Karayilan: Êdî bes e
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Komkujiya Roboskiyê pir bi plan bû û ji gelê kurd xwest ku heta kujerên komkujiyê neyên cezakirin, divê dest ji kolanan bernedin. Karayilan diyar kir ku tu gundên kurdan bi tenê nîne û wiha domand; “Êdî dema hatiye em ji dijmin re bêjin êdî bes e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ger daxwaza kurdan a Xweseriya Demokratîk bê redkirin, ew ê serî li hin rê û rêbazên din bidin.
JI BER KU BOTANÎ NE, BÛN HEDEF
Karayilan ji malbatên kesên ku di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest û diyar kir ku ji ber ku kurd, welatparêz û Botanî bûne, loma di hedefê de ne. Karayilan got; “ Gelê me li qadan dîqîre dibêje ‘PKK Tolhildan’. Bila tu kes mereqê neke xwîna ciwanên Kurd li erdê namîne. Tekoşîna azadiya Kurdistanê dê hesabê vê komkujiyê bipirse. Ev komkujî bi tu awayî bê bersiv namîne. Dê Tevgera Azadiyê li van ciwanan xwedî derbikeve û hesabê bipirse.”
ANF, ROJ TV Û BDP’Ê PÎROZ KIR
Karayilan destnîşan kir ku hewl didin ku wisa nîşan bidin ku ev yek bi şaşitî pêk hatiye, lê belê ne wisa ye û got; “Ev êriş bi zanebûn pêk hat. Bi plan pêk hatiye. Binêrin, ger ANF’ê di demjimêrên nîva şevê de nûçe neweşandiba, Roj TV dest bi weşana zindî nekira, saziyên BDP’ê neketiba dewrê û neçûna Qilabanê, dê bûyer bihata veşarin. Ji ber wê jî ez ANF, Roj Tv û BDP’ê pîroz dikim.”
Karayilan diyar kir ku ev komkujî bi plan û zanebûn hatiye kirin got; “Kesên li wir hatin kuştin ne pez, mirov in. 35 mirovên me hatine kuştin. Berpirsê vê yekê hikûmet e.”
Karayilan bi bîr xist ku Komkujiya Kortekê ya li Qendîlê jî înkar kirin û diyar kir ku heta niha xwedî lê derneketine. Karayilan got; “Rayedarên Başûrê Kurdistanê jî tişta pêwîst nekirin. Lê vê carê ji ber ku hemû çapemeniya cîhanê belav kir, neçar man îtîraf bikin.”
Karayilan bal kişand ku ger Kurd daneketiban qadan, çapemeniya kurd behs nekiriba, vana jî behs nedikir. Karayilan bi bîr xist ku gelek caran bi vî awayî li Bakûr “mirovên me şehîd kirine” û bal kişand ser axaftina Huseyîn Çelîk û got; “ Huseyîn Çelîk rabû û bi navê AKP’ê axivî. Bi zanebûn Huseyîn Çelîk derxistin. Weke tê zanîn ku ew ji tîpê kevokan e. Ango kurdek xwefiroş e. Xwe ji bo serwet û berjewendiyên xwe firotiye.”
SEROKWEZÎR XWEST BIBÊJE “HEQ KIRINE”
Karayilan bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a ku qala “Hantepeyê dike” û got; “Ev yek ne rast e. Her mirovek li vir çend dewaran bi xwe re dibin. Leşker pêşiya wan digirin. Ev tiştane bi temamî derew in. Lê wiha dixuyê ku ev yek bi ferman û emrê wan pêk hatiye, ji ber ku Serokwezîr tu kesekê sucdar nekir. Ji ber wê jî dxiwaze li ser bigire. Bulent Arinç jî dibêje em li dijî terorê şer dibin, bi şaşitî çê bûye.” Karayilan diyar kir ku ev daxuyaniya Erdogan tê wateya “we ev yek heq kiriye.”
