1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Karta SIM li gel kê be DYA ew kuştiye
Karta SIM li gel kê be DYA ew kuştiye,karta,sim,li,gel,kê,be,dya,ew,kuştiye

Karta SIM li gel kê be DYA ew kuştiye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 11.02.2014 07:00:22 Derket holê ku li pişt windahiyên sivîlan ên ji ber êrîşên Balafirên Bêmirov yên DYA di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê de kiriye' NSA heye. Artêşa DYA êrîşên li dijî kesên di lîsteya wê ya mirinê de ye, li gorî sînyalên ji karta SIM dike, lewma tê îdîakirin ku ji ber vê yekê dibe ku bi sedan sivîl qetil kiribe.

Di nûçeya bi îmzeya Glenn Greenwald, Laura Poitras û Jeremy Schahill a li koavar The Intercept de hat weşandin, piraniya bombebaranên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ên bi Balafirên Bêmirov, li gorî agahiyên Ajansa Ewlekariyê ya Neteweyî (NSA) ve hat kirin. Li gorî vê yekê, hat ragihandin ku di encama bombebarana bi îstîxabarata şopandina teknîkî, bi sedan mirovên sivîl û bêguneh jiyana xwe ji dest dane. Balkêş e ku beriya bombebaranê, mirovên îstîxbaratê li cih binirxînin, nînin.

LI GORÎ AGAHIYÊN KARTA SIM, FERMANA BOMBEBARANÊ TÊ DAYÎN

Di nûçeya kovarê de hat diyarkirin, ku piraniya îstîxbaratan ji şopandina teknîkî ya bi rêya kartên SIM ên telefonên destan ji aliyê NSA ve hatine wergirtin û CIA û artêşa DYA jî li gorî vê ji bo 'kuştinê' ketine nava tevgerê. Kovarê agahiyên xwe sipart pisportên berê yên li Balafirên Bêmirov ên DYA wezîfe dikirin û diyar kir ku ev şêweya înfazê heta niha li Yemen, Somalî, Pakîstan û Afganîstanê hatine bikaranîn. Tevî ku gelek ajan û wezîfedarên leşkerî yên DYA li Afganîstanê hene jî, piraniya êrîşên Balafirên Bêmirov li gorî agahiyên ji sîstema şopandina telefonê ya NSA ya bi navê 'Sigint' hatine kirin.

RÎSKA KUŞTINA SIVÎLAN 10 QAT ZÊDETIR E

Bi tenê di dema desthilatdariya Barack Obama de, ji destpêka 2009'an heta niha hejmara kesê di êrîşên Balafirên Bêmirov de hatine kuştin 2 hezar û 400 derbas kiriye. Li gorî texmînên çavkaniyên serbixwe, di nava kuştiyan de bi tenê ji Pakîstan, Yemen û Somalî 273 sivîl hene.

Di nûçeya The Intercept de cih ji agahiyên şêwirmendekî leşkerî yê DYA re jî tê dayîn. Li gorî şêwirmendê navê wî nehat aşkerakirin, di êrîşên Balafirên Bêmirov de rîska mirina sivîlan ji êrîşên balafirên bi pîlotan 10 qat zêdetir e.

KARTA SIM LI GEL KÊ BE EW TÊ KUŞTIN

Li gorî pisporan sedema herî girîng a komkujiya sivîlan a di êrîşên Balafirên Bêmirov de, îstîxbarata NSA ya ji karta SIM a telefonên destan werdigire ye. Ji ber ku lîderên rêxistinê yên di hedefa DYA de ne kartên SIM'ê diguherin, yan jî hin ji wan gelek kartên SIM bikar tînin, êrîşên li gorî kartên SIM timî hedefa xwe nabînin.

Pispor diyar dikin ku gelek kesên di lîsteya DYA ya 'kuştinê' de ne, haya wan ji bombebarana li gorî şopandina karta SIM nînin û ji ber vê yekê kartên xwe datînin gel malbat an jî hevalên xwe. Bi taybetî tê îdîakirin ku lîderên ser bi Talîbanê di hin civînan de kartên xwe yên SIM'ê dixin kîsekî, wan li nav hev didin û her lîderek ji vî kîsî kartekê hildibijêrin û bi vî rengî rêya xwe dewam dike. Bi vî awayî kesên di lîsteya 'kuştinê' ya DYA de cih nagirin, di şûna yên di lîsteyê de ne tên kuştin.

Piraniya wezîfedarên îstîxbaratê yên agahî dane The Intercept dibêjin, ku wan tespît kirine gelek mirovên sivîl ên li nêzî lîderên rêxistinê yên di hedefê de ne, jiyana xwe ji dest dane.

“NE MIROV, EM LI TELEFONAN DIDIN”

Yek ji wezîfedarê berê yê îstîxbaratê ji kovarê re axivî û der barê êrîşên bi Balafirên Bêmirov re got, "Em ne li mirovan, li telefonên wan didin. Dema vê dikin jî, bi hêviya ku yê li aliyê din ê fuzeyê ye mirovê 'nebaş' be dikin."

Destûra êrîşên Balafirên Bêmirov ên DYA yên li hemberî lîderên rêxistinên mîna El Qaîde û Talîban ên li Pakîstan, Afganîstan û welatên din ên Misilman, ji aliyê Serokê DYA Obama bi xwe ve tê dayîn. Ev destûr 60 rojan derbasdar in û eger 'pêwistî' bê dîtin, dikarin bên dirêjkirin.

The Intercept di nûçeya xwe de dibêje, "Tevî ku dizanin di êrîşê de sivîl jî dikarin bên kuştin jî, fermana êrîşê tê dayîn. Ji ber ku ev firsend dikare careke din bi dest nekeve."

Serokê DYA Barack Obama di daxuyaniyek meha Gulana derbasbûyî de îdîa kiribû ku di rewşeke 'herî nêz' a ewlebûnê de fermana bombebaranê tê dayîn. Li gorî nivîskarên kovarê greenwald û Scahill, ji ber ku daneyên NSA tên bikaranîn, rewşa di êrîşên Balafirên Bêmirov de, rewşeke berevajî gotinên Obama nîşan dide.