1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Karên ji derveyî hiquqê li ser bijîşkan tê ferzkirin
Karên ji derveyî hiquqê li ser bijîşkan tê ferzkirin,karên,ji,derveyî,hiquqê,li,ser,bijîşkan,tê,ferzkirin

Karên ji derveyî hiquqê li ser bijîşkan tê ferzkirin

A+ A-

ÎZMIR (DÎHA) - Bijîşkê bi navê Suleyman Şafak ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bergamayê ya Îzmirê de dixebite, her çendî di rêveberiyê de cih nagire, rojên şemiyê nobed û nobedên definkirinê li ser wî tê ferzkirin, ji ber ku Şafak ev yek red kir peymana wî hat feshkirin. Şafak diyar kir ku sazî î dezgehên ku bûn sedema vê yekê dê li hemberî hiqûqê hesab bidin.

Hikûmeta AKP'ê piştî li welat rewşeke kaos û şer da avakirin, li ser vê polîtîkayê êrîşên xwe yên li hemberî hemû beşên civakê didomîne. Di van êrîşên AKP'ê de qada tenduristiyê jî nesîbên xwe digire. Di demên cuda de li Îzmirê 3 karkerên cemaweriyê ji kar hatibûn avêtin, herî dawî bijîşkê bi navê Suleyman Şafak ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bergamayê ya Îzmirê de dixebite, peymana wî hat betalkirin.

Şafak diyar kir ku ji ber kêmasiya xebatkaran peywîrên di qanûnê de tune ne li ser xebatkarên tenduristiyê tên ferzkirin û aşkera kir ku li hemberî vê der barê hin saziyan de serlêdana sûc kiriye.

Şafak bi lêv kir ku saziyên mijara gotinê piştî tu qanûneke xwe bispêrên nedîtin, wan jî der barê wî de serlêdana sûc kiriye û got ku ev 8 sal e ew nobedê digire, lê di aliyê aboriyê de tu piştgirî ji bo wî nehatiye kirin. Şafak da zanîn ew di sala 2012'an heta niha li hemberî pirsgirêkên heyî têdikoşe û wiha got: "Hem di aliyê Şûreya Bilind, hem jî di warê Dadgeha Bilind de a 'Hekîmên Malbatê yên ku karkerên bi sîgorteyî didin xebatê xwediyê kiran' de ez mafdar hatime dîtin. Em wekî Hekîmên Malbatê kargeha meya ku me bi kirê temîn kiriye, 8 saetan aktîf 24 saetan di nava rojê de dixebitin, li gorî qanûnê wekî hekîmê yekîneyê em ji dervayî qanûnê tên xebitandin."

'Reyayek walî ya bi vî şêweyî tune'

Şafak herî dawî aşkera kir ku reyaya walî ya ku wan peywîrdar bike û bi biryara walî ew nikarin ji peywîrê bên girtin û ev yek helwest bi fikar dît. Şafak destnîşan kir ku ew bi awayekî dijhiqûqî ji peywîrê hatiye girtin û ev tişt got: "Sazî û dezgehên ku bûn sedema peywîrgirtina min, dê li hemberî darêzê hesab bidin."

(ms)