1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kartal: Ti polîtîka wê AKP û Erdogan ji tinebûnê rizgar neke
Kartal: Ti polîtîka wê AKP û Erdogan ji tinebûnê rizgar neke,kartal,ti,polîtîka,wê,akp,û,erdogan,ji,tinebûnê,rizgar,neke

Kartal: Ti polîtîka wê AKP û Erdogan ji tinebûnê rizgar neke

Hevserokê KONGRA GEL Kartal diyar kir ku Erdogan, ji bo tola xwe ya têkçûnê ji HDP'ê û Tevgera Kurd hilîne, li dijî Kurdan şerekî topyekûn îlan kiriye û destnîşan kir ku di encama vî şerî de wê Erdogan û AKP di nava sergoyê dîrokê de winda bibin

A+ A-

BRUKSEL - SERKAN DEMÎREL / ANF Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku Erdogan, ji bo tola xwe ya têkçûnê ji HDP'ê û Tevgera Kurd hilîne, li dijî Kurdan şerekî topyekûn îlan kiriye û destnîşan kir ku di encama vî şerî de wê Erdogan û AKP di nava sergoyê dîrokê de winda bibin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, şerê topyekûn ê hikûmeta AKP'ê û Erdogan li dijî HDP, Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rojava îlan kiriye, ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN XWE Û AKP'Ê DIQEDÎNE'

Kartal da xuyakirin, ku xuyaye Erdogan hewl dide tolê ji HDP û Tevgera Kurd a ew di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk bir hilîne û destnîşan kir ku siyasteke heta niha 40 caran hatiye ceribandin lê encam jê nehatiye stendin, wê Erdogan û hikûmeta AKP'ê biqedîne. Kartal got, "Ya bi şer re tê xwestin, ji polîtîkaya dewletê wêdetir, polîtîkaya Erdogan e. Erdogan ê ku nebûna hikûmeteke divê destûrê jê bigire weke firsendê dibîne, ji hebûna hikûmeta demkî sûd wergirtiye û şer îlan kiriye. Afirîner û rêveberê şer Erdogan e."

'ARMANC HILBIJARTINA PÊŞWEXT E'

Kartal diyar kir ku Erdogan bi vî şerî re dixwaze hilbijartina pêşwext pêk bîne û got, "Erdogan qaşo di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de li hemberî PKK'ê şer ragihand. Dibêje ku vê rojeva şer re ew nîşan bide ku li hemberî HDp, PKK û DIAŞ'ê têdikoşe û bi vî rengî raya giştî bikişîne aliyê xwe. Erdogan dixwaze rewşa neyînî ya 7'ê Hezîranê ji bo wan anî, bi propagandayên neteweperestiyê re biguherîne, bi vî rengî bikeve hilbijartineke pêşwext, HDP'ê di binê bendê de bihêle û dengekî ku karibe bi tena serê xwe bi desthilatdar bi dest bixe."

'ERDOGAN WELÊT DIAVÊJE NAVA AGIR'

Kartal anî ziman ku ji ber pirsgirêkên giran ên psîkolojîk ên Erdogan, hem ji bo partiya xwe, hem jî ji bo Tirkiyeyê mijaran rast naxwîne, bi awayekî normal nanirxîne û got, "Erdogan ne li cihê hilberîna polîtîka rast e. Erdogan bi polîtîkaya xwe ya îro re dixwaze, ji ber têkçûna xwe ya li hemberî HDP'ê, tolê hilîne. Biryarên Erdogan bi vê rewşa derûnî werdigire, Tirkiyeyê diavêje nava agir."

'POLÎTÎKAYA ERDOGAN A LI HEMBERÎ ROJAVA HILWEŞIYA'

Kartal polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de dixwaze li hemberî Rojava bimeşîne nirxand û anî ziman ku ji ber têkçûna polîtîkaya Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya li ser Sûriye û Rojava, bi DYA re li hev kiriye. Kartal destnîşan kir ku polîtîkaya Erdogan a bi destekkirina DAIŞ'ê re fetisandina Şoreşa Rojava têk çûye û got, "Tirkiyeyê bi biryara xwe ya dawî re bi DYA re li hev kiriye û biryar daye tevlî kaolîsyona li hemberî DAIŞ'ê bibe. Ya ku DYA ji destpêkê ve dixwaze, di serî de Încîrlîk vekirina gelek baregehan e. Tirkiyeyê ev yek ji DYA re vekir. Ji ber ku di polîtîkaya xwe ya bi destekkirina DAIŞ'ê re pêşîgirtina li Rojava de winda kir, Tirkiyeyê bi DYA re peymaneke bi vî rengî mor kir."

