1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Daxuyaniyên Barzanî ne di xizmeta têkoşîna azadiya gelê Kurd de ne!
KCK: Daxuyaniyên Barzanî ne di xizmeta têkoşîna azadiya gelê Kurd de ne!,kck,daxuyaniyên,barzanî,ne,di,xizmeta,têkoşîna,azadiya,gelê,kurd,de,ne

KCK: Daxuyaniyên Barzanî ne di xizmeta têkoşîna azadiya gelê Kurd de ne!

KCK'ê têkildarî gotinên Nêçirvan Barzanî yên li ser Şengal û Rojava daxuyaniyek da û got, "Daxuyaniyên bi vî rengî, bi kêrî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nayên."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, têkildarî gotinên Serokwezîrê Federasyona Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, ku li panelekê axivî bû, daxuyaniyek weşand. KCK'ê diyar kir, Barzanî bi rengekî ne adîl, bê wijdanî û dûrî ji rastiyê, Tevgera Azadiyê ya Kurd sûcdar kiriye û got, "Bi taybetî, daxuyaniyên wî yên li ser Şengal û Rojava ne yên qebûlkirinê ne. Li cihekî ku qisekerên ji welatên cuda jî lê amade bûn, dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî bêtalihî bû. Di vê pêvajoyê de, ku pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye, daxuyaniyên bi vî rengî bi ti awayî bi kêrî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nayên."

KCK'ê bibîr xist, gerîla li Şengalê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gerîla Şengal ne ji pêşmerge ne jî ji PDK'ê standiye. Berevajî; nehişt ku bi temamî bikeve destê DAIŞ'ê û rê li ber vekir ku pêşmerge bikevin nava Şengalê. Gerîla li Şengalê ji Êzidiyan re bûye alîkar ku rêveberiyên xwe û saziyên xwe yên parastinê ava bikin. Ya ku niha Şengalê diparêze Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ ye. Li Şengalê Meclîsên Êzidiyan û xwerêveberî hene. Ji ber vê yekê, mûxatabê her hêzeke siyasî ya li Şengalê, xwerêveberî û hêzên xweparastinê yên li wir in. Mîna ku li Şengalê rêveberî û hêzên parastinê yên Êzidiyan nîne daxuyanî tê dayîn û qala PKK'ê tê kirin. Ev nêzîkatî berevajîkirina rastiyê ye.

Gotina 'Heta PKK lê be, wê alîkarî neçe Şengalê, wê gel venegere', hewldanek xapandinê ye, ji bo nixumandina pêkanîn û polîtîkayên neyînî yên rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Yê ku pêşî li gihîştina alîkariyê ji bo Şengalê digire û nahêle gel vegere, rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye. Ev pêkanîn jî, bêyî erêkirina hemû partiyên din ên li nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê kirin."

'PDK'Ê DOR LI ŞENGALÊ GIRTIYE Û AMBARGOYÊ DIMEŞÎNE'

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê da xuyakirin ku PDK'ê dor li Şengalê girtiye, ambargo daniye ser Şengalê û wiha dewam kir: "Destûr nade ti ji alîkariyên ji Şengalê re diçin. Her wiha destûrê nade heyetên dixwazin biçin Şengalê. Ji ber ku Deriyê Sînor ê Sêmalka jî girtî ye, alîkariya ji Rojavayê Kurdistanê jî tê, tê astengkirin. Rojavayê Kurdistanê tevî ku bi derfetên xwe yên kêm alîkariyê dike jî, ev têra Şengalê nake. Lewma divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê dorpêçî û ambargoya li ser Şengalê rake. YBŞ û saziyên xwerêveberiyê yên li Şengalê bi ti awayî li pêşiya alîkariyê ne asteng in. Lewma tiştên ku Birêz Barzanî gotiye, dûrî rastiyê ye.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, li şûna ku bi polîtîka û pêkanînên xwe re teşwîqa alîkariyê ji bo Şengalê bike, bi rêya van axaftinan, mirovên dixwazin alîkariyê bikin jî ditirsîne. Ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye. Birêz Serokwezîr, li şûna ku gotinên bi vî rengî bi kar bîne, diviyabû bang li her kesî bikira ku alîkariyê bide civaka Êzidî ya li Şengalê. Lê belê bi vê erk û berpirsyariya xwe ranabe.

