1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Divê BDP Biryarê Bide
KCD: Divê BDP Biryarê Bide,kcd,divê,bdp,biryarê,bide

KCD: Divê BDP Biryarê Bide

A+ A-

AMED - Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), piştî YSK'ê biryara betalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle da bi awayekî lezgîn civiya. KCD'ê biryara BDP'ê ya "parlementerek jî kêm be em ê neçin Meclisê" ku beriya niha dabû, bi bîr xist û bang li BDP'ê kir ku bi awayekî lezgînî vê biryara xwe ji raya giştî re aşkera bike. KCD'ê bang li Meclisê jî kir ku bi awayekî lezgînî dest bavêje mijarê û riyên demokratîk veke.

Piştî biryara YSK'ê ya 'Hatîp Dîcle nikare parlementerî bike', Meclisa Daîmî ya KCD'ê, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê bi awayekî lezgînî civiya. Meclisa Daîmî ya KCD'ê, encamnameya civîna xwe aşkera kir.

Piştî civînê, encamname ji aliyê Berdevkê Demî yê KCD'ê Cemal Coşkun ve hate xwendin. Çoşkun, diyar kir ku biryara ji aliyê YSK'ê ve hatiye dayîn, di şexsê Dîcle de, li hemberî gelê kurd ku ji bo çareseriya demokratîk têdikoşe, hatiye girtin. Coşkun anî ziman ku tu bingeh û ravekirineke hiqûqî ya vê biryarê tune ye. Coşkun destnîşan kir ku bi vê biryarê, vîna gel tune hatiye hesibandin û da zanîn ku vê biryarê, qebûl nakin.

Coşkun ev tişt gotin: "Îro, hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re, hate astengkirin. Bi taybetî jî piştî hilbijartinên giştî, di hêla çareseriya pirsgirêkê de, Ocalan diyarker û muxatab e. Lewma jî astengkirina hevdîtina bi parêzeran re, rewşê aşkera dike." Coşkun, li ser mijara parlementerên blokê rawestiya û wiha got: "Têkildarî vê biryarê, nirxandineke wiha hate kirin: Gelê kurd xwest ku siyasetmedarên kurd bişîne parlamentoyê û di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêkê de, israr kir. Lê bi awayekî rasterast û bi tevahî faşîzan, mudaxaleyî vê pêvajoyê kirin."

BIRYARÊN PIŞTÎ CIVÎNÊ HATINE GIRTIN EV IN

1- Di serî de Hikûmeta AKP'ê û Partiya Makemuxalefetê, ji bo biryar bê betalkirin û ev provakasyon ji holê bê rakirin, bang dike ku meclîs des bavê je vê yekê û rêyên demokratîk bên vekirin.

2- Ji bo ev biryar bê betalkirin û di kesayetiya Birêz Dîcle de astengiyên li ber temsiliyeta demokratîk a gelêmê bên rakirin, em bang li gelê xwe dikin ku di nava ruha severberiyê de çalakiyanên xwe yên demokratîk û sivîl bidomîne.

3- Kongreya me ku sêvaneya siyaseta sivîl a Kurdistane ya herî bilinde bang li hemû hevparên xwe, sazî û rûspiyên civakê dike ku li hemberî vê yekê helwesta xwe bi avayekî zelal dane holê.

4- Bi heman şiklî, em bang dikin ku hemû derdor xwedî li projeya Xweseriya Demokratîk a ji aliyê gelve jî di hilbijartinan de hatiye erêkirin, derkevin û wê pêşve bibin.

5- Di çarçoveya biryara "Tenê yek jî kêm be em naçin meclîsê" a Koma Meclisê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê ya ku wekî partiyek siyasî ya hevpara me ya herî mezin e, em bang li hemû gelê xwe yê Tirkieyê û raya giştîya Cîhanê dikin ku bi awayekî aşkere vîna xwe aşkerebike.

6- Di serî de em bang li hemû pevparên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê û hemû rewşenbi, demokrat û zanyarên Tirkiyeye dikin ku li dijî vê biryara dijdemokratîk li cem têkoşîna demokratîk û azadiyê cih bigire dikin.

7- Em bang li Yekitiya Ewropa, Konseyea Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin heta dawî israr bikin. Her wiha dixwazin ku li dijî hikûmeta Tirkiyeyê ya înkar û îmhaya gelê kur de israr dike helwesta xwe aşkere bikin û vê biryarê şermezar bikin. Ji bo biryar bi paşve bê kişandin em bang li her kesî dikin ku helwesta xwe bînin ziman.


Bêjeyên Miftehî