GER BERTEK NÎŞAN NEDE DÊ KOMKUJÎ BERDEWAM BIKIN
Karayilan bal kişand ku daxuyaniyên rayedarên Tirk hemû îtîraf in û got; “Mînak daxuyaniyên Serfermandariyê hemû derew in. Cih ê ku dibêje ji hev nagirin. Dibêje cihê PKK’ê bû, evane hemû derew in.” Karayilan diyar kir ku ger piçek wijdana rayedarên tirk hebûya, weke bûyereke ji rêzê nîşan nedidan û got; “Tu hestên mirovahiyê yên wê dewletê tune ye. 35 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Ev jî bi ferman û emiran hatiye kirin” û wiha domand; “ Ger gelê me nerazîbûn û bertek nîşan nede, dê komkujiyê weke vê berdewam bikin.” Her wiha, Karayilan bal kişand ser nerazîbûnên kurdan û serhildanan silav kir.
Karayilan destnîşan kir ku divê êdî tu kes nebêje gundek ê kurdan bi tenê ye û diyar kir ku gelê kurd bi bertekên xwe gelek tişt nîşan da. Karayilan got; “Beriya her tiştê nîşan da ku gelê me yê Roboskî, Bêcuh, Qilaban an jî Botanê ne bi tenê ye.” Karayilan diyar kir ku êdî tu kesek nikare bibêje Qilaban, Botan, bakûr, başûr, rojhilat , rojava bi tenê ye û bal kişand ku êdî kurd li her derê li hev xwedî derdikevin.”
Karayilan diyar kir ku gelê Kurd esareta li ser Rêberê xwe qebûl nake û diyar kir ku bi vê helwesta xwe vê yekê nîşanî hemû cîhanê da. Karahilan got; “Nerazîbûnên Kurdan pir girîng bû. Lê ev yek jî ne bes e. Çima? Ger tenê vê bes bibînin, ev yek tê wateya deşarjê. Ev yek şaş e. Divê tu kes wiha nêzîk nebe. Divê dagirkerî gav biavêje. Lêborînê bixwaze û berpirs bêne darizandin.” Karayilan ji gelê kurd xwest ku heta kujerên komkujiyê neyên cezakirin, divê dest ji kolanan bernedin.
ÊDÎ DEM HATIYE KU EM BÊJIN ÊDÎ BES E
Karayilan got; “Jixwe dixwazin ku gelê me wiha di nava şînê de bin. Dijminê ve yekê ji gelê me re rewa dibîne. Em êdî vê qebûl nakin. Gelê me jî li her derê nîşan da ku vê yekê qebûl nake. Em jî weke tevger bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Êdî dem hatiye ku em ji dijmin re bibêjin, êdî bes e. Di sala 2012 de dê ev yek pêş bikeve.”
GER XWESERÎ BÊ REDKIRIN, EM LI TIŞTÊN DIN BIGERIN
Karayilan der barê daxuyaniykên “Xweserî têrê nake, referandûm pêwîst e” yên Leyla Zanayê de jî got; “Em Xweseriya Demokratîk dixwazin. Ji bo şert û merên Tirkiye û Kurdistanê xweserî modela herî zêde guncaw e. Lê dewlet vê yekê qebûl nake. Ger Tirkiye qebûl neke, kurd jî ne neçar in ku di vê yekê de israr bikin. Dê hin lêgerînên din pêş bikevin. Ez axaftinên Birêz Leyla Zanayê jî di vê çarçoveyê de dibînim. Ger li rexmê hemû pêşniyarên guncaw ên Rêberê Apo, li ber çareseriyê neyên, em ê serî li riyên din bidin. Niha Rojhilata Navîn dikele. Tê gotin ku dibe Iraq li sê parçeyan belav bibe. Dê Kurdistan bikeve rojevê, divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji ber wê jî em ji dewleta re dibêjin, werin em pirsgirêkê çareser bikin. Ger hûn neyên jî dê kurd li çareya xwe bigerin. Ev gotûbêjek e, normal e. Mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.”
DI ROJA KOMKUJIYÊ DE DÎMENÊN CÛDÎ
Karayilan bal kişand ser dîmenên çiyayê Cûdî yên ji aliyê çapemeniya Tirk ve hate weşandin û diyar kir ku balkêş bû ev dîmen di roja Komkujiya Roboskiyê de hate weşandin û diyar kir ku ev yek ne teseduf e. “ Karayilan got; “Armanca wan ew e ku bêjin em yên teslîm dibin bi saxî digirin, ên teslîm nabin jî wiha dikujin. Ev konseptek e, şere psîkolojîk e.”
