1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Karayilan: Êdî li Îmraliyê hevdîtin nabe
Karayilan: Êdî li Îmraliyê hevdîtin nabe,karayilan,êdî,li,îmraliyê,hevdîtin,nabe

Karayilan: Êdî li Îmraliyê hevdîtin nabe

Karayilan: Êdî li Îmraliyê hevdîtin nabe

A+ A-

Bakî Gul Behdînan - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ku hevdîtin weke berê nayên meşandin û got; “Ger hevdîtin çêbibin, li Îmraliyê nabin. Ger şert û mercên tenduristî-ewlehî-azadiya Rêbertiyê pêk bê wê demê dibe. Rêya çareseriya mayînde ya vê pirsgirêkê ev e. “ Karayilan da zanîn ku dê girtina parlementerên BDP’ê jî pirsgirêkê kûrtir bikin.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan gotûbêjên der barê hevdîtinan ên di vê demên dawiyê de, 4’emîn kongreya AKP’ê, daxuyaniya Serokwezîrê Tirk a bi awayê “Ez bi BDP’ê re hevdîtin pêk naynin”, pêkanînên şerê taybet ên li Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

-Di van demên dawiyê de gotûbêjên li ser hevdîtinan hene. Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir, lê AKP’ê vê yekê bi awayeke din rave dike. Gelo çi diqewime, divê rayagiştî çi ji van hevdîtinan fêm bikin?

Li Îmraliyê li ser Rêber Apo, sîstemek a tecrîdê ya bêhempa, sîstema îşkence û zextên psîkolojîk hene. Di van demên dawiyê de galgalek belav bû. Ji ber vê hevdîtinek a malbatê çêbû. Ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Mafê her girtiyek ê xwezayî, qanûnî û gerdûnî heye ku hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînin. Lê evane ji bo Rêbertiya me hatine qedexekirin. Bawer im ji ber daxwazên cûda, di encama zextan de hevdîtinek a wî bi birayê wî re çêbûye. Tenê ev e.

Ji vir hate fêmkirin ku li vir hatiye xwestin ku hemleyek bê kirin. Her çendî tu biryarên wan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tune bin, hewl didin ku wisa nîşan bidin ku pêvajoyek nû ya çareseriyê hatiye destpêkirin. Ev taktîkek a AKP’ê û Tayyîp Erdogan ji destpêkê ve serî li vê taktîkê didin. Ji ber wê jî daxuyaniyên wek “dikarin hevdîtin li Îmralî jî, li Osloyê jî bikin” vala ne.

Ger dewleta Tirk biryarek wiha dabe û bi biryar be ku dê pirsgirêka Kurd çareser bike, divê beriya her tiştê projeya xwe deyne holê. Muxatbên pirsgirêka Kurd, hevpişkên pirsgirêka Kurd diyar in. Tu li aliyekê dibêjî ez bi aliyê siyasî û qanûnî yê Kurdan BDP’ê re rûnanim, li aliyê din dibêjî ez ê bi PKK’ê re li Osloyê rûnim. Gelo ev ne nakokî ye? Tu dê mafê destnedanê yê parlementerên ku silav dan gerîlayan rakî, biavêjî girtîgehê; tu dê bêjî ez ê bi gerîlayan re li hev bikim! Gelo samimiyeta vê li kû ye. Ev yek taktîkek e…”

‘EM BI AWAYEKE STRATEJÎK NÊZÎ PÊVAJOYA OSLOYÊ BÛN’

-Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan, li xwe mikûr hat ku wan dawî li hevdîtinan anîne..

Me gelek caran da diyarkirin ka ev pêvajo çawa pêş ketiye. Ji bo hevdîtinên Osloyê em bi samîmî nêzîk bûn. Me heta dawiyê israr kir. Me xwest ku em vê pirsgirêkê bigihînin çareseriyeke mayînde. Bi rastî jî em xwedî biryarek ewqas cidî bûn ku çekan bi temamî bê deng bikin. Em bi awayek stratejîk nêzîk bûn. Nêzîkatiya rêbertiya me jî, tevgera me jî wiha bû. Lê aliyê Tirkan van hevdîtinan bi awayek bê wate bi dawî kir û şer îlan kir. Niha jî ji vê re dibêjin polîtîkayên ewlekariyê. Dewleta Tirk weke ku hişê xwe wenda bike û bêje “hûn kî ne, ez ê we biperçiqînim” tevdigere. Wê demê hin nivîskarên nêzî AKP’ê mînaka Srî Lanka-Tamîl anîn rojevê. Yanî biryar dan ku me bi tundiyê ji holê rabikin.Dewleta Tirk nikare Kurdan bi tundiyê tune bike, lê berevajoyê vê, ew dê wenda bikin. Ev yek teqez û zelal e.”

