1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Huda-Par’ê bi armancekî kirêt û provokatîf êrîş pêkanî
KCD: Huda-Par’ê bi armancekî kirêt û provokatîf êrîş pêkanî,kcd,huda,par,ê,bi,armancekî,kirêt,û,provokatîf,êrîş,pêkanî

KCD: Huda-Par’ê bi armancekî kirêt û provokatîf êrîş pêkanî

A+ A-

AMED 31.01.2014 12:25:01 KCD’ê di derbarê êrîşa Huda-Par’ê ya li Lîceyê bi armaca provakasiyonî pêkanîn daxuyaniyekî nivîskî weşandin û got: “ Li ti devaran ne hatiye dîtin ku bi kêran û jopan xebatên hilbartinê hatine meşandin. Duh Hupa-Par’ê bi armancekî kirêt û provakatîfî êrîşek li ser gelê me pêk anî.”

Kongera Civaka Demokratîk (KCD) derbarê êrîşa Huda-Parê ya li navçeya Amedê bi armecekî provokasiyonî li ser gel pêkanî de daxuyaniyekî nivîskî weşandin û wiha dan diyar kirin: “Di demekî ku hilbijartinên herêmî nêzîk dibin de mafê her partiyekê heye ku li ser zemînekî demokratîk û rewa xebatên hilbijatinê bidin meşandin. Lê belê me ta niha li tu devaran xebatên hilbijartinan yên bi kêr û jopan tên meşandin ne hatîne dîtin. Duh li navçeya Amedê Lîçeyê ji aliyê Huda-Par’ê ve êrîşekî kirêt û bi provolatîf pêkhat. Em vê êrîşa li himberî gelê Kurd, demokrasiyê, aştiya civakî pêkhatî şermezar dikîn. Em didin diyar kirin ku êrîşên bi vî awayî nayên pejirandin.

Êrîşên wiha ji derveyî xizmeta hêzên tarî tu vegotinên din îfade nake. Di vê her kes ji aliyê xwe ve bizanin ku em rêdanin êrîşên wiha. Ev êrîşên henê wek berî bûyîn, îro jî aliye gelê Kurd û dinava civaka sivîl de hatiye mehkûm kirin.

Em weke Kongreya Civaka Sivîl bang dikîn ku dest ji êrîşên di bin sedemê têkilheviya civakê û rê ji provaksiyonan re vedikin berdin. Em bang li gelê xwe dikîn ku li himberî êrîşên bi vî rengî hestyarin.”