1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Karayilan: Taktîka valakirina Şengalê şaş e
Karayilan: Taktîka valakirina Şengalê şaş e,karayilan,taktîka,valakirina,şengalê,şaş,e

Karayilan: Taktîka valakirina Şengalê şaş e

Karayilan ji bo PDK’ê: Taktîka valakirina çiyayê Şengalê ji xelkê tiştekî şaşe

A+ A-

ŞOREŞ MİSTEFA/ROJNEWS Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan ragihand nabe çiyayê Şengalê ji kurdên Êzdî bê valakirin û berevajî divê Êzdî li wir werin bi cih kirin. Karayilan destnîşan kir ku ger Şengal were valakirin, vegerandina wan a Şengalê wê pir zehmet be.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan di hevpeyvînek ligel RojNewsê bal kişand ser taktîka valakirina çiyayê Şengalê. Karayilan wiha got: “Niha nêzî 10 hezar kes li çiyayê Şengalê mane. Birastî niha ew erkekî hêja û pîroz pêkdênin. Divê Şengalê bernedin. Tevî zorî û zehmetiyên ku dibinin, ev berxwedanekî Şengalê ye. Niha hewldanek heye û bi başî nayê pêşwazîkirin. Hinek ji wan xelkan bên veguhestin, wekî bajarê Şengalê cihên ku Şengalî lê bi cih bûne, bi wan bidin valakirin.”

Mûrad Karayilan di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku nêzîkatiya valakirina Şengalê şaşe û wiha got: “Nêzîkatiya valakirina Şengalê şaşe. Wekî eşkereye çi dema helîkopterek diçe, ligel xwe 15-20 kesan têne. Bi dîtina me divê mirov pêdiviyên welatiyên Şenganê bi cih bîne, nekû wan ji Şengalê derbêxe û berevajî divê bibin Şengalê. Ji ber ku kurdên li Şengalê mane werin derxistin, pir zehmete ji niha û pêde vegerînin Şengalê. Ger kurd hemû ji Şengalê werin derxistin, vegerandina wan a Şengalê zehmete.”

Karayilan destnîşan kir ku DAIŞ bi xwe jî dixwaze Şengalê ji kurdan vala bike û ev tişt got: “Wekî din DAIŞ bi xwe jî dixwaze Şengalê ji kurdîniyê derbixe û bike erebî. Wek mînak, niha DAIŞ li başûrê Şengalê karê çandiniyê dike. Ereb li gundan bi cih kiriye. Ez vê ji bo wê yekê dibêjim ku ger gelê me yê Êzdî ji wan navçeyan bê derxistn, zehmet dikarin li wir bi cih bibin.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Divê gelê me yê Êzdî yên ku li wir mane, bizanin ku rolekê dileyîzin û ew jî ew e ku rolê berxwedanî yê Şengalê dileyîzin. Mana wan a li Şengalê wekî bangek ji bo hemû gelê kurd ê Êzdiye ku vegerin Şengalê. Ji bo vê yekê jî divê cihê xwe vala nekin. Raste dibe ku hinek zehmetiyan bikêşin, lê bila cihê xwe vala nekin.”

Mûrad Karayilan derbarê valakirina çiyayê Şengalê ji aliyê aliyên başûrê Kurdistanê ve wiha got: “Carekî din ji bo tevgerên başûr û bi taybet ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêjim, nabe bibin sedemê valakirina wan navçeyan. Em van hewldanan rast nabînin. Ger bê valakirin, dûbare bi cih kirina wan zehmete û ji bo vê yekê jî nabe bê valakirin. Berevajî vê yekê pêwîste ew navçe ji welatiyên wê navçeyê bên zêdekirin. Ji bo vê yekê jî divê hemû pêdiviyên wan bên bi cih anîn.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan derbarê vekirina rêyekê ji bo çiyayê Şengalê ji aliyê başûrê Kurdistanê ve wiha got: “Vekirina rêyekê ji bo çiyayê Şengalê û tenê ji bo rêyek bê vekirin başe. Me berê jî gotibû, divê hêzên ku niha hene, hemû bi hev re bakûrê Şengalê rizgar bikin. Wê demê jî nabe Şengal bê valakirin û dagîrkirin. Divê Şengal bê azadkirin û Şengalê ya kurdan be.”

RojNews berfirehiya hevpeyvîna ligel Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan di demekî nêzîk de belav dike.