1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD Dê Civata Giştî Li Dar Bixe
KCD Dê Civata Giştî Li Dar Bixe,kcd,dê,civata,giştî,li,dar,bixe

KCD Dê Civata Giştî Li Dar Bixe

A+ A-

Civîna Meclîsa Domdar a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi dawî bû. Di civînê de biryara Civata Giştî hate girtin. Dê hilbijartina delegeyan heta 24'ê Tîrmehê bê temamkirin û Civata Giştî jî di 30-31'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Di civînê de ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd jî biryara civînên amadekar hate girtin.

Civîna Meclîsa Domdar a KCD'ê ya ku li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin bi dawî bû. Civîn nêzî 6 seatan berdewam kir û encamnema ji aliyê Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk ve hate aşkerakirin. Tugluk di destpêka axaftina xwe de got ku ew bi munasebete salvegera Komkujiya Otela Madimakê ya Sêwasê kesên ku ev komkujî pêk anîne şermezar dike. Tugluk diyar kir ku seferberiya demokratîk a ku bi pîrozbahiyên 21 Adarê dest pê kir bi awayeke şênber bi serkeftina Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê xwe nîşan da. Tugluk got ku ew dixwazin encama ku di hilbijartinan de derketiye holê ji bo înşakirina Xweseriya Demokratîk bibe hêzek û wiha berdewam kir: "Piştî ku parlamenteriya Hatîp Dîcle hate betalkirin û parlamenterên girtî nehatin berdan me weke KCD bang li paryamenterên Blokê kir û peşniyara neçûyîna meclîsê kir. Ev biryar ji aliyê parlamenteran ve hate qebûlkirin û vê pêvajoyê jî berpirsyariyên girîng danî pêşiya me. Bi hevdîtinên ku li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re tên kirin li aliyeke hatiye pêvajoya çareseriyê lê li aliyê din jî pêşketinên ku piştî hilbijartinan derket holê, operasyonên leşkerî û siyasî zêde bûn. Ji ber vê yekê jî ketiye merhaleyeke krîtîk. Êdî hêviya kurdan ew e ku ne gotin îradeya çareseriyê bê nîşandan. Rojên pêşiya me hikîmet çiqas samîmiyeta nê derkeve holê."

'Kurd neçar nîn in'

Tugluk got ku çavên çareseriyê bên avêtin jî neyên avêtin jî berpirsyarî û karên mezin li ber Kongreya wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kongreya Civaka Demokratîk hem asta ku têkoşîna azadiyê hatiye hem jî pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn derketiye holê xwedî li hemûyan derdikeve. Meclîsa me ya Domdar bawer dike ku gelê me heta niha çawa xwedî li têkoşîna xwe ya azadiyê derket û di vî warî de bi bîryar e dê vê pêvajoya dîrokî de jî vê yekê biryariyê bidomîne. Kurd neçar nîn in. KCD dê vê pêvajoya dîrokî de berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne."

Tugluk biryarên ku di civînê de hatine girtin jî wiha rêz kir: "Salnameya hilbijartina KCD'ê zelal bûye. KCD'ê dê delegeyên xwe di nava gel de heta 24'ê tîrmehê hilbijêre. Civata Giştî jî dê 30-31'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Li gorî berpirsyariya dîrokî dê biryar bêne girtin. Ji bo statuya Xweseriya Demokratîk bê înşakirin dê rola xwe bilîze. Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd civînên amadekariyê dê bê lidarxistin."

DÎHA (sa)