Di mijara vegera Êzidiyan de jî, lazim e Birêz Barzanî bi erka xwe rabe. Tevî YBŞ û saziyên xwerêveberiyê yên Êzidiyan niha li Şengalê pêşmerge û berpirsyarên PDK'ê jî hene. Bêyî dîtina vê rastiyê, sûcdarkirina PKK'ê, nêzîkatiyeke sivik û erzan e.

'PDK LI ŞENGALÊ TIMÎ ALOZIYÊ DERDIXÎNE'

PDK bi polîtîka û pêkanînên xwe, timî li Şengalê rê li ber aloziyê vedike. Li aliyê din, rêveberiya PDK'ê hewl dide bi rêya dewleta Tirk çavê gelê Şengalê bitirsîne. Bi vî rengî zextê li YBŞ û saziyên xwerêveberiyê dike ku teslîmî wan bibin. Civaka Êzidî naxwaze li pêvajoya beriya 3'ê Tebaxê vegere. Nebûna xwedî hêza xweparastinê û saziyên xwerêveberiyê, sedema rabûna fermanê ye. Lê PDK dixwaze Êzidiyan bixe rewşa beriy 3'ê Tebaxê. Eger di vegera Êzidiyan de kêmasî hebe, ev zextên PDK'ê û şantajên bi dewleta Tirk tên kirin, di vir de diyarker e. Ji ber ku Êzidî Şengaleke bê xweparastin û bê xwerêveberiyê, ji bo xwe ewle nabînin. Lewma, eger PDK bêje wê li Şengalê xweparastina Êzidiyan hebe, Êzidî wê xwe bi rengekî xweser bi rê ve bibin û li dijî her şêwe êrîş û dagirkeriyê em ê li cem Êzidiyan be, hingî mirovên dudil in jî wê vegerin Şengalê.

Ti kes nikare gerîla û PKK'ê sûcdar bike, ku li pêşiya vegera civaka Êzidî asteng e. Gerîla nehişt DAIŞ Şengalê dagir bike, di rizgarkirina Şengalê de bi roleke dîrokî rabû û bi vî awayî, beriya her tiştî bû sedem ku gel li Şengalê bimîne û piştre rê li ber vegerê vekir. Civaka Êzidî di dema herî zehmet de, bi 15 hezar kesî di nava parastina YBŞ û gerîla de, bi alîkariya Şoreşa Rojava li çiyayê Şengalê ma û sekneke îradeyî ya herî mezin a dîroka civaka Êzidî nîşan da. Têkoşîna hebûnê meşand. Eger Şengal weke axa Êzidî ma be, Êzidiyên di nava şert û mercên giran ên zivistanê de li Şengalê mane, roleke xwe ya diyarker heye.

Tevî vê rastiyê, danîna ambargoyê li ser Şengalê û bi gotina 'wê dewleta Tirk êrîşê bike' gefxwarina li YBŞ û saziyên xwerêveberiyê, ne ji aliyê siyasî, ne jî ji aliyê exlaqî û wijdanî ve ne ya qebûlkirinê ye. Nêçirvan Barzanî bi van daxuyaniyên xwe dixwaze PKK'ê û gerîla sûcdar bike, polîtîkayên xwe bide qebûlkirin û rewşeke beriya 3'ê Tebaxa 2014'an ji nû ve bafirîne. Armanca van daxuyaniyan ev e.

'WEZÎFEYA DIKEVE SER MILÊ BARZANÎ Û PDK'Ê EW E, PIRSGIRÊKAN BI SAZIYÊN XWERÊVEBERIYÊ YÊN ÊZIDIYAN RE ÇARESER BIKE'

Erk û wezîfeya dikeve ser milê Serokwezîrê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û PDK'ê ew e, pirsgirêkên li Şengalê ne bi şantaj û gefê, lê bi saziyên xwerêveberiyê yên Êzidiyan re çareser bike. Lazim e Şengal ne cihekî têkoşîna serweriyê ya PDK, PKK an jî hêzeke din a siyasî be. Erka dikeve ser milê PDK, PKK û hemû hêzên din ên siyasî yên Kurd ew e, xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan mayînde bikin. Bi hewldan û alîkariya PDK, PKK û YNK'ê, divê bêyî dervehiştina hêzeke Êzidî ya li Şengalê, meclîs û xweparastina tevahiya Êzidiyan bê avakirin.