‘ÊDÎ DU HEVDÎTINÊN BI HEV RE NABIN

Ger bi rastî jî biryar hatibe dayîn ku pirsgirêka Kurd dê ne bi çekê, bi siyasetê çareser bibe, jixwe rêya vê yekê diyar e. Em weke PKK deriyê me ji van hevdîtinan re vekirî ye. Em wek PKK, wek aliyê Kurd deriyê me ji diyalogê re vekirî ye. Heta em dikarin hevdîtina yekem li cem me bikin. Lê di esas de em dînamîkên ku têkoşînê dimeşînin, aliyê wê yê siyasî, aliyê gerîlayan ê li bejahiyê têdikoşin, hemû hevpişkên ku têkoşînê dimeşînin, rêber Apo weke yekane muxatab dibînin. Ev yek zalal û aşkere ye. Em ji berê ve dibêjin ku muxatab Rêbe Apo ye. Lê weke berê du hevdîtinên bi hev re nabin. Berê wisa bû; hevdîtinek li Îmraliyê çêdibû, heman heyet dihat Osloyê û hevdîtin pêk dianî. Ew meseleya nameyê jî ji wir derket. Rêbertiyê encamên hevdîtinê li ser nameyekê dinivîsand û heyetê wê nameyê dianî û dida heyeta me. Yanî hevdîtinên Oslo weke berdewama hevdîtinên Îmraliyê bûn. Niha aşkere bûye ku hevdîtin bi vî awayî bi ser nakevin. Ango divê du tişt biguherin: yek divê projeyek a çareseriyê ya dewletê hebe. Ya din jî hevdîtin bi heman sîstema berê nabe! Ger dixwazin hevdîtin encam bigirin, divê şert û mercên muxatab-muxatab Rêbertî ye- bêne guhertin. Niha tê fêmkirin ku ger hevdîtin pêk bên, li Îmraliyê nabe, ji bo vê jî divê şert û berên tendurîstî-ewlehî û azadiyê ya Rêber Apo bêne sererastkirin.

‘GER HÛN ÇARESERIYÊ DIXWAZIN HÛN DÊ RÊBERÊ VÎ GELÎ NAS BIKIN’

Serokwezîr li aliyekê dibêje “ger pêwîst be em ê bi Îmraliyê re hevdîtin pêk bînin, li aliyeke din dibêje ji bo Ocalan hepsa malê nabe’. Dibêje ez ê çawa li rûyê malbatên şehîdan binêrim? Gelo ma ev dibe? We wê civaka Tirkiyeyê, wan malbatên şehîdan, bi manuplasyon û agahiyên derew û şaş tije kirine. We hemû rêberên serhildanên berê îdam kir. Lê Kurdan stûyê xwe xwar nekir, têkoşîna wan berdewam kir. Dibe 5 an jî 10 salan hatibin çewisandin, bi komkujî û qirkirinan, lê îro civaka gelê Kurd zane bûye. Bi nêrînên hemdem ên rastiya rêbertiyekê dijî. Rêbertiya wê li hemberî we ye. Çi kujerê zarokan? Her kes dizane kî ye kujerê zarokan. Ma me komkujiya Laçê ji bîr kiriye. Me Geliyê Zîlan ji bîr kiriye? Hinek werin wijdanê, rastiyan bêjin. Civakê bi derewan empoze dikin. PKK tevgerek azadiyê ye ku di encama zext û komkujiyên we de derketiye holê. Tenê rastiyan ji civakê re bêjin pirsgirêk namîne. Ger dewleta Tirk, hukûmeta Tirk rastiyê ji civak Tirkiyeyê re bêje, bawer nakim ku nerazîbûn jî çêbibin. Jixwe vê gavê jî li gorî anketa nîva civakê dixwaze pirsgirêk bi rêya hevdîtin û diyalogê çareser bibe, nîviya din jî li dijî wê ye. Ger çapemenî rastiyan bêje, hin rêberên diyar rast biaxivin, gelê Anatolyayê dê rastiyê qebûl bike. Kîjan gundiyek ji rêzê dixwaze ziman û dîroka gundiyek Tirkiyeyê bê qedexekirin. Keseke naxwaze. Tu kesek xwedî wijdan ev qirkirin û zilma li kurdan tê kirin qebûl nake. Ger tu ji wan biprisî “ger ez heman tiştan bînim serê te tu dê qebûl bikî” dê bêjin na. Weke di tomarên dewletê de jî heye, gotin ku em ê serhildana 29’emîn jî têk bibin. Lê ev 20 sal in nikarin vê yekê bikin. Gelek heye, Rêbertiya Gelê Kurd heye. Ger hûn dixwazin pirsgirkê bi çareseriyeke mayînde çareser bikin, hûn neçar in ku Rêbertiyê qebûl bikin. Hûn qebûl nekin em ê şer bikin, gelê Kurd dê şer bike.

