1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin
KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin,kcd,qirkirina,li,hemberî,ermeniyan,îro,li,dijî,kurdan,tê,kirin

KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin

KCD'ê der barê salvegera Qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li AKP'ê kir, ku rû li vê rastiyê were û pêkanînên xwe yên qirkirinê biqedîne

A+ A-

AMED - ANF Komîsyona Gel û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Ji ber pêkanîn û polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên zêdeyî sed sal in didomin, eglek gel an kirin Tirk an jî ji aliyê fîzîkî ve hatin tinekirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev pêkanînên qirkirinê bi serê Kurdan, Ermeniyan, Suryaniyan, Êzidiyan, Çerkesan û gelek gel û baweriyên din hat. Ji nava van a herî berfireh, giran û telafîkirina encamên wê nepêkan e, bêguman Qirkirina Ermeniyan a 1915'an e. Bi qasî 1.5 mîlyon Ermenî hatin qirkirin. Ewqas Ermenî jî ji cih û warên xwe hatin derxistin; dînamîkên civakî yên li ser daneheviya dîrokî ya ji hezaran salî ava bûbû, hat tinekirin."

'POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ DEWAM DIKIN'

KCD'ê da zanîn, dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya înkarkirina qirkirinê didomîne û wiha dewam kir. "Ji ber vê feraseta înkarê, polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Ermenî hatin meşandin, îro li dijî Kurdan di meriyetê de ne. Polîtîkayên qirkirin, qetlîamker û nîjadperest ên Îttîhat û Terakkî, bi destê AKP'ê hatine nûkirin û gelek bajarên Kurdistanê yên mîna Sûr, Cizîr, Silopiya, Gever, Nisêbîn û Kerboranê bi cih tên anîn, gelê Kurd tê qirkirin.

Dewleta TC û hikûmeta AKP'ê, ku ji rûlihevhatina rastiyan direve, li dijî gelên Anatolî û Mezopotamyayê, sûcên nû yên şer û mirovahiyê dike. Lê belê bi tecrûbeyên berê jî eşkere bû ku ev polîtîka û pêkanîn nikarin berxwedana azadbûnê ya gelê me bişikîne. Di çarçoveya vê nirxandinê de, em pêkanînên qirkirinê yên li hemberî gelên Mezopotamya û Anatoliyê, bi taybetî qirkirina Ermeniyan a di sala 1915'an de careke din bi tundî şermezar dikin."

'EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN Û AZAD BIBIN'

KCD'ê bang li AKP'ê kir ku rû li paşerojê were û dawî li pêkanînên xwe yên qirkirinê bîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em radigihînin ku hevparê êşa gelê Ermenî yê li Dîasporayê ne û bang li gelên xwe dikin ku piştgiriyê bidin hev. Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bigihêjin siberoja azad."