1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD'ê ji bo girtiyan banga xwedî derketinê kir
KCD'ê ji bo girtiyan banga xwedî derketinê kir,kcd,ê,ji,bo,girtiyan,banga,xwedî,derketinê,kir

KCD'ê ji bo girtiyan banga xwedî derketinê kir

A+ A-

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger yê ku 46 rojin li girtîgehan ji hêla girtiyên PKK û PAJK'iyan ve didomin dê rêze çalakiyan li dar bixe.

KCD diyar kir ku ew ê di 27'ê cotmehê (îro) li Kolana Hunerê ya li Ofîsa Amedê konê nobetê ava bikin û ji bo xwedî derketina kon dê kom bên avakirin û mal bi mal gel bê agahkirin ku gel vexwine konê nobetê. Konê nobetê ya ji bo qêrîna xwe tevlî qêrîna dîlên azadiyê bike dê îro saet di 12.00'an de li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê bê avakirin. KCD diyar kir ku çalakiyên wan bi vê jî sînor nabin û bang li gelê kurd û hemû saziyên sivîsl kir ku di 30'yê cotmehê de dê bi tevahî jiyanê, kar dê bê rawestandin, dê çalakiya greva birçîbûnê ya ku hilbêjêrên kurd ketinê, dê bên ziyaretkirin û ji bo daxwazên wan bên cih û ji bo pêşya mirinan bên girtin, dê çalakiyên piştgitiyê bên li darxistin.

KCD destnîşan kir ku xebatên wan ên ji bo mîtînga ku dê di 3'yê mijdarê de li Amedê bê li darxistin jî didomin û bang li tevahiya raya giştî kir ku bi ruhê serhildanê qadan tije bikin. KCD destnîşan kir ku Dê her saziyên sivîl yên li herêma xwe çalakiyên wekî "Nobetên Jiyanê" li dar bixe û bi çalakiyên xwe biştgiriyê bide çalakiya greva birçîbnê.

(aw/mae)