Li vî welatî dewleta Tirk zextên wehşî yên ku serê mirovan ranake, pêk anîne. Niha jî bi awayên cûda ev zext berdewam dikin. Dibe beşek ji Kurdan hatibe bijaftin, lê beşek girîng li ber xwe dide. Hûn ê ji vê girseyê re çi bêjin? Hinek dibêjin; PKK tevahiya gelê Kurd temsîl nake. Hin noker (hevkarên dewletê) dibêjin hûn nikarin li ser navê me biaxivin. Me bi navê vî gelî dest bi vê rêyê kir. Em bi navê girseya xwe diaxivin. Jixwe hemû tevgerên rizgariya neteweyî yên li gelemperiya cîhanê, ji sedî sedê civakê temsîl nekiriye. Ji ber ku zext û tundiya mêtîngeriyê heye. Hinek hene ji vê yekê ditirsin. Bi zextên cûda nokerên cûda derdikevin holê. Ev yek li her derê çêbûye. Li Kurdistanê jî heye. Lê em baş dizanin ku beşek mezin a gelê me azadiya xwe dixwaze. Piraniya wê dixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe, dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji zilmê re, qirkirinê re dibêje êdî bes e. Ji ber vê jî girseyek mezin a gel heye li hemberî we ye. Ger hûn dixwazin bi vî gelî re aşitiyê bikin û bi wan re bijîn, hûn dê bi awayek rast nêzî Rêbertiya wê jî bibin.

‘BI VAN TAKTÎKAN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE’

AKP’ê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de dîrokên 2023 û 2071 hatin dayîn. Hûn vê tabloya AKP’ê çawa dinirxînin. Gelo di kongreyê de ji bo pirsgirêka Kurd çi peyam da?

Li Tirkiyeyê hin nivîskar dibêjin ku AKP’ê ji bo çareseriyê hin pêngav avêtin û hinek baş kir”. Tam 10 sal bi ser hatina desthilatiyê ya AKP’ê re derbas bû. Pirsgirêka Kurd jixwe di salên 90’an de gihiştiye asta çareseriyê. Piştî pêşîlêvekirina ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xist, zemînê çareseriyê hinek amade bû. AKP hat li ser vê rûnişt û çareser nekir. Tayyîp Erdogan dixwaze pirsgirêka Kurd bibe pirsgirêkek ji rêzê lê pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Komar li ser esasê yekitiya Kurd-Tirkan hatiye avakirin. Kurd hêmanek sereke ne. Piştî peymana Lozanê her kesê pişta xwe daye Kurdan. Mirovên ku weke dost bi nav dikirin û mil dan milê hev û têkoşiyan hatin dardakirin. Komkujiyên Dêrsim, Zîlan çima pêk hatin? Komkujiyên Palû, Hênê û Dara Hênê çima hatin kirin?

Tayyîp Erdogan hedefa 2023 daye pêşiya xwe. Ma di nava hedefa 2023 de çarerseriya pirsgirêka Kurd heye, nexêr! Dê Tirkiyeyek çawa biafirîne? Ev pirsgirêk êdî bi vî awayî û bi van rê û rêbazan çareser nabe. We sirgun kiriye, zext lê kiriye, girtine, kuştine, li gel vana hemûyan jî we kiriye Tirk. Divê êdî ev rastî were dîtin. Gelo niha hewldanên ji bo çareseriyek taktîkî çiqas rast e. Ya Tayyîp Erdogan dike ev e. Beriya kongreyê hêvî çêkir û hat gotin ku dê pêşîlêvekirinên nû pêş bikevin. Her kesê got qey dê di kongreya xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşîlêvekirinek berfireh pêş bixe. Ev perspektîf dê deyneho lê. Lê ev wisa nebû. Di kongreyê de bang li girseya me kir. Got bêjin êdî bes e li hemberî PKK’ê rabin. Got em tasfiye bikin. Banga tasfiyekirinê kir. Ka çareserî? Ka dê hevdîtin pêk bihata?

‘ERDOGAN DIBÊJE EZ Ê MAFÊN XWEZAYÎ HINDIK HINDIK BIDIM’

Beriya kongreyê me weke Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî bersiv da. Me rastiyê aşkere kir.Yanî Tayyîp Erdogan taktîk dike. Hemleyek taktîkî pêş dixe. Di esasê xwe de ev yek mijûlkirin e, tu hişmendiya çareseriyê tune ye. Ger çareserî hebûya, dê di axaftian xwe de behs bikira. Dê çarçoveya vê yekê aşkere bikiriba. Ji ber pirsgirêka sereke ya komara Tirkiyeyê ye.

