1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. KCK: Divê muzakere yekser destpê bike
KCK: Divê muzakere yekser destpê bike,kck,divê,muzakere,yekser,destpê,bike

KCK: Divê muzakere yekser destpê bike

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku divê di çarçoveya pêşnûmeya muzakereyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir muzakere yekser destpê bike. KCK'ê got, "Pêwîste nêrînên tevgera me bêyî derengmayînê bigihêjin Rêbertiya me, hikûmet jî di demeke kurt de helwesta xwe ya pratîkkirina vê pêşnûmeyê diyar bike û gavên pêwîst biavêje."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku di demeke li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng ên siyasî qewimîn û Tirkiye di rewşeke xetimî ya siyasî de bû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd di Newroza 2013'an de manîfestoyek weşand. KCK'ê diyar kir ku ev manîfestoya wê pêşî li demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn veke, di nava gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de rê li ber coşeke mezin vekiriye.

'PÊŞNÛME XWEDÎ KARAKTEREKE DIKARE PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER BIKE YE'

KCK'ê got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo bicihhatina vê manîfestoya demokratîkbûyînê ya Rêber Apo gavên gelekî girîng avêt" û ev xal destnîşan kir: "Ji bo diyalog veguhere muzakereyê, hewl da berpirsyariyên dikeve ser milê xwe bi hesasiyeteke mezin bicih bîne. Lê belê Hikûmeta AKP'ê, pêvajoya diyalogê ya dawî ku nêzî du sal in dewam dike, ji bo veguhere muzakereyê gav neavêt. Ket nava helwesteke ku pêvajoyê vediguherîne mijûlkirinê û bingeha çareseriya demokratîk dirizîne. Gelên Tirkiyeyê li benda çareseriyê bû, lê ji ber vê helwesta AKP'ê faktorên rageşî û pevçûnê zêde bûn.

Rêber Apo, di demeke ku gelê me li benda çareseriyê de, ji bo pêşî li zêdebûna faktorên pevçûnê bigire, pêşnûmeya muzakereya demokratîk a pêvajoya diyalogê vediguherîne muzakereyê amade kir û pêşkêşî Tevgera me û Hikûmeta AKP'ê kir. Bi vê pêşnûmeya muzakereyê re, di demeke ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pirsgirêk giran bûye de, tê xwestin Tirkiye demokratîk bibe û li ser vê bingehê di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Pêşnûme û çarçoveya muzakereya Rêber Apo pêşkêş kiriye, xwedî karaktereke ku dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê muzakere bike û çareser bike."

'ÇÛYÎNA HEYETÊ DERENG TÊ XISTIN'

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Tevgera me ya Azadiyê, desteka xwe ya ji bo vê pêşnûmeya xwedî wesfa çareseriyê, û vîna xwe ya bicihanîna pêwîstiyên wê û pêkanîna çareseriyê, ji heyeta Îmraliyê ya hatiye Qendîlê re ragihandiye û li ser vê bingehê ji raya giştî re jî daxuyaniya pêwîst daye."

KCK'ê bibîr xist ku Ocalan ji heyeta HDP'ê ya diçe Îmraliyê xwestiye, di nava deh rojan de bersiv jê re bê ragihandin û destnîşan kir, ku weke tevgerê wan bersiva li gorî plana çalakiyê û nexşeya rê ya pêşnûmeya muzakereyê, bêyî dereng bikeve dane. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku hikûmet di çarçoveya vê pêşnûmeya muzakereyê de, hestyarî û berpirsyariya pêwîst a ji bo destpêkirina muzakereyê nîşan nedaye û çûyîna heyeta HDP'ê ya Îmraliyê dereng xistiye.