Li şûna şantaj, gef û rabûna li ber hev a li ser Şengalê, pêwîstî bi avakirina sîstemeke xwerêvebirinê û xweparastinê heye, ku careke din ferman li Êzidiyan ranebe. Eger hemû partiyên siyasî yên Kurd helwesteke bi vî rengî nîşan bidin, ne tenê Kurd, wê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû sazî û hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin xweserî, xwerêveberî û xweparastina Şengalê. Ji bo careke din ferman li civaka Êzidî ranebe, berpirsyariya dîrokî, însanî, wijdanî û exlaqî ya hêzên siyasî yên Kurd, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî ye, ku ji bo xweparastin û jiyana xweser a civaka Êzidî bibin garantor.

'GOTINÊN BARZANÎ YÊN LI SER ROJAVA, NE RAST IN'

Gotinên Birêz Nêçirvan Barzanî yên li ser Rojava jî dûrî rastiyan e. Şoreşa Rojava ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye kirin. Bêguman, ji ber xebata bîst salan a Rêber Apo, şoreş li ser xeta Rêber Apo pêk hatiye. Eger Şoreşa Rojava weke şoreşeke ku yekser ji aliyê PKK'ê ve tê birêvebirin bê dîtin, ev yek wê bibe neheqî li gelê Rojava. Dibe ku beşek ji kadroyên Şoreşa Rojava pêk anî bin berê PKK'yî bûn, lê belê ev yek vê rastiyê naguherîne. Ji ber ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bi hezaran ciwanên Rojavayî hene, têdikoşin,. Bi hezaran ciwanên ji Rojhilat, ji Başûrê Kurdistanê hene. Bêguman em destekê didin Şoreşa Rojava. Weke parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê, ne tenê erka me ye, erka hemû hêzên siyasî yên Kurd û tevahiya gelê Kurdistanê ye ku destekê bidin Şoreşa Rojava.

Propagandaya li dijî Şoreşa Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Tiştên ku Birêz Nêçirvan Barzanî têkildarî Şoreşa Rojava got, em her rjo ji rêveber û qelemşorên desthilatdariya AKP'ê dibihîzin. Şoreşa Rojava ji bo azadî û demokrasiya gelên cîhanê weke şoreşeke mînak tê dîtin. Lewma ne rast e ku Birêz Nêçirvan Barzanî mîna rayedarên dewleta Tirk binirxîne. Birêz Nêçirvan Barzanî jî, şexsiyet an jî hêzeke din a siyasî jî dikarin rexneyê li Şoreşa Rojava bikin. Lê belê gotina 'PKK dixwaze di ser Rojava re xwe rewa bike, Şoreşa Rojava wê rewa nebe, wê winda bike' nirxandineke neyînî ye û li kesayetiya Birêz Barzanî nehatiye.

PKK rêxistineke rewa ye û ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Lewma ti derdekî xwe nîne ku di ser Rojava re xwe rewa bike. Yekane daxwaze me ew e, ku Şoreşa Rojava bi ser bikeve û li ser vê bingehê, Başûrê Kurdistanê jî dinav de tevahiya gelê Kurd xurt bibe.

'EM HER TIM LI ALIYÊ YEKÎTIYÊ SEKINÎN'

Em her tim bûn alîgir ku partiyên siyasî yên li Rojava bibin yek. Me her tim ji raya giştî re ragihand, em alîgir in kuk hemû rêxistinên siyasî yên qanûnên ewlekarî û asayîşê yên Şoreşa Rojava nas dikin, bi rengekî azad karibin bixebitin. Me destnîşan kir, ku divê pirsgirêkên li Rojava di nava rêxistinên wê derê de, di çarçoveya pîvanên demokratîk de bên çareserkirin. Di têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re me timî ragihand, ku di vê yekîtiya navbera rêxistinên Kurd ên li Rojava were afirandin, hemû hêzên siyasî tevlî jiyana siyasî, civakî û aborî ya li Rojava bibin. Ji xwe hewldanên me yên bi PDK'ê re ji bo afirandina çareseriyên bi vî rengî, dewam dikin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Şengal û Rojava, hevdîtin û hewldanên me yên bi PDK'ê re dewam dikin. Lewma di demeke bi vî rengî de dayîna daxuyaniyên bi vî awayî rast nebûye. Bi taybetî, bikaranîna gotinên ku tevgera me sûcdar dikin, ne nêzîkatiyek bû ku em li bendê bûn. Lazim e ji niha û pê ve di daxuyaniyan de hîn bêhtir baldar bin, daxuyanî çêker bin û li gorî bendewariyên pêvajoya heyî bin.

Sedema ku em neçar hişt daxuyaniyeke bi vî rengî bidin ew e; axaftineke bi vî rengî li pêş qisekerên ji welatên tevlî panelê bûn, hate kirin."