1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD bi STK'yan re dicive
KCD bi STK'yan re dicive,kcd,bi,stk,yan,re,dicive

KCD bi STK'yan re dicive

A+ A-

KCD û 698 rêxistinên civakî ku hevparên wê ne, di civîna heyama navbere ya Lijneya Giştî ya KCD'e li dicivin. Di civînê de wekî mijara sereke dê biryara bêçalaktiyê ku KCD'ê di serê adarê de cardin binirxîne, bê guftugokirin. Hevparên KCD'ê di civînê de li hemberî vê pêvajoyê dê helwasta xwe diyar bikin.

KCK, biryara bêçalaktiyê ku di 13'ê tebaxê îlan kiribû, carekê heta 30'ê îlonê dirêj kiribû û pişt re jî diyar kir ku heta hezîranê dê pozîsyona xwe bi parêze. KCK'ê, ji ber ku dewletê tu gav neavêtin, dê biryara xwe di serê adarê de cardin binirxîne. Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kiribû ku eger heta adarê dewlet tu gavan neavêje dê ji navberê vekişe, nirxandina KCK'ê bûye mijara mereqê. Li gel van qeşedanan, KCD û 689 rêxistinên hevparên wê ku ji bo "Bêçalaktiyê" bangkiribûn, ji bo mijarê bi nirxînin dê sibê li Amedê di civîna heyama navberê ya Lijneya Giştî ya KCD'ê dê bicivin. Civîn dê bi beşdariya 800 delegeyan bê lidarxistin û gelek mijarên wekî, biryara bêçalaktiyê pêvajayo siyasî û hilbijartin dê bên nirxandin. Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk û Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak jî dê tevli civînê bibin. Çav li rê ye ku di civînê de ji bo rojên pêş nexşerêyek jî bê diyarkirin û helwesat rêxistinên civakî ya li hemberî bê çalaktiyê jî bê zalelkirin.

Di vê navberê de daxwaza randewuyê ya rêxistinên civakên sivîl ku ji KCK'ê re banga bêçalaktiyê kiribûn û banga wan hatibû qebûlkirin, ji aliyê Serokwezîr û Serokomar ve hate redkirin. Rayedarên dewletê ku şertê tevlibûna KCD'ê danîn ber hevdîtinê bersiv neda randevûya rêxistinan. Tê diyar kirin ku rêxistinên ku daxwaza hevdîtina wan bê bersiv hatine hiştin, sibê tu bang nakin û dê tenê helwesat xwe diyar bikin. Encamên civînê dê piştre ji raya giştî re bên aşkerakirin.

Civîn sibê saet di 10.00'an de li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina BDP'ê ya Amedê dê bê lidarxistin û dê 2 rojan bidome. DÎHA

(lg/mae)


Bêjeyên Miftehî