'HIKÛMETÊ DIYAR NEKIR KU BI ÇI RENGÎ NÊZÎ PÊŞNÛMEYÊ DIBE'

KCK'ê got, "Ev pêşnûmeya muzakereyê, bi sernav, naverok, çarçove, nexşeya rê, plana çalakiyê û dema wê, hevgirtinekê îfade dike" û di dewama daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kir: "Ev pêşnûmeya muzakereyê, bi berçavgirtina rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, tavilê destpêkirina muzakereyê û di nava demekê de temamkirina muzakereyê, ferz dike. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd qurbanî lîstikên hilbijartinê neyên kirin ev pêşnûme hatiye pêşkêşkirin û çareseriya pirsgirêkê kiriye armanca xwe. Rêber Apo, bi vê nêzîkatiya xwe ya bi berpirsyar xwestiye, vê lihevgerîna nîqaşkirin lê çaresernekirina pirsgirêka Kurd, bişkîne.

Lê belê, tevî ku hikûmeta AKP'ê nêzîkatiya xwe ya li pêşberî vê pêşnûmeya muzakereyê aşkera nekiriye, di heman demê de bi nîqaşên bêwatekirina pêşnûmeya muzakereyê, bi derengxistina destpêkirina muzakereyê û bicihhatina plana çalakiyê re, ketiye nava helwesteke ku van hewldanên Rêber Apo vala derdixîne. Hikûmeta AKP'ê hînê ji destpêkê ve bi helwest û nîqaşên ev dibe ew nabe re pêvajoyê ji rê derdixîne, muzakereyê bêwate dike û li gel vê yekê bi derengxistinê re li gorî nexşeya rê û plana çalakiyê ya di pêşnûmeyê de hatiye destnîşankirin, tevnagere. Li şûna ku ji bo pratîkkirina pêşnûmeya muzakereyê lezê bide çûn û hatina Îmraliyê, hewl dide dema nexşeya rê û plana çalakiyê ya di pêşnûmeya muzakereyê de li gorî xwe eyar bike û veguherîne propagandayeke hilbijartinê."

KCK'ê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di, nava helwesteke ji cidiyetê dûr û gelekî xetere de ye ku dikare encamên neyînî bi xwe re bîne û got, "Hikûmeta me nêzîkatiyeke xwedî berpirsyariyeke mezin nîşan daye, ti şerh destnîşan nekiriye û yekser bersiva erênî daye. Li pêşberî vê rewşê, ev nêzîkatiyên hikûmetê ku bi vê berpirsyariyê nêz nabe, nayê qebûlkirin."

'DIVÊ HIKÛMET HELWESTA XWE DIYAR BIKE'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi van gotinan bi dawî bû:

"Di çarçoveya pêşnûmeya muzakereyan a Rêber Apo destnîşan kiriye, divê yekser muzakere destpê bikin. Ji bo vê yekê divê nêrînên tevgera me bêyî derengmayînê bigihêjin Rêbertiya me, hikûmet jî di demeke kurt de helwesta xwe ya pratîkkirina vê pêşnûmeyê diyar bike û gavên pêwîst biavêje.

Eger Hikûmeta AKP'ê bi berpirsyarî nêz nebe û heyeta HDP'ê di nava rojek du rojan de neçe Îmraliyê, em ê neçar bimînin temamiya pêşnûmeya muzakereyê ya me ragihand ku em qebûl dikin û em ê pêwîstiyên wê bicih bînin, ji raya giştî re aşkera bikin. Li hemberî nêzîkatiya AKP'ê bi nîqaşan re hewl dide demê qezenç bike û pêşnûmeya muzakereyê bêwate dike, çêtire pêşnûme ji aliyê raya giştî ve were zanîn, ji bo pêvajo rast were fêmkirin û di serî de gelê me raya giştî bibe xwedî têgiştineke rast li ser pêvajoyê û helwesta xwe nîşan bide. Li pêşberî vîn û helwesta tevgera me ya ji bo muzakere tavilê destpê bike û nebe qurbanê lîstikên hilbijartinê, bi vê aşkerakirinê re wê nêzîkatiya bêberpirsyar a Hikûmeta AKP'ê ku her tim nîşan dide, baştir were fêmkirin."