Serokwezîr dibêje 2023, dibêje 2071. Hedefek ewqas demdirêj dixe pêşiya xwe. Gelo dê rewşa Tirkiyeyê çawa bibe. Tu dê pirsgirkên civakî yên li holê çawa çareser bikî, ji bo vê yekê pêwîstî bi daxuyaniyekê nîne gelo? Belgeyek nivîksî pêşkêş kirine. Têde hin tişt cih digirin. Ev tiştên wiha helwestên provakekirina pirsgirêka Kurd in. Gelê kurd mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwaze. Li hemû deverên cîhanê zimanên cûda çawa bi hev re dijîn, Kurd jî dixwazin wisa bijîn, statuyek wisa dixwazin. Çi dibêje, dibêje dersên hilbijartî, dê mafê xweparastinê di dadgehan de bide. Mafên xwezayî yên vî gelî hene. Tu çima dibêjî ez ê wana hindik hindik bidim wana. Ne diyar e jî tu dê kengî bidî. Ger ji bo demek nêzîk dibêje, çima di axaftinên xwe de qala vê yekê nekir. Di wê belgeyê de bi du hevokan cih daye du madeyan, ma dê kî bawer bike? Kengî, çawa? li holê şerek dijwar heye. Tu dê çawa rawestînî. Projeya te çi ye? Pirsgirêke 90 salî heye. Beriya wê jî hebû, lê ev pirsgirê ji destpêka komarê heta îro bê navber didome. Pêwîstî bi nêzîkatiyek cidîtir û samîmîtir heye. Her tim bi hewldanên qelskirina Kurdan pirsgirêk çareser nabe.

BDP DI MIJARA ÇEKDANÎNÊ DE NE MUXATAB E

Mînak meclîs vedibe, parlementerek AKP’ê bi ser BDP’ê de diçe. Çiqas bê wijdan in. Jixwe êdî tiştek bi navê BDP’ê nehiştine! Hemû serokên bajaran, endamên meclîsa partiyê, sempatîzanên wan, endamên wan, 8 hezar kes avêtine girtîgehê. Jixwe 7 parlementer di girtîgehê de ne, niha jî dixwazin rêyek peyda bikin parlementerên mane jî bigirin. We tenê parlementeran negirtibû. Hûn ê niha wan jî bigirin. Hûn qirkirinê dispêrin siyaseta Kurdan. Tenê çend kesek mane, ji ber teslîmê we nabin, hûn êrîşê wan dikin. Ka wijdan û hesta empatiyê li kû ma?

Serê kêliyekê dibêjim BDP’ê çi kiriye û çi nekiriye. A pêşî BDP ne hêzeke çekdar e, partiyek e legal e. Yek ji hevpara aliyê kurd e; hevpareke siyasî ye. BDP dikare pêşniyaran ji PKK’ê re bike, ramanên xwe raber bike. Niha hûn dibêjin ku illem bila li hemberî hevpara din a kurd a hêza çekdar daxuyaniyan bide. Di mijara bêdengkirina çekan de bila xwe bike muxetab!

Çawa bike? BDP ne organîzasyoneke wisa ye ku di derbarê çekberdanînê de biryaran bide. BDP partiyeke demokratîk e ku li gorî yasayên Tirkiyeyê hatiye damezirîn. Lê di pirsgirêka kurd de yek ji hevparan e. Taktîka avakirina şkestinê ya di navbera kurdan de, hişmendiya serwer a dagirker ê jî serdest e. Beriya niha digotin; ‘’Em ê bi BDP’ê re rûnin lê bi PKK’ê re rûnanin’’ Niha jî berovajiyê wê dibêjin.

‘’BÊYÎ ÎMRALIYÊ, PKK’ê û BDP’ê HÛN NIKARIN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’’