'DYA JI TIRSA TIRKIYEYÊ YA JI ROJAVA SÛD WERGIRT'

Kartal anî ziman ku hem polîtîkaya navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê hem jî bi têkçûna DAIŞ'ê ya li Girê Spî re tirsa Tirkiykeyê ya ji rizgarkirina Cerablûsê ji aliyê YPG'ê ve, bû sedem ku Tirkiye peymaneke bi vî rengî mor bike û destnîşan kir ku tirsa herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku herêma di navbera Kobanê û Efrînê de bikeve bin kontrola YPG/YPJ'ê. Kartal diyar kir ku Tirkiye vê tirsa xwe timî ji DYA re radigihîne û got, "DYA jî ji vê tengavî û rewşa panîkê ya Tirkiyeyê sûd wergirt û baregehên heta niha dixwest, da vekirin." Kartal da xuyakirin ku dewleta herî baş dizane têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re heye DYA ye û anî ziman ku Tirkiye taliyê hatiye cihê DYA dixwaze û DYA ji bo Tirkiyeyê li vê astê rabigire, peymaneke wiha mor kiriye.

'BI TI AWAYÎ ROJAVA JI NEDÎTÎ VE NAYÊ DÎTIN'

Kartal diyar kir ku DYA bi peymana bi Tirkiyeyê re nikare siyaseteke ku YPG û YPJ'ê ji nedîtî ve tê bimeşîne û destnîşan kir ku DYA baş dizane yekane hêza ji bejahî ve li dijî DAIŞ'ê dikare têbikoş e, YPG û YPJ ye. Kartal got, "DYA ji ber ku realîteya YPG û YPJ'ê baş dizane, ne ji ber xatirê Tirkiyeyê ne jî ji ber berjewendiyên xwe, ti carî nikare Rojava ji nedîtî ve bê. DYA bi vê peymanê re dixwaze Tirkiyeyê di nava lepên xwe de rabigire û ji baregehan sûdê werbigire. Hem DYA hem jî hêzên din ên koalîsyon baş dizanin ku, zerardîtina YPG û YPJ'ê wê bibe serketineke mezin a DAIŞ'ê." Kartal ragihand ku ev hêz nikarin Rojava ji nedîtî ve bên.

'TI POLÎTÎKA WÊ AKP Û ERDOGAN JI TINEBÛNÊ RIZGAR NEKE'

Kartal da xuyakirin ku ne biryarên der heqê DAIŞ'ê de hatine girtin, ne jî êrîşên li hemberî PKK'ê wê AKP û Erdogan ji tinebûnê rizgar nekin û da zanîn ku Erdogan wê di binê van polîtîkayên xwe de bimîne û bi temamî tine bibe. Kartal da zanîn ku divê ev polîtîkayên Erdogan di heman demê de ji aliyê gelan ve weke pêvajoyeke xilasbûnê bên dîtin û got, "Pêvajoyên kaosê, ji aliyê çareseriyê ve pêşketinên mezin diafirîne. Rastiyeke bi vî rengî jî heye. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku hesabên Erdogan wê bi cih neyên. Li Tirkiyeyê azadî, demokrasî û aştî wê qezenç bikin.

'JI BO DAWÎANÎNA LI DESTHILATDARIYA SIYASÎ YA ERDOGAN DAKEVIN QADAN'

Kartal da zanîn ku Erodgan ji bo desthilatdariya xwe ya siyasî biparêze, bi çavsorî şer li ser gelan ferz dike û bang li gelan kir ku ji bo vê rewşa şer veguherînin pêvajoya avakirina aştî, demokrasî û azadiyê ya bi perspektîfa 'Neteweya Demokratîk' dakevin qadan. Kartal got, "Em aştîxwaz bi rabûna ser piyan re dikarin pêşî li şer bigirin. Ji ber vê yekê divê Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û tevahiya cîhanê, bi awayekî bi bandor di vê pêvajoya dîrokî de bi rola xwe rabin. Çawa ku di 7'ê Hezîranê de gel rabûn ser piyan û dawî li xeyalên împaratoriyê yên Erdogan anîn, bi heman rengî dikarin vî şerê Erdogan li ser gelên Tirkiyeyê ferz dike, ji holê rakin û dawî li desthilatdariya siyasî ya AKP û Erdogan bînin. Ev pêvajo li pêşiya me ye. Divê her kes rabe ser piyan, têkoşîna demokrasiyê were pêş ve birin."