1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD: Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye
KCD: Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye,kcd,roj,roja,têkoşîna,li,dijî,faşîzmê,ye

KCD: Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye

KCD'ê girtina hevşaredar û siyasetemdaran û zextên li saziyên çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin, ku bi hev re li ber van êrîşan rabin."

A+ A-

AMED - ANF Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişakan û Firat Anli, Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Leyla Akat Ata û girtina saziyên çapemeniya KUrd, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Di têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd de, ku dînamîka herî girîng a têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê ye, destketiyên demokrasiyê yên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin tên dagirkirin, her roj vîna gel a hatiye hilbijartin tine tê hesibandin û maf tên talankirin."

'TÊKOŞÎNA KU MEZIN DIBE, WEKE ÎFLASA SÎSTEMÊ DIBÎNE'

KCD'ê da xuyakirin, ku sîstema dewletê ya xwe dispêre înkara civakîbûn, di asta faşîzmê de bi rê ve diçe û wiha dewam kir: "Ev zîhniyet dest datîne ser hemû nirxên civakê; tine dihesibîne, êrîş dibe ser, komkujiyan dike û hemû mûxalefa civakî dike hedef. Di nava vê rewşa kaosê de ku roj bi roj bi rêbazên hovane tê kûrkirin, rêyên siyaseta demokratîk tên xitimandin, saziyên siyasî yên Kurd îllegal tên nîşandan.

Tevgera jinê û saziyên Kurd ku pêşengên têkoşîna civakî ya li gelemperiya Tirkiyeyê bi taybetî ya li Kurdistanê ye, bûne hedefa bingehîn a faşîzma dewleta AKP'ê. Faşîzma dewleta AKP'ê, têihiştina wekhevî û azadiyê ya li nava civakê mezin dibe û xurtbûna têkoşîna rêxistinbûyî weke îflasa sîstema xwe ya dewletparêz a faşîst dibîne û roj bi roj êrîşên xwe giran dike."

LI DIJÎ ÊRÎŞAN BANGA YEKÎTIYÊ

Di dawiya daxuyaniya KCD'ê de hat gotin, "Em, girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Anli, Berdevka KJA'yê Akat û girtina saziyên çapemenya Kurd, şermezar dikin. Em dibêjin; zext û êrîş wê nikaribin bi me. Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin, ku bi hev re li ber van êrîşan rabin."