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got kul i Cudiyê du kes teslîm bûne û wiha got: “Çawa bû ez nizaim. Berê tiştên wisa bûne. Hêza esas têkoşiyaye û 8 hevalên me şehîd bûn. Agahiya 27 hevalan derew e. Ji bilî vê hemû agahî derew in. Diyare ku piştî ku kes teslim girtine li wir dîmen kişandine. Di axaftinên wan de rehetiyek heye. Heyecan tune ye. Pir bi aşkereyî xuya ye ku ev wekî propaganda hatiye amadekirin.”
AGAHIYA ZELAL ME NEGIRT
Karayilan wiha berdewam kir: “Me agahiyek zelalî negirtiye. Em nizanin çawa ketine destê dijmin. Lê ger gerîlayê ku destê de çek hebe û teslîm bibe ev îxanet e. Di prensîbên me de ev tune. Tê fêmkirin ku li wir rewşeke ku divê neqewimîbe heye. 15 roj berê jî du ciwan ji nava gel tên Cudiyê. Cihê wan jî ji aliyê dijmin ve tê zanîn. Li wir pevçûn diqewime. Hevalek şehîd dikeve. Yê din jî dema guleyên wan diqede xwe ji zinaran de diavêjin û yên sivîl jî tên girtin. li ser vê jî propaganda kirin. Merhameta dewleta tirk tune. Mînak li Çewlikê jî dê bûyer zelal bibe. Bi awayekî cihê gerîlayan tespît kirine. Bi şev diçin û derman dikin. bi dermanan mirov ji serhişê wan dibin û teslîm digirin. Fermandarê wan dikeve pevçûnê wî jî şehîd dixînin. 7 heb in jî bi vî awayî digirin. Ev namerdî ye. Ev alçaxiye. Bila gelê me bizane be ku ev lîstik e. Rastî tên berovajîkirin û şerê psîkolojîk tên meşanidn. Bi vê yekê xwe wekî serkeftî nîşan didin. Hêza wan têrî gerîla nake. Ji ber vê jî tiştên wisa dikin.”
HEMÛ DEREW IN
Karayilan diyar kir ku dewleta tirk hewl dida ku wekî Tamîlan tasfiye bike û got; “Lê sekna gel û Rêber Apo siyaseta wan vala derxistiye.” Karayilan wiha pê de çû: “ Dewleta tirk li ser maseyê rudine û der barê me de nûçeyan çêdike. Piştre jî çapemenî dike rojevê. Tv li ser van panelan çêdike. Ev hemû îdia ne û derew in. Qendîl ji berê de cihê berxwedanê ye. Tirk ji hemû çiyayên kurdistanê re dibêje Qendîl. Wan xwest ku Qendîlê wekî Tamîlan ji me re bike cihê komkujiyê. Wan nekarî 100 metreyî bikevin hundir û dibêjin Qendîlê vala dikin. Bila gel bizane be ku titşekî wisa tune derew e.”
JI BOTANÊ DITIRSIN
Karayilan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila hemû gelê me ji komkujya Botanê encamê derxîne. Bila bizanin ku ev êrî li hemberÎ kurdan pêk ahtiye. Ez wê qadê baş dizanim, wan kesan jî baş nasdikim. Dijmin ji welatparêziya Botanê nerehete. Hemû kesên hilbijartî yên herêmê hatin girtin. Ew ji botanê ditirsin. Ji Azadiya Kurdistanê ditirsin. Lê em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
DÊ BIBE SALA AZADIYÊ
Karayilan da zanîn ku dê ji bo bîranîna wan welat azad bikin û wiha got: “Divê her kes wisa bawer bike. Divê serhildanên gelê me di ru roj sê rojan sînor nemîne. Divê xwedî li şehîdên xwe derkeve. Sala 2012’ dê bibe sala azadiya gelê kurd.”
ANF NEWS AGENCY