Bêyî BDP ev pirsgirêk çareser nabe. Hemû hevparên vê pirsgirêkê dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Hûn ne bêyî PKK’ê, ne bêyî Îmraliyê û ne jî BDP’ê dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Loma ev hevparên vê pirsgirêkê ne. Lê her kesek cihekî wan roleke wan heye. Siyaseta legal a kurdan jî heye û têkoşîna çekdarî jî. Di derbarê BDP’ê de tê gotin ku ‘’îradeya wan nîne, nikarin biryaran bidin, pêgirê Qendîlê ne’’. Li gorî min di rewşa heyî de li Tirkiyeyê partiya herî demokratîk partiya BDP’ê ye, bloga Ked û Azadiyê ye. Organên BDP dema ku pirsgirêkek çêdibe rûdine diaxive û biryarê dide. Tiştekî demokratîk e. Di derbarê me de tim tê gotin ku ‘’rêxistineke Stalînîst e’’. Lê em ji bo ku biryarekê bidin ewqas civînan dikin. Mînak ji bo ku ez biryarekê bidim divê ez 4-5 civînan bikim, ramanê her kesî bipirsim û pejirandinê ji wan bistînim. Ti biryarê ez bi tena serê xwe nadim û nikarim bidim jî. Di sîstema me de çanda nîqaşê heye. Çima kongreyên me hefteyekê didomin. Loma her kes ramana xwe dibêje, nîqaşan dike û me kongreya AKP’ê jî dît; rêxistina yek zilamî! Kesek e, axaftinê ew dike û biryarê ew dide. Lijneya Navendî ya Birêvebirinê ew hildibijêre. Hilbijartinê ew dike. Ew ên din tenê ray (deng) didin û dipejirînin.

Huseyîn Çelîk dibêje ev pir demokratîk e…

Kû dera vê demokratîk e. Partiya Husnu Mubarek hebû û wî jî hilbijartin dikir. Di damezirîna Komarê de serdema yek-partîyî hebû, Ataturk her tişt nedikir? Ew demokratîk bû? Niha Beşar Esadê ku pir rexne lê tê kirin nake? Yanî siyaseta AKP’ê siyaseta yek zilamî ye. Hêdî hêdî ber bi tîrantiyê ve diçe. Kesek nikare biaxive jî. Hûn di nav xwe de nikarin biaxivin, nîqaş bikin lê êrîşî BDP dikin ku her roj nîqaş dike. Qaşo ew ne demokratîk in pêgirê derve ne. BDP biryarên xwe dide lê hevparên kurd pêgirê hev in. Ti caran me ji BDP’ê re negotiye vê biryarê bide, ew jî nikarin bidine me. Lê em li wan dinerin û ew jî li me dinêrin, her kes li Rêber Apo dinêre. Kurd êdî xwedî kevneşopiyeke siyasî ne. Bi vê wateyê ew hêz in. Hûn êdî nikarin vê siyasetê vê hêzê bi paş bixînin. Beriya her tiştî divê Tayyîp Erdogan dev ji wan fêhlên xwe berde ku fitnê têxe navbera kurdan û wan qels bike. Fêhlên ku ez ê Başûr bi Bakur nîqaş bikim û qels bikim fêhlên dagirkeriya klasîk in. Êdî kes nakeve van dafan. Heke hûn ê pirsgirêkê çareser bikin hevparên vê pirsgirêkên hene û di pêvajoya çareseriyê de hemû jî xwedî rol in. Muxatab diyar in, wê were rûniştin, perspektîfa çareseriyê were avakirin. Em ji vê re hene. Lê mijûlkirina bi taqtîkên cihê, di raya giştî de avakirina hêviyê û bi vê jî qelskirina hêza têkoşîna kurd, di nav çarçoweya şerê psîkolojîk de hemleyên taktîkî bi kêrî kesekî nayên.

-Tam di vir de piştî vê kongreya AKP’ê di dema pêş me de li hemberî polîtîkayên AKP’ê divê helwesta hêzên demokrasiyê û gelê kurd çi be?

Gellekî girîng e ku hemû beşên li gel demokrasî û aştiyê ne di vê demê de rola xwe pêk bînin. Loma diyar e ku AKP dê şer bidomîne. Bi pêngavên siyasî dîplomatîk wê taqtîka ku siyaseta kurd qels bike, wê bidome. Divê kes bi vê nexape û neyê lîstikê. AKP biryara rawestandina şer nedaye. Tezkereya der-sînor wê dîsa bipejirînin. Ji bo qelskirin û bertengkirina Tevgera Azadiyê diyar e ku wê bi gelek taqtîkan berê xwe bidine me. Wê hewl bidin ku bi rêbazên siyasî dîplomatîk û leşkerî encaman bi dest bixin. Ji bo vê jî nîqaşên bi vî awayî çêdibin. Puxteya wê nîne, navika wê vala ye. Taqtîka awiqandinê (mijûlkirinê) ye. Hemû hêzên demokrat û aştîxwaz, humanîst divê li hemberî vê helwestê rawestin. Loma ev helwest helwesteke durû ye. Loma di vê helwestê de çareserî nîne. Loma di vê helwestê de şer heye. Kes bi vê naxepe û helbet wê li ber xwe bide. Em ê li ber xwe bidin. Pêdivî bi gavên jidil, rasteqîn û li ser bingehên projeyan heye.

