1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Bi tundiyê tu encam nayê girtin
KCK: Bi tundiyê tu encam nayê girtin,kck,bi,tundiyê,tu,encam,nayê,girtin

KCK: Bi tundiyê tu encam nayê girtin

A+ A-

ANF11:57 / 22 Tebax 2011 BEHDÎNAN - KCK’ê bal kişand ku polîtîkaya tundiyê ya ku hikûmeta AKP’ê ew xistiye meriyetê wê tu encamek neyê bidestxistin û diyar kir ku berovajiyê vê yekê wê Kurdistan ji dagirkeran re bibe goristan. KCK’ê di daxuyaniyê de ragihand ku êdî tevger û gelê Kurd xwedî hêza xweparastinê ne û derfetên wan hene.

KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji çareseriya pirsgirêka Kurd dûr ketiye, her carek mînaka Tamîlê dide û bi vê yekê amadekariya komkujiyek nû li dijî civakê dike. KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku AKP’ê bi tu awayî guhdarî bangên ji bo çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekiriye.

KCK’ê bi bîr xist ku 4 hefte ne ku hikûmeta AKP’ê hevdîtina bi Ocalan re asteng dike û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê tu carî dest ji tesfiyekirina tevgera azadiyê berneda û dest bi zext û gefên li ser Ocalan kir.

KCK’ê got ku armaca sereke ya AKP’ê ew e ku Kurdan teslîmê bigire û diyar kir ku hikûmeta Tirk bi van kiryarên xwe yên dawiyê şovenîstî, komkujî û nijadperestiya xwe nîşan dayeç.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

"Di vê demê de hikûmeta AKP’ê tu carî nikare pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser bike. Tiştek wiha qet û qet ne mumkun e. Mînaka komkujiya Tamîlan li Kurdistanê bi tu awayî pêk nayê, berovajiyê wê, dê Kurdistan ji hêzên dagirker re bibe goristan. Gelê me û tevgera me xwedî hêza xweparastinê ye, her wiha di wê astê de ye ku dikare bi Şerê Gel ê Şoreşgerî encaman bi dest bixe. Wê gerîlayên azadiya Kurdistanê, ciwanên egîd ên Kurd û jinên serhildêr ên Kurdistanê li qadan û bejahiyan bimeşin û wê ev polîtîkaya AKP’ê li hemberî berxwedana wan bin bikeve. Wê bi perspektîfa Xweseriya Demokratîk çareserî pêk were û Rêbertiya me azad bibe.

Gelê welatparêz ê Kurdistanê li hemû parçeyan û derveyê welêt, li hemberî şerê topyekun ê hikûmeta AKP’ê xwedî seknek bi rûmet in û berxwedaneke pîroz nîşan didin. Ji ber ku ev êrişa bi navê dagirkeriyê ji aliyê Îranê ve li hemberî hemû destkeftinê Kurdan pêk hat. Bi van êrişan hewl didin ku Kurdan bikin û kole bê îrade bikin. Ji ber wê jî divê hêzên Kurdistanî bibin yek û bibin xwedî helwestek, wê ev yek vê hewldana dagirkeriyê bin bixe û gelê me bigihîne serkeftinê. Her çendî me ew qas ji bo çareseriyeke demokratîk ewqas bangawazî kir, bi tundiyê bersiv dan û ev jî feresata tunekirinê ya dagirkeriyê ye. Ji ber wê jî yekitiya Kurdan û bi rûmetbûn û bi namûsbûn deynê me hemû Kurda ye.

Divê gelê me Bakûrê Kurdistanê û her derê nerazîbûna xwe ya civakî bi serhildanan nîşna bide, her wiha vîna xwe ya ji bo avakirina Xweseriya Demokratîk nîşan bide. Divê ciwanên Kurd ên egîd di vê pêvajoya finale de di nava refên gerîlayan de cih bigirin û tişta dikeve ser milê wan pêk bînin û bersiva herî xurt bidin hêzên dagirerk. Em bang li hemû sazî û rêxistinên Kurdistanê dikin ku li ser esasê daxuyaniyên Rêberê yên ji bo çareseriyê bikevin nava tevgerê û vîna civakî nîşna bidin, lê Rêbertiyê xwedî derbikivin, her wiha tekoşîna ku nêzî azadiyê bûye xurt bikin.

Em bang li hemû alî û derdroên yekitî û aşitiya Tirkiyeyê dixwazin ku li hemberî vê cote standartiya hikûmeta AKP’ê û polîtîkaya wê ya tundiyê bê deng nemînin, terora dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li Kurdistanê şermezar bikin û xwedî li xeta çareserî û demokrasiyê derbikevin.

ANF NEWS AGENCY