1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD Xweseriya Demokratîk Îlan kir
KCD Xweseriya Demokratîk Îlan kir,kcd,xweseriya,demokratîk,îlan,kir

KCD Xweseriya Demokratîk Îlan kir

A+ A-

Civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji bo li dijî bêstatuya kurd Xweseriya Demokratîk" îlan bike bi dawi bû. Hat zanîn ku ji bo îlankirina Xweseriya Demokratîk biryar hatiye girtin.

Civîna Kongreya Civaka Demokratîk ku ji bo li dijî bêstatuya nasnameya kurd li salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP'a Amedê pêk hat bi dawî bû. Cîvîna ku Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî û Fîlîz Koçalî, parlamenterên grûba BDP'ê, şaredarên BDP'ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, nivîskar, rojnameger, navdar, delegeyên gel û bi tevahî 850 delege tevli civînê bûn qediya. Di civînê de li ser modela Xweseriya Demokratîk, rewşa xistina parlamenteriya parlamenter Hatîp Dîcle, parlamenterên girtî, girtiyên siyasî, operasyonên siyasî û leşkerî, bendava hilbijartinê, makeqanûna demokratîk û gelek mijarên din de biryar hatin girtin. Li bendê yle ku encamnameyê çend deqe şûndeli Qada Batikentê di bernameya ku ji bo biranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de bê aşkerakirin. KCD'ê di roja 14'ê Tîrmemehê de ku ji bo gelê kurd rojek dîrokî ye der barê îlankirina Xweseriya Demokratîk de biryar hate girtin. DÎHA (mae)