PÊVAJOYEK ŞER A JI SALÊN 90Î GURTIR HEYE

Pirî caran tê gotin gelo em li salên 90î vedigerin. Pêvajoyeke ku ji salên 90î gurtir heye. Niha her roj li Şirnexê, Colemêrgê, Çewlikê, Dêrsimê şer tune? Li her hêlê şer heye, AKP diçe kongreyeke bi debdebe li dar dixe. Beriya her tiştî welat di şer de ye û tu diçî bersiveke çawa dide vê. Projeya te çi ye? Her devera welêt dişewite, zarokên vî gelî dimirin. Tayyîb Erdogan diçe li pêşeroja xwe ya şexsî difikire. Ev kongre jixwe veguherî amadekariya pêş-zemîna serokkomariyê. Vê kongreyê mesaja çi da; ez heme, didomim lê bi nasnavên din, Erdogan ev mesaj da. Yanî bi temamî avabûyineke armanca takekesî bûye û pêşeroja xwe diyar dike. Li hêla din welat di nav şer de ye. Her kes li bendê bû ku di derbarê vê mijarê de tiştekî bibêje lê wî xwe kerr kir. Berovajiyê vê ji kurdan re hate gotin ku hiş (bêdeng) bibin. Em dibêjin Êdî Bes e. Ji vê zulmê re, ji vê zextê re êdî bes e. Gotina me çû wî bi kar anî. Hemû rewşenbîr, demokratên paqij, xwedî wijdan li hemberî vê durutiya AKP’ê, li hemberî vê cot-standartiya wê, li hemberî vê helwesta wê ya ne dirist, ne ciddî divê helwestekê nîşan bide. Di vê qonaxê de encax bi vê helwestê li pêşberî gurbûna pevçûnan dikare were rawestîn. Divê li hemberî vê durutiyê were rawestîn. Loma ev siyaset rê li ber gelek hilweşînên mezin vedike. Çend kurdan dibe cem xwe, çend tîpên qels dibîne û bi ya wan dê bi van karê xwe bi rê ve bibe. Dibêje ku 35 katîrîlyon razemînî kiriye. Ev ne pirsgirêkeke ekonomîk e, pirsgirêkeke netewî ye. Pirsgirêka zimên, çand û hebûna gelekî ye. Hebûna me di talûkeyê de ye û talûkeya li ser hebûna me hê ji holê ranebûye.

Di vê mijarê de bangî li hemû kesên aştîxwaz dikim. Li hemberî vê helwestê divê helwest were nîşandan. Heya ku ev helwest bidome ne pêkan e ku pêvajo bi ti awayî nerm bibe û aştî bi pêş bikeve. Divê rasteqînî rast were dîtin. Pêdivî pê nîne ku kes hestyar nêz bibe û fotografên başbîn bigre. Divêt mirov başbîn be lê divê mirov real jî be. Ev hişmendî hişmendiya şer e. Ev hişmendiya bi dafikan biserketinê ye.

FARQÎNÊ AKP’Ê MEZIN KIR Û KIRE HINCET

Tê gotin ku bi bûyereke duyem a mîna Farqînê pêvajo dikare were sabotekirin, hûn di derbarê vê de çi dibêjin?

Ev bi temamî gotina şerê taybet e. Bi gotina lîderên AKP’ê ku dibêjin, ‘’hevdîtin dikarin pêk bên’’ ma şer rawestiya? Agirbest bûye ku Farqîna Duyem pêk bê. Li her deverê şer heye. A rast Farqîn kirin bûyer. Mesele çi bû; AKP’ê wê serdemê bi taktîkên hilbijartinê bi me re diyalog domand û bi vî awayî domandina agirbestê pêk hat. Piştî ku karê wê qediya pehîna xwe li masê xist. Li hêncetan digeriya. Heman rojê du hêncet derketin pêş. Bi rasthatina heman rojê ev bûn. Siyaseta kurd xweserî li dar xist. Di heman rojê de bûyera Farqînê pêk hat. A rast ne çalakî lê pevçûn bû. Niha heke Erdogan bigota; ‘’Siyaseta Kurd, kongreya KCDê civiya, xweserî li dar xist. Ji bo vê jî min ev pêvajo bi dawî kir’’ wê pirtir rexne lê bihatana kirin. Bûyera Farqînê nepixand (mezin kir), lê beriya wê jî bûyerên bi vî rengî rû dan. Bûyera Farqînê kire hêncet û pêvajo xira kir.

