Kargeha cîpsan a Rojava
Kargeha cîpsan a li Rojava, berhemên ji bo tenduristiyê baş, bi kalîte û li gorî budceya civakê, hildiberîne.
Li Rojavayê Kurdistanê, xebatên aborî tevî derfetên kêm jî dewam dikin. Komîteya aboriyê ya TEV-DEM’ê li gelek kargehên bi ser Saziya Zîraetê ve, gelek berheman hildiberîne. Yek ji van jî kargehan a cîpsên garis e ku li Dêrikê vebûye.
Li vê kargehê 8 kes dixebitin, 6 ji wan jin in. Kargeh ev salek e ku dixebite. Rojane bi qasî 1000 kîsên cîpsan tên hilberîn û bi erzanî difiroşin dikandarên Rojava. Cîpsên garis, bi rengekî kontrolkirî û di nava şert û mercên paqij de tên hilberandin. Bihayê van cîpsan jî hat sererastkirin û bi vî rengî pêşî li bihayê zêde hat girtin.
Kargeh dê zêde bibin
Berpirsyarê kargeha cîpsan Ehmed Newaf bal kişand ser ambargoya aborî ya li ser Rojava û got, “Made û berhemên ji derve tên bi bihayekî gelekî zêde tên û tên firotin. Ev rewş ji bo cîpsan jî lê ye. Me xwest bi xwe vê çêkin û erzan bigihînin gelê xwe. Li Rojava, derfetên me kêm jî bin, hene. Dê hê gelek kargehên din bên vekirin. Em naxwazin bi derve ve girêdayî bin. Kargehên me yên li Rojava her zêde dibin.”
Emîne Beşîr Omer a li heman kargehê dixebite, kêfxweşiya xwe ya ji ber vî karî nîşan da û got, “Eger em ne li cihekî bi vî rengî, li cihekî dewletê yan jî patronekî bixebitiyana,dê zext li me bihata kirin. Lê belê em hem karê xwe dikin, hem jî gelekî rehet in. Ji ber ku ti zext li me nayê kirin.”
BÊRÎTAN SARYA / ANF / DÊRIK
