1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCK: Dewleta Tirk li Îmraliyê şerê psîkolojîk bi rê ve dibe
KCK: Dewleta Tirk li Îmraliyê şerê psîkolojîk bi rê ve dibe,kck,dewleta,tirk,li,îmraliyê,şerê,psîkolojîk,bi,rê,ve,dibe

KCK: Dewleta Tirk li Îmraliyê şerê psîkolojîk bi rê ve dibe

KCK: Tecrîda li ser Rêber Apo û sirgûnkirina yên li cem wî, şerê heyî hê bi şîdetkirinê ve domandin e. Li dijî polîtîkayek wiha ji bilî têkoşînê ti rêyên din tineye

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê sirgûnkirina girtiyên li cem Ocalan bi bîr xist, wiha got: “Ji bo nirxandinên Rêber Apo yên têkîldarî AKP’ê negihêjin raya giştî, tecrîd xistine meriyetê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser tecrîda ku ji 5’ê Nîsanê ve li ser Ocalan didome. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev 9 meh in li ser Rêber Apo tecrîda girankirî pêk tê. Ji 5 Nîsanê ve ji Rêbertiya me ti agahî nayê girtin. Ne bi malbatê ne jî parêzeran nahêlin hevdîtin pêk were. Ji 27’ê Tirmehê ve bi parêzeran ve hevdîtin pêk nayê. Dest ji qanûnên navneteweyî berde, qanûn xwe jî binpê dike. Bi awayekî kêfî ne bi malbatê ne jî bi parêzeran ve nahêlin hevdîtinê pêk bîne. Pêkanînek li ser kesekî xistine meriyetê. Bi pêkanînek di cîhanê de nayê dîtin ve bi awayekî aşkera sûc dikin. Di nêzîkatiya ku bi malbatê, parêzeran re em nahêlin hevdîtinê pêk bîne, em hesab jî nadin ti kesî de ne. Li dijî Rêber Apo 17 sal in pêkanînek wiha kêfî pêk tînin.”

‘NÊZÎKATIYA LI HEMBER RÊBER APO YA LI HEMBER GELÊ KURD E’

KCK’ê got, “nêzîkatiya li hember Ocalan, nêzîkatiya li hember gelê Kurd e” û diyar kir ku şerê bi tecrîda li ser Ocalan dan destpêkirin, niha bandora wê li Îmraliyê dikin. Daxuyanî wiha didome: “Sirgûnkirina girtiyên li cem Rêber Apo, bandora şerê qirêj ên li dijî Kurdan tên meşandin li Îmraliyê pêkanîn e. Her kengî li ser Rêber Apo tecrîd pêk hatiye, wê demê li dijî gel şer dane destpêkirin. Her kengî êrîşî têkoşîna azadiya gelê Kurd kirine, wê demê zextên li Îmraliyê zêde kirine. Ev rastî radixe ber çavan ku bê ka çawa azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd di nav hev de ye. Çawa girtiyên li cem Rêber Apo sirgûn kirin, her wiha bi van girtiyan re hevdîtinên parêzer û malbatan jî nahêlin pêk were.

‘AKP TÊKÎLDARÎ RÊBER APO NÛÇEYÊN DEREWÎN ÇÊDIKE’

Hikûmeta AKP’ê ev demek dirêj e ji bo bertekên gelê Kurd li ser xwe zêde nekin, der heqê Rêber Apo de nûçeyên derewîn radigihîne. Nûçeyên wek Rêbertî Tevgera me rexne dike yên zarok jî pê dikenin çêdikin. Lê ji ber difikirin ku wê Rêber Apo fikrên xwe bi raya giştî re parve bike, ti hevdîtinan nahêlin pêk bîne. Ji ber ku Rêber Apo polîtîkayên AKP’ê rexne dike, dizane ku AKP’e dixwaze Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike. Ti aktorekî siyasî yê wek Rêber Apo dizane polîtîkayên çareseriyê yên AKP’ê nîne tineye. Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê nêzîkatiya herî makûl nîşan da, lê AKP’ê lingê xwe li vê jî daye. Ji bo nirxandinên Rêber Apo yên têkîldarî AKP’ê negihêje raya giştî, tecrîd xistine meriyetê.”