Loma biryara wî hebû ku bi tundiyê tune bike- û jixwe wî bi xwe jî di diyalogên xwe yên dawî de ev got. Niha jî tê gotin, bûyera Duyê ya Farqînê dibe pêk were? Weke wê demê ti pêvajoyeke agirbestê, dîyalogê nîne. Niha şer didome. Dest bi êrîşê kirin, îro li Şemzînanê operasyon hene, li Çelê operasyon hene. Herroj bûyerên mîna Farqînê pêk tên. Lê ser vê jî dinuxumînin. Hewl didin ku hilweşîna mezin a şer li milê gel bar bikin. Çi ji çapemeniyê re tê gotin; ‘’ji bo PKK jê sûd wernegire nebînin, nîşan nedin, xwe kerr bikin.’’ PKK ne rêxistineke nû ye ku pêdiviya wê bi van propagandayan hebe. PKK tevgereke di pêvajoya çareseriyê de ye. Tevgereke mezin e. PKK dikare xwe biterisîne. Mesele ev e; hilweşîna vî şerî ji raya giştî ji gelê Tirkiyeyê vedişêrin. Herroj ewqas cinaze tên û deh ji yekê van nîşan didin û ên din jî bi awayekî veşarî radestî malbata wan dikin. Em dizanin ku li deverinan pevçûnên pir mezin rû didin. Bi dehan kes dimirin lê ev têne veşartin. Lê ji bo ku windayî pir çêdibin em kêfxweş nabin. Ez vê dibêjim; ev şer gelek hilweşînên mezin bi xwe re tînin. Ziyanên mezin hene, AKP vê dinuxumîne, vê vedişêre û serokwezîr vê bi aşkereyî vedibêje; ji PKK’ê re dibe propaganda. Loma ev pêvajo bi temamî bi biryara AKP dest pê kir. Ev pêvajo ne me xira kiriye. Ev pêvajo wan bi pêş xist. Ji bo vê jî şer dibe.

ME ŞER NEXWEST, EM DI AŞTIYÊ DE JIDIL BÛN

Piştî ewqas hevtînin li Îmraliyê, li Osloyê em li şer nefikirîn. Hinek jê dibêjin ku ew amade bûn. Helbet em li hemû îhtîmalan fikirîn. Tecrûbeyên me jî hene. Di pêvajoya hevdîtinan de ew jidiliya ku me qanî bikin, me bi wan re nedît. Ji bo vê jî em bi tewdîr bûn. Em li rewşên taloke yên ku dibe ku pêk werin fikirîn û me jî hin amadekarî kirin. Lê ti caran em ne li gel wê bûn ku şer gur bikin. Di mijara aştiyê de heya dawiyê jî em ji dil bûn. Serokwezîr dibêje di danûstandina de nejidilî hebû lê tam berovajiyê vê ye. Di wî de nejidilî hebû. Ev teqez û rasteqîniyek e dîrokî ye.

Li Ewropayê gelek kampanyayên Kurdistaniyan hene. Lê girtin berdewam in, şer bi awayekî tund berdewam e. Li hemberî çapemeniya kurd zext hene, di vê derbarê de hûn ê çi bibêjin?

Dema ku ew dibêjin şerê tevahî ev şer tenê bi çekên di destên wan de pêk nayê. Yanî tenê artêş û polês bi rê ve nabin. Bi awayekî berfireh hewl didin ku biçewisînin, bievçiqînin. Pêla girtinan, operasyonên jenosîdî şer e; şerekî li hemberî siyaseta kurd e. Em nayên wê lîstikê ku şer tenê wekî çekê nîşan bidin û bibêjin; ‘’bila ev raweste lê di qadên din de şerê min wê berdewam be’’. Ev şerek e helbet. 8 hezar siyasetmedarên kurd girtî ne û dibêjin ku em ê parlementeran bigirin.

GIRTINA PARLEMENTERAN WÊ ŞER GURTIR BIKE

Dîlgirtina parlementeran tê çi wateyê? Tê wateya gurkirin, kûrkirin, berfirehkirina şerê li dijî gelê kurd. Hem parlmenteran bavêje girtîgehê û hem î bibêje ez ê bi PKK’ê re diyalogê çêbikim û agirbest û lihevkirinê bikim. Tiştekî wilo nabe. PKK temsîlkarê vî miletî ye. HPG hêza parastina vî miletî ye. Li hemberî evqas girtin, êrîşên li hemberî ciwanên kurd, jinên kurd, kedkarên kurd hêzên parastinên nikarin bê helwest bin. Kurd jî ji bo hebûna xwe biparêzin dê ber xwe bidin. Ji bo vê jî şer bi awayekî îdeolojîk, siyasî, çandî, dîplomatîk, aborî û çekdarî didome. Civaka me li hemberî vê helbet divê hişyar be û karê barê xwe kiribe. Raya giştî jî divê vê baş zanibe ku şerê ku li dijî me tê kirin ne tenê bi çekdarî lê bi her hawî ye. Hemû derfetên dewletê têne bikaranîn. Erdogan li Ewropayê jî ji bo êrîş li ser me pêk bên hemû siyaseta xwe bi kar tîne. Hemû kêferata Erdogan ew e ku li her welatî li hemberî me biryaran derbixe. Organên çapemeniya kurd dikine amanca êrîşan. Faalîyetên komeleyên zagonî dikine amanca êrîşan. Di bingehê xwe de hebûna kurdan dikin amanca êrîşan. Sîsika meselê ev e. Te divê li nav welêt û te divê li derveyî welêt bersiva ku kurd bidine heye: berxwedan.

