevin wir, ew der parçeyek ji Kurdistana azad e’. Lê hewlestek din nîşan dan ev jî têrê nake. Lê her çendî wisa be jî, Îranê van belgeyan di malperên înternetê de weşand. Bi vî awayî dixwaze nakokî têxe di navbera me PDK û YNK’ê de.

DIVÊ YEKITIYA HELWESTÊ HEBE

Divê em li hemberî vê yekê çi bikin? Tişta ku divê em bikin, divê em bi giyanê yekitiya netewî li hemberî hewldanên tuneker û zordar a dewleta Îranê bibin xwedî yekitiya helwestek. Di vê çarçoveyê de em pêşî bang li PDK, YNK, hemû rêxistinên Kurdistanî, kesayet û derdorên welatparêz dikin ku li hemberî vê hewldana Îranê dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî helwest. Em dixwazin bibêjin ku em weke her carê, vê carê stûyê xwe li hemberî vê zordariyê xwar nakin. Divê tu Kurdekî êdî li hemberî artêşên dagirker ên bi vî awayî bi tu awayî stûyê xwe xwar neke. Êdî dema polîtîkayên çewisandinê yên dewletên dagirker derbas bûye. Êdî Kurd ji tu zextan natirsin û li hemberî tu artêşekê stûyê xwe xwar nakin.

TU KESEKE NIKARE KURDAN JI XAKA WAN DERBIXÎNE

Ger pêwîst bike, em ê weke PKK, li her qadên Kurdistanê li ber xwe bidin û vê rastiyê piştrast bikin. Êdî bi tu awayî gelê Kurd li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar nake. Kurd mafdar in, Kurd gelê herî kevnar ê vê xakê ne. Tu kesek nikare Kurdan ji xaka wana derbixîne û kesek nikare muameleya koleyan li wna bike. Ji ber wê jî divê hemû Kurd li hemberî polîtîkayên tuneker ên dewletên Tirk û Îranê di çarçoveya yekitiya netewî de bibin xwedî helwest.Ev hewldana Îranê ne hewldanekî asayî ye, hewldaneke ji binî ve ye. Bi vê hewldanê dixwazin siyaseta Kurdna paş bixin û teslîm bigirin. Tu kesek li hemberî dewleta Îranê teslîm nabe. Îran dixwaze bi pêkanîna zextan derbe li siyaseta Kurdan bixe û teslîm bigire. Kesên li hemberî Kurdan hesabên wiha dikin, wê bixapin. Em tu carî bi tu awayî teslîm nabin û bejna xwe li ber tu kesekî natewînin. Em berxwedana PJAK’ê mafdar dibînin û piştgirî didin. Her wiha em bang li hemû Kurdan dikin ku piştgirî bidin berxwedana PJAK’ê ya li hemberî dewleta Îranê.

ANF NEWS AGENCY