DEMA MODELA SRÎ LANKA TÊK ÇÛ, AKP ÇÛ BER LINGÊ OCALAN

KCK'ê diyar kir ku Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkatiya herî maqûl û çareseriyê nîşan daye û destnîşan kir, ku ev nêzîkatiya Ocalan ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê zanîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber vê yekê em dibêjin; tecrîda li hemberî Rêber Apo, meşandina polîtîkaya înkar û tinekirinê ya qirkirna çandî ya li hemberî gelê Kurd e. Eger ev pirsgirêk bi nêzîkatiya maqûl a Rêber Apo neyê çareserkirin, hingî ne pêkane ku bi aktorekî din re were çareserkirin. Ji ber vê yekê, bendemayîna çareseriyê ji AKP'ê yan jî polîtîkayên heyî yên dewletê, tê wateya xapandina xwe bi xwe. Heta ku polîtîkayên heyî yên AKP'ê neyên qelskirin, heta ku ev polîtîkayên êrîşkar ên AKP'ê neyên şikandin, bila ti kes ne li bendê be ku rewşeke nû ya siyasî li Tirkiyeyê derkeve holê. Rewşeke nû ya siyasî ancax bi têkoşîna li ser bingeha tifaqeke berfireh a hêzên demokrasiyê ya li dijî AKP'ê, bê afirandin."

KCK'ê da xuyakirin, ku AKP'ê di sala 2011'an de bi modela Srî Lankayê re xwestiye Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike, lê belê dema vî şerî encamên dikarin rê li ber tinebûna AKP'ê vekin bi xwe re anî, AKP çûye ber lingê Ocalan.

ROJ NE ROJA AXAFTIN, NE ROJA HÊVÎKIRINA JI HIKÛMETÊ YE; ROJ ROJA TÊKOŞÎNÊ YE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê li ser tecrîda li Îmraliyê, ev xal destnîşan kir:

"Tecrîda li ser Rêber Apo û sirgûnkirina yên li cem wî, dijwarkirina şerê heyî ye. Li dijî polîtîkayeke bi vî rengî ji bilî têkoşînê ti rê nîne. Ji ber vê yekê di vê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bi berxwedana xwerêveberiyan re bibe yek û têkoşîn were xurtkirin. Girîng e ev têkoşîn heta azadbûna Rêber Apo û afirandina jiyana xweseriya demokratîk a gelê Kurd bê meşandin. Tevgera Azadiyê wê vê têkoşînê heta azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd bidomîne.

Dewleta Tirk, çawa ku li hemberî gelê Kurd şerê şikandina vînê dimeşîne, li Îmraliyê jî şerekî psîkolojîk dimeşîne. Heta ku li dijî hikûmeteke bi vî rengî têkoşîneke vekirî û bi biryar neyê meşandin, nepêkane ku encam bê wergirtin. Ji ber vê yekê divê hêzên demokrasiyê têkoşînê sist nekin û bêyî tiştekî ji AKP'ê hêvî bikin, têkoşîn xurt bikin. Ancax bi vî rengî bersiv ji tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo û ji êrîşên li hemberî gelê Kurd re bê dayîn.

Roj ne roja axaftin, ne dema hêvîkirina tiştekî ji hikûmetê ye. Roj ew roj e ku bi têkoşînê re hikûmeta AKP'ê were teşhîrkirin û meşandina têkoşînê ye. Ev hikûmet polîtîkayeke bi plan û zanebûn dimeşîne; heta ku bigihêje vê armanca xwe wê êrîşên xwe bidomîne. Wezîfeya hêzên demokrasî û azadiyê jî ew e ku li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin û têkoşîna jiyana demokratîk û azad xurttir bikin. Azadî jî, demokrasî jî, aştî jî, aramî jî ancax bi vî rengî were."