CEMEATA GULÊN FÊHLAN DIKE

Ez balê bikişînin ser xalekê; li Kurdistanê li gel şerekî mezin ê psîklojîk şerekî polîsiye jî heye. Bi faalîyetên polîsiye sivikkirina saziyên demokratîk ên kurdan, rêxistiniya wan a civakî, pasîvîzekirina wan, di hundir de çêkirina pirsgirêkan di van demên dawî de pir zêde bûne. Di vê mijarê de Cemeata Fethullah Gulen ku bi awayê Ergenekona Kesk bi rêxistin dibe, ku ev ji cemeatîyê derketiye û organîzasyoneke cihê ye, niha bi xebatên vê cemeatê taktîkên ku bi gelek rêbazan saziyên demokratîk ên welatparêzên kurd bi bandor bikin, têkevin nav wê, nakokiyan tê de çêbikin, gotegotan berbelav bikin û bi vî awayî enerjiya wê aresteyî hundir bikin û di nav pirsgirêkên navxweyî bimezêxin, têne bipêşxistin. Di vê mijarê de ez hemû gelê me, bi taybetî jî xebatkaran hişyar dikim. Yanî pirsgirêk hene. Dibe ku kêmasiyên kadroyan, nêzîkatiyên çewt ên welatparêzan hebin. Lê bi awayekî xurt faaliyetên berbelavkirina gotegotan, qelskirina mirovan, bêbawerîkirina derdorê û avakirina bêbaweriya di nav mirovan de hene û Ergenekona Kesk vê bi pêş dixîne. Ev faaliyetên ajanan in.Heke li deverekê saziyeke kurd hebin, dikevin nava wê, ji bo ku agahiyên çewt berbelav bikin û bikin ku baweriya mirovan bi hev nemîne hemû rêbazan bi kar tînin. Divê haya her kesî ji vê hebe. Ev jî rêbazek ji şer e. Ev fesadî ye, xayîntî ye. Niha rola Fethullah Gulen a li Kurdistanê di nav saziyên kurd de berbelav irina fesadiyê ye. Hin agahî têne ber destên min; tê gotin ku Gulen van karan organîze dike, şexsê wî bi xwe. Belgeyên vê hene. Ev ne titşekî ji rêzê ye. Faaliyetên ku ku gelekî berxwedêr û dixwaze hebe bêbandor bikin, bêhêz bikin, dîl bigirin bi awayekî berfireh têne bi rêvebirin. Hemû welatparêz divê hay ji vê hebin. Li hemberî vê divê xwedî helwest bin. Pirsgirêkên navxweyî bi awayekî zelal di nav xwe de biaxivin û çareser bikin. Divê pirsgirêk bêçareserî neyên hiştin. Ev bi awayekî berbelav tê bi pêş xistin. Kêmasî têne bi kar anîn.

AKP çiqas taktîkan bike jî belesebep in. Êdî pirsgirêka kurd wê çareser bibe. Di vê mijarê de pêvajoyeke dîrokî heye. Ti hêz nikare herka dîrokê rawestîne. Gelê kurd jî li van xakan wê azad bibe. Heke îro li Rojhilata navîn pêla azadî û demokrasiyê hebe rola berxwedan û tekoşîna gelê kurd tê de pir e. Statuyên din ên li parçeyên Kurdistanê ji hêla AKP’ê ve nehatibe serifandin lê qebûl kiribe naxwe dive Bakurê Kurdistanê jî qebûl bike. Di vê qonaxê de doza Azadiya Kurd ketiye pêvajoya dîrokî de û êdî wê ber bi serkeftinê ve biçe. Bi taybetî jî performansa ku di van 4 mehên dawî de gerîlayan nîşan kirî, pêngavan şoreşî ya ku gelê me yê Rojava pêk anî, pêşkeftinên di serweriya li ser qadan, li Kurdistanê têkoşîna azadiyê gihandiye qonaxeke din, êdî kes ji vê qonaxê gav ber bi paş ve naavêje. Wê bi pêş bikeve û bi ser bikeve.

ANF NEWS AGENCY