1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Divê AKP hesabê Komkujiya Roboskî bide
KCK: Divê AKP hesabê Komkujiya Roboskî bide,kck,divê,akp,hesabê,komkujiya,roboskî,bide

KCK: Divê AKP hesabê Komkujiya Roboskî bide

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 26.12.2014 14:57:46 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 3’yemîn salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da û got, “Heta komkujiya Roboskî neyê ronîkirin, heta sûcdar neyên cezakirin wê li ser navê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê ti gavek neyê avêtin. Sûcdar dewleta AKP’ê ye. Divê AKP, hesabê komkujiya Roboskî bide.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Komkujiya Roboskî ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku li Roboskî berî niha bi 3 salan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, di bomberdûmana ku kirin, piranî zarok 34 Kurd bi awayekî hovane qetil kirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê careke din sersaxî ji bo malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurd xwest û got, “Em soza xwe dubare dikin ku hesabê Komkujiya Roboskî em ê ji dewleta AKP’ê ya mêtinkar bipirsin.”

‘POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA ÇANDÎ HATIN PÊKANÎN’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dewleta Tirk a mêtinkar, bi polîtîkayên talana aborî, dagirkirina leşkerî, qirkirina siyasî û çandî ji aliyekî ve gelê Kurd birçî dihêle û bi vî awayî hewl dide muxtacî xwe bike, li aliyê din jî Kurdên tenê ji bo debara jiyana xwe bikin bazirganiya sînor a jêre tê gotin, qeçaxtîtiya sînor ku gelek tehlûkeyan didin ber çavên xwe dikin qetil dike. Dewleta AKP’ê li sînorên Rojava, Başûr û Rojava rojek nîne ku Kurdan gulebaran neke û qetil neke. Kurd li ser axa neçarî bazirganiya sînor û qeçaxtiya sînor tên kirin û timî ji aliyê hêzên serwer ê mêtinkar ve tên qetilkirin. Din dîroka me ya ya têkoşîna azadiyê ya 40 salan de bi milyonan Kurd û Kurdistanî bi darê zorê ji axa xwe hatin koçberkirin û sirgûnî metropol û derveyî welat hatin kirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku kesên li hember polîtîkayên valakirina Kurdistan û bêmirovhiştina wê derdikevin, bi rêya zîndan û komkujiyan dixwazin bêdeng bikin. Hevserokatiya KCK’ê da xuyakirin ku armanca şerê taybet a li hember gelê Kurd ev e ku Kurdan ji ser axa wan dûr bixin, rastî erozyona nasnameyê bînin û ji Tevgera azadiyê ya Kurdan qut bikin.

KCK’ê destnîşan kir ku komkujiya Roboskî di encama polîtîkayên şerê taybet ya Tirk de pêk hatiye û wiha hat gotin: “Ev komkujî di dîroka têkoşîna tevgera me de weke qetlîama herî bi darbe ketiye dîrokê. Di bin komkujiya Roboskî de hişmendiya AKP’ê ya dijminatiya li hemberî Kurd heye. Komkujiya Roboskî bi awayekî plankirî pêk hatiye. Plankerê qetlîamê û mersê biryara vê yekê Erdogan û hikûmeta AKP’ê ye. Ji ber wê ye ku li gel sê sal di ser komkujiyê de derbas bû lê hê jî kujer nehatine darizandin. Ên ku komkujiyê pêk anîn, dosyayê ji holê winda kirine.”

KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê destpêkê gelê Kurd û yên Tirkiyeyê baş bizanibin ku di mînaka Kobanê de jî derketiye holê, AKP dijminê Kurdan e û dema firsendê bi dest bixe jî bi hişmendiya nîjadperestî û înkarkirê nêz dibe û daxuyanî wiha dom kir: “Heta komkujiya Roboskê neyê ronîkirin, sûcdar neyên cezakirin, pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û li ser navê demokrasiyê tu gav nayê avêtin. Yê sûcdar jî AKP ye. AKP mecbûre ku hesabê qetlîama Roboskê bide. Her wiha weke tevger têkoşîna me ji Geziyê, Roboskê hesabê hemû qetlîaman pirsîne.” KCK’ê bi lêv kir ku dê teqez hesabê Roboskê bê pirsî û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber wê jî em bang li hemû gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê, hemû şoreşger-hêzên demokratîk dikin ku rûyê AKP’ê yê qetlîam derxin holê û hesabê vê